Þehîdên RoboskêDi 28’ê meha borî de li ser “sînor” 28 ciwanên kurd bi êrîþa balafirên þer hatin parçekirin. Bêguman biryar li Enqere hatibû dayîn, diviya ev ciwan bên kuþtin. Lê çima bi bombeyên nîvton, çima bi balafiran, ku bixwestan dikariyan bi çekên G1, G3 jî bikujin. Lewre kuþtineke asayî jî ji bo Kurdan rewa nabînin, divê kuþtina wan jî ji yên mayîn re bibe ibret. Xwestin Kurdan bitirsînin.Dema em axaftina þahidên komkujiyê, ya gundiyan, ya fermandarê herêmê, rewþa heta niha û awayê komkujiyê tînin cem hev; 1) Bi salan e dewlet zane ku gundî hema hema her roj derbas dibin. Li ber çavên wan derbas dibin û roja berê gundî bi hêstirên xwe ve di ber wan re derbas bûne. 2) Berî ku balafir bombe bikin, leþkerên li pêþiya wan kemîn danîn li erebeyên xwe siwar bûne, ji wir dûr ketine. 3) Berî ku balafir êrîþ bikin, hem gundiyên hatîn kuþtin bixwe, hem ji gund bi telefonan fermandarê herêmê agahdar kirine. 4) Balafiran destpêkê bombeya ronahîkirinê avêtiye; ev jî bûye sedem ku tev li hev kom bibin û tev bên kuþtin. Lewre eger destpêkê bombeyan biavjin, an bi çekên din li wan bireþînin, ji ber ku tev ne li cem hev in, wê evqas mirov nahatibûna kuþtin. Ev komkujî wisa hatiye pîlankirin ku ne þahid bimînin ne nîþanek. Du sê kesên rizgar bûyîn tesadufî rizgar bûne. Bêguman eger þahid nemabûna wê dewletê ev komkujî bixista stûyê PKK’ê. 5) Xala herî girîng fermandar ji gundiyan re gotiye; ev cara dawî ye. Pir baþ tê fêmkirin ku ev pîlan ji aliyê AKP’ê û Fethullahiyan ve li gora stratejiyekê hatiye amadekirin û li gora wê biryar dane. Pirseke din; ji bo çi piþtî komkujiyê hema hema rojek derbas bû, ne deng ji medyaya tirk hat, ne ji hikumetê, ne ji serokwezîrê tirk? Diyar e ku destpêkê xwestine kirasekî li komkujiya xwe bikin. Lê piþtî ku dîtin wê nikaribin veþêrin, bê daxwaziya xwe gotin qezayeke operesyonî çêbûye. Hem di daxuyaniya fermandariya dewleta tirk, hem di axaftinên berdevkên hikumetê û Erdogan de, ne hestên mirovatiyê hebûn, ne jî xemgînî. Baweriya ku mirov digihiyê; di amadekirina vê komkujiyê de 2 pîlan hene: Pîlana A: Pîlana B: Pîlana A wiha ye; eger þahid û nîþan nemana wê bixistan stûyê PKK’ê. Bêguman wê ev jî ji bo xwe bikiran sedemê êrîþên mezintir. Piþtî ku pîlana A negirt, jixwe ya din amade bû: 1) Wê bi vê komkujiyê Kurdan biceribînin; eger bertekên pêwîst neyên dayîn wê komkujî li dû hev werin û bi vê rêbazê herêmê vala bikin. 2) Her ku diçe di nava Kurdan de hestên neteweyî xurt dibin û têkiliyên di navbera parçeyan de pêþ dikevin. AKP bi vê komkujiyê hesab dike ku wê çûnhatina ser ‘sînor’ bide sekinandin. 3) Ji ber ku debara gelê herêmê li ser bazirganiya ‘sînor’e, wê bitirsin êdî derbas nebin. 4) Piþtî ku çûnhatina ser ‘sînor’ bê rawestandin, du rê li pêþiya gelê herêmê dimînin; an wê ji neçarî bibin cerdevan, an wê bi dayîna hin pere bibin sîxur û ajan, an jî wê neçar bibin gundên xwe berdin, herêm vala bibe. Ku herêm vala bibe wê AKP bikare bi hêsanî her rengê çekên kîmyayî bi kar bîne. Bu yazi 536 defa okundu. << Önceki || Sonraki >> Tavsiye Et Yazdýr Kaydet Yorumlar ( 0 / 0 )
|
Diðer Yazýlarý
» Kirasê Îslamê
» Danîna Çekan
» Sê daxwazên Erdogan
» Heta dewlet pîroz be...
» Mertalên bawerî û bedenan
» 15 firîþte 15 giyanên pîroz
» Hefteya Qehremaniyê
» Þehîdên Roboskê
» Ne ola dewletê ne jî dewleta olî
» ‘Malên Hezkirinê’
Nivîskar »
![]() ![]() ![]() ![]() |