AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Yazý Boyutu : 12 punto14 punto16 punto18 punto
Cemîl Bayik

E-Posta:

Tilsima AKP’ê êdî xira bûye

Hikûmeta AKP’ê hîn jî bi rûpoþa, ji xwe re demokrat û ji xwe re misilman dixwaze li desthilatiyê bimîne û desthilatiya xwe qehîm bike. Hemû hesab û kîtabê wê li ser vê yekê ye. Dema ku vê rûpoþa wê ji aliyê Tevgera Azadiya Gelê Kurd ve tê xistin jî bi hemleyên þerê psîkolojîk dixwaze civakê bixapîne. Lê belê ji ber ku rûpoþa wê ketiye û þîfreyên wê hatine deþîfrekirin pêbaweriya jê re nemaye. Bi taybetî jî her çiqas AKP ketibe sala dehemîn a desthilatiya xwe jî hîn jî tu pirsgirêkeke cidî çareser nekiriye, ji ber vê yekê jî krediya ku hin derdor ji bo çareseriyê danê jî winda kiriye. Ji ber van sedeman êdî AKP ketiye trenda hilweþînê. Her çiqas di anketan de were gotin ku hîn li ser hemd û hêza xwe ye jî hilweþîna wê dest pê kiriye. Belkî jî ji ber ku alternetîfeke cidî li hemberî wê tune ye, qey ew jî ji bo vê yekê hêvî dike ku ew ê dûv û dirêj li ser text û bextê desthilatdariyê bimîne. Encax di rewþa heyî de ger pêngaveke cidî û dirust a ji bo demokratîkbûnê neavêje, ew ê alternatîfê wê jî derkeve holê.
Îro roj Tirkiye di nav tengaviyeke de ye. Ji ber ku der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de polîtîkayeke çareseriyê tune ye, di polîtîkaya berê de israra xwe didome. Di polîtîkaya der barê kurdan de guherîneke ji bingehê ve jî tune ye. Bes di rê û rêbazan de û di pêkanînan de hin guherînên biçûk hene û hew. Li hemberî kurdan polîtîkayên qirkirina çandî û tirk-kirin hê jî bi hemû dijwariya xwe ve tê meþandin. Ji vê polîtîkayê tu carî nehatiye qerîn û hîn jî di meriyetê de ye. Ligel her çiqas rastî û realîteya kurdan ew çend guherîbe jî, her çend gelê kurd berxwedana xwe ya bêhempa û mezin didomîne jî, israra di wan polîtîkayên berê yên rizî de sedema sereke ya tengaviyê ye.
Bi guherandina rê û rêbazan û bi konsepta leþkerî ya ku bi þerê psîkolojîk tê qewînkirin de gihîþtina encamê, domandina polîtîkaya ku bûye wekî hiþkegirêkê ye. Ev jî aþkera ye ku dê bi xwe re zêdebûn û sorbûna þer û pevçûnên siyasî û leþkerî pêþ bikevin. Çawa ku tê zanîn potansiyela kurdan a li berxwedanê îro roj gihîþtiye asteke pir bilind de, xuya ye ku vê israra þer û polîtîkayên qirkirinê dê ava serê dewleta tirk bikelîne. Encax dê ji ber van polîtîkayên xwe dê wekî sûcdarê ku li gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn êþên nû dide kiþandin cihê xwe di nav reþrûpelên dîrokê de jî çêbike.
Bi bilindkirina þerê psîkolojîk, bi xapandina civak û raya giþtî ku dipaye ku ew ê encamê bigire ji vê yekê, bêexlaqtir, pîs, bêmaftir tiþtek din tune ye. Yekî radibe dibêje; “ez ê bi hêz û qeweta xwe ya leþkerî te ji bo xwe bikim kole” yê din radibe û dibêje; “ez ê bixapandinê we ji bo xwe bikim kole.” Vegotina duyemîn di warê exlaqê de ji ya yekemîn zêdetir xwedî polîtîkayeke reþ e. Ku hikûmeta AKP’ê van herdu vegotinan li gorî cih û demê bi hev re bi kar tîne. Þerê psîkolojîk jî ji bo ku di rêbazên leþkerî de bi hêsanî bigihîje encamekê bi kar tîne û dimeþîne.
AKP ji desthilatdariyên berê re dibêje ku; “we tenê bi rê û rêbazên leþkerî xwest ku bigihîjin encamekê, encax ji ber ku we bi þerê psîkolojîk, rê û rêbazên xwe yên leþkerî qewîn nekir, we winda kir; lê ez bi xapandina kurdan re, bi çêkirina bendewariyan, bi teredutkirinahêza wan ê têkoþer re, ez ê bikim ku di warê leþkerî de bi hêsanî bi ser bikevim.” Di esasê xwe de bi domandina polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê ku li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd têk çûne, dixwze ji nû ve bixe meriyetê û bigihîje encamekê. Ji ber van sedeman bi gelên Tirkiyeyê dem dide winda kirin û êþ û azarên nû bi wan dide jiyîn. Bi van aliyên xwe ve AKP hem ji bo Tirkiyeyê, hem jî ji bo gelê kurd divê ku mirov bibîne bê ka çiqas aktorekî negatîf e. Ew di esasê xwe de tê wateya restorasyona polîtîkayên qirkirina çandî ya ku li ser gelê kurd hê jî bi dijwarî tê meþandin.
Hikûmeta AKP’ê dixwest ku bi þikandina berxwedana Tevgera Azadiya Gelê Kurd, pergala komkujiya, siyasî û çandî di nava mercên nû de pêþve bibe û desthiladtar bike. Lê li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd neserkeftî bû. Berxwedana kurd rûyê AKP’ê yê ji bo xwe misilman, ji bo xwe demokrat xist xwarê. AKP’ê ji niþka ve xwe gelek bê hêz û tazî dît. Lewra þerê wê yê psîkolojîk û þêwaza demogojiyê ku di heman demê de çekên wê yên herî sereke bûn, li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd nexebitî û têk çû. Ji ber vê yekê di demên dawî de hewl da xwe ku hemleyên þerê psîkolojîk yên nû pêk werîne. Bulent Arinç behsa mafdayîna kurdan, Beþîr Atalay jî behsa pêþîlêvekirina demokratîk kir. Bi vî avayî dixwazin têkçûna xwe ya li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji holê rakin. Lê ne gelê kurd ne jî hêzên demokrat bi vê hewldana wan ya þerê psîkolojîk qayîl nebûn. Tilsima AKP’ê êdî xerab bûye.
AKP, li hemberî berxwedana kurdan her diçe serî li polîtîkayên pêkutiyê dide. Ev jî rûpoþa wê ya demokrasiyê dixe jêr. Di vê çarçoveyê de ji bo gelê Botanê çavtirsandî bike û gerîla dorpêç bike li gundê Roboskê yê Qilabanê dest avêt komkujiyê. Komkujiya Roboskê rûyê faþîst yê AKP’ê deþîfre kir û nîþanê hemû alemê da. AKP’ê piþtî bertekên gelê kurd yên li hemberî komkujiya Roboskê dît ku dibe ev hêz AKP’ê jî tune bike. A niha AKP ketiye rewþa herî xeter. Bi boneya ku xwe ji vê rewþê rizgar bike serî li rêbazên þerê psîkolojîk dide. Girtina Serfermandarê Giþtî yê berê Org. Îlker Baþbug jî parçeyek vê rêbazê ye. Girtina Baþbug, rûyê AKP’ê yê ji bo xwe misilman, ji bo xwe demokrat nîþanê hemû derdoran daye. Bi van pêngavan hem dixwaze hikûmetê li ser piyan bihêle, hem jî þerê qirêj yê li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd dide meþandin veþêre.
Pêngavên Hikûmeta AKP’ê yên psîkolojîk wekî hamleyên demokratîkbûyînê tên rawekirin. Lê nikarê civakê bixapîne. Nexwe gelek derdor balê dikiþînin ser dema girtina Îlker Baþbûg.
Îlker Baþbug ê ku îdia dike ku pisporê þerê psîkolojîke, bû qurbaniyê þerê psîkolojîk yê AKP’ê. Dewleta þerê taybet ku dema pêwîst bû alîgirên xwe jî wekî qurbanî dide, diyare ku di þerê qirêj yê li hemberî Tevgera Azadiya Gelê Kurd dide meþandin de serî li gelek þêwazên wiha bide. Pisporê þerê psîkolojîk Îlker Baþbug, li hemberî vê rastiyê aciz bû û hêrs bû. Lê ji ber ku wî jî gelek caran serî li heman þêwazan daye, nikare rastiyê bêje û li xwe mikur were. Lewre ger bêje: “Hûn ji ber têkçûna xwe veþêrin min digirin”, dizane Ergenekona Kesk dê çi bîne serê wî.

Bu yazi 1593 defa okundu.

<< Önceki || Sonraki >>


Yorum Ekle

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Tavsiye Et
Sayin okucuyumuz bu yazýyý istediðiniz kiþiye gönderebilirsiniz.
*Kime:
*Kimden:
*Kisa Mesaj :
 
* Ýlgili yerleri boþ býrakmayýnýz!
Tavsiye Et
Yazdýr
Kaydet
Yorumlar ( 0 / 0 )
<<
>>
Diðer Yazýlarý
 
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» Sitene Ekle  » Anasayfa Yap  » Sýk Kullanýlanlar  » RSS  » Site Haritasý
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.