AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Yazý Boyutu : 12 punto14 punto16 punto18 punto
Kakþar Oremar

E-Posta:
kaksharoremar@gmail.com

Holokast (Holocaust)a Kurdan!

Holocaust peyveke Ibrî(zimanê Cihûya) û tê wateya þewitandinê. Siyaseta ku Nazîyên faþîst li dijî Cihûyên Ewropa bi kar anîn û 2/3a Yehûdiyên Ewropa di tenûrên þewitandina mirovan da tune kirin an jî ew wek berdeyan di kempên karkirina bi darê zorê da ji holê rakirin.
Ji sala 2005an û pê de UNê bi piþtgîriya 104 welatên cihanê 27ê meha janviyê (27. 01) wek “roja cihanî a bîranîna Holokast” bi nav kiriye. Li hinek welatên Ewropî înkarkirina rastiya ji holê rakirina Yehûdiyan tawane û kesên ku rastiya Holokastê înkar bikin, tên ceza kirin. Di qadên siyasî, civakî û dîrokî da ji dewleta Israîl û Cihûyên cihanê re ev karê han destkeftek mezin bû. Wan bi kempîn û hewldanên bêrawestan karîn tirajêdiya ku ji sala 1941 heya dawiya sala 1945an Naziyan li dijî Yehûdiyan pêk anîbûn, baþtir ji raya giþtî ya cihanê re eþkere bikin.
Bêguman em Kurd him bi hejmara xwe ji Cihûyan zêdetir û him ji wan jî zêdetir hatine qirkirin. Tevkujiyên ku li Kurdistanê çêbûne, sed car ji yên Yehûdiyan zêdetirin. Sedan sale ku Kurd bêtawan têne kuþtin, lê cihan heya roja îro jî li hemberî vê rewþê kerr û bêdenge!!. Gelo sedem çine? Em Kurd bi giþtî çima li hemberî vê rewþê nikarin wijdana cihanê ji xewê þiyar bikin?!
Rojên dawiya sala 2011ne, her kes xwe ji bo pêþwaziya sala nû xwe amade dike, lê ji niþkave 35 gulên jiyanê, gulên nûbiþkovî têne þewitandin. Û Kurdistan dikeve þînê. Ev xelata sala nû ya komara Tirkiyê ye. Kemalîstan bi ramanên xwe yên faþîstî dîsa jî 35 ciwanên Kurd kuþtin. Li hemberî vê hovîtiyê tenê li çend bajarên Kurdistanê nerazîbûn hebûn, lê dema em 40 mlyon Kurda tînin ber çavên xwe, gelo diviyabû bersiveke çawa ji vê cinayeta dîrokî re bihata dayîn?! Ger tenê kesek Yehûdî bê kuþtin an jî sivkatî bi netewa wan bê kirin, dengê wan li hemû cihanê bilinde, lê em hê jî weke ku pêwîst be ne dikarin tolê bistînin ne jî dikarin derdê xwe bi raya giþtî ya cihanê bidine hesandin. Hereketên Kurda li ser “aþtî û biratiyê” bi îsrarin, lê gelo ma bi kesên ku xwedî dewleteke înkarger û sîstemeke totalîter in, birastî aþtî û biratî diçe serî? Ji þerê Çaldiran heya roja îro ew li ser axa me kom bi kom me dikujin. Kuþtina me ketiye nava çîrok û meselên wan. Li ser tunekirina me behsa qehremanî û destanên bav-kalên xwe yên Selcuqî û Osmanî dikin. Hîn duh bû ku li Dêrsim gund û bajar, deþt û newal û heta þikeft jî ji jiyanê vala kirin. Agirî, Amed, Bitlîs, geliyê Zîlan û bihust bi bihust xaka Kurdistanê þahidin ka Kemalîstên faþîst çi bi serê bav-kalên me anîne. Îro çi bi serê me tînin. Êca bi hirçê çûyîna nava cihal çi be, aþtiya bi goran re jî tê wê wateyê. Êdî bese û birastî kuþtin, heqaret û bêkerametî ji vê mezintir nabe.
Di çavê neviyên Kemal û Fethulah Gülen da zarokên me yên nehatîne dinê jî gerîlan e. Þervanên azadiya Kurdistanê ne û dijminên rêbaza Kemalîzimê ne. Em Kurd ne bi nejad û berê xwe û ne jî bi çand û dîroka xwe ji kesên ku ala xwe bi xwîn û talanê sor kirine, nabine bira. Bese êdî bila partiyên Kurda li rêyeke din ya çareseriyê bigerin. AKP, Kurdên xayîn û alîgirên wan tenê dixwazin bi navê ol û îslamê me Kurda bixapînin. Êdî em û ew dizanin ku ava me di coyekê da naherike. Ev rastî ji hemû cihanê re îspat bûye, lê hêþta jî hinek ji me Kurda bi xweþbaweriya xwe derfetên dîrokî ji dest didin.
Ger em dengê xwe bilindtir nekin, Holokasta Kurda yê bidome. Birîna Helpçe, Enfala 120 hezar kesên bêguneh, geliyê Tiyarê hêþta nû bûn ku Tayip Erdogan birîneke din li ser wan zêde kir. Yê ku behsa tekujiya Elcezayêr dike, bila baþ li derdora xwe temaþe bike. Di mercên wiha da divê em Kurdên cihanê hemû helwla xwe bidin ku cinayetkarên mîna Tayip Erdogan û generalên ku rûyê Hîler spî kirne, di dadgeheke navnetewî da bêne mehkeme kirin. Di eþkere krina cinayêtên wan da xemsarî yanî xiyanet û cinayet. Li rex hemû êþ û elemên heyî divê Kemalîst vê rastiyê ji bîr nekin ku ger ew hezar tevkujî û holokastên din jî li dijî Kurda pêk bînin, Kurd yê hebin û navê wê axê yê “ Kurdistan” be.

Bu yazi 614 defa okundu.

<< Önceki || Sonraki >>


Yorum Ekle

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Tavsiye Et
Sayin okucuyumuz bu yazýyý istediðiniz kiþiye gönderebilirsiniz.
*Kime:
*Kimden:
*Kisa Mesaj :
 
* Ýlgili yerleri boþ býrakmayýnýz!
Tavsiye Et
Yazdýr
Kaydet
Yorumlar ( 0 / 0 )
<<
>>
Diðer Yazýlarý
 
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» Sitene Ekle  » Anasayfa Yap  » Sýk Kullanýlanlar  » RSS  » Site Haritasý
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.