Roboskê mêjiyê Komarê yeDi vê destûr neyê dayîn ku Qirkirina Roboskê ji rojevê bikeve. Hikûmeta AKP’ê bi taybetî dixwaze mijar bi hin bûyerên sansasyon ji rojevê bê derxistin. Girtina Serfermandarê Giþtî yê Berê Îlker Baþbug ji van hewildanan yek e. Komara tirk di vê qadê de xwedî ‘huner’ e. Dê hewildanên wisa jî bidomin. Hemû aliyên mirovhez û berpirs divê li dijî vê rawestin û rê nedinê.‘Hiqûqa’ AKP’ê bi îdiaya ku Baþbug amadekariya derbeyê kiriye ew girt. Heke hinceta girtina Baþbug amedekariya derbeyê be, pêwîstî pê heye ku di destpêkê de Serokwezîrê tirk Erdogan û Kenan Evren bên girtin. Ji ber ku Evren û Erdogan ne tenê amadekarî kirine, wan derbe pêk anîne. Ger pêkanîna derbeyê sûc be fermo van her du sûcdarên diyarkirî bigirin. Lê ne wisa ye. Mesele ne sûc e û ne jî hewildaneke hiqûqê ye. Rayeka van hewildanan bi feraseta komarê ve girêdayîne. Li Tirkiyeyê ji bo parastina komarê her tiþt ‘rewaye’, her tiþt mubah e. Heke desthilatdariyeke tirk hêza xwe hebe ji bo komara tirk dikare cîhanê jî di nav xwînê de xerk bike. Gotina ‘yekî tirk ji hemû cîhanê hêjatir e’ mantalîteyê xweþ tîne ziman. Mînaka Kenan Evren li holê ye. Camêr derbe pêk aniye û Tirkiye niha wek selteneta Evren e. Dema Evren de ‘hiqûqa’ Evren hebû. Îro jî dema derbeya Erdogan e û ‘hiqûqa’ Erdogan heye û hiqûqa wî derbasdar e. Erdogan di van þert û mercan de çi bike ji bo wî ne sûc e. Li Roboskê 35 ciwanên kurd bi balafirên þer û bi teknîka Amerîkayê qir bike jî sûc nîn e û di van þert û mercan de ne pêkan e ku bê girtin. Çewan ku Evran nehatiye girtin, dê Erdogan jî îstîfa neke û neye girtin. Sebeba xwe jî wek ku hat gotin: ji bo selameta komarê 35 zarokên kurd qirkiriye. Ev ji bo wan remwaye û mubah e. Ger îro Erdogan paþve gav biavêje lêborîn bixwaze, berpirsan bigire û riya hiqûqa navneteweyî li ser rûknê mirovahiyê bide meþandin ne pêkane ku li ser text bimîne. Ger wisa bike di destpêkê de ‘Xoce Efendiyê Komarperwer’ Fethulah Gulen dê destê xwe bike bin gewriya Erdogan û wek Baþbûg bike girtîgehê. Ev feraset a komarê ye û hê jî ji ‘xet û nîva’ xwe danakevin. Hikûmeta AKP’ê jî niha bi israr diyar dike ku ew ji hemû desthilatdariyên Tirkiyeyê pirtir xwedî vê ferasetê ne. Ji helwesta Erdogan a dawî komarperestî dinisile. Wek mînak ji bo Robaskê kes ji kar negirt, qe qala îstîfayê li holê nîn e, lêborînê qe nayne bîra xwe. Destek da kujer û kîmyasal Necdet Ozel. Derbarê lêpirsîna qirkirina Robaskê de biryara þopandina nepenî da. Dê ji vir û þûn ve mijar bi rê û rêçikên veþartî bên þopandin. Lê ji aliyê din ve maxdurên Roboskê yên ku bi qirkirinê agir ketiye nav dilê wan hatin girtin û ew kirin girtîgehê. Ev birîna reþ e û ji herkesî bêtir kurd vê zanin. Ji ber vê ye ku kurd dixwazin cihînê hiþyar bikin da ku ev bela ne tenê bela serê kurdan e. Ku derfet hebe ev hacuc û macuc bela serê mirovahiyê ne. Divê her kesên mirov hez ligel kurdan cih bigirin û nehêlin Roboskê bê jibîrkirin. Bu yazi 430 defa okundu. << Önceki || Sonraki >> Tavsiye Et Yazdýr Kaydet Yorumlar ( 0 / 0 )
<<
>>
|
Diðer Yazýlarý
» Neft û statuya Kurdistanê
» Di dîplomasiyê de ‘Bazara keran’
» ‘Kurdistana mezin’
» ‘Hedefa’ mezin û hêza biçûk
» ‘Nehtorê’ li ber deriyê Obama
» Newroz riya humanîzmê ye
» Roboskê mêjiyê Komarê ye
» Ev her sê xal rengê þer diyar dikin
» Ev her sê xalrengê þer diyar dikin
» Esad hêviyeke nû da Amerîkayê
Nivîskar »
![]() ![]() ![]() ![]() |