Demsal bihar bû!.. Di dawiya meha gulanê de, þevek bi heybet nîvî dibû. Nîþaneya xwe jî weke barekî giranbuha destpêkê çavên reþbelek hatibûn girtin. Piþtî ketina bijangan li ser çavên melûl de, ziman bêdeng û lal, guh ker û nedixwest tu tiþtan bibihîze.
Di bin baskê tarîtiya þevê de li ser rûyê qemer di nav bêrengiyê de, rengek dihat û rengek diçû… Ew xwîna ku bi sûlan bû, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet di damarên dilê evîndar de digeriyan a niha beravajî diherikî û xwe berdida rehên axa sar. Her xwîn diherike, berdêla wê yekê jî ew hucreyê laþê bêzar ên hêdî hêdî li ber tunebûyînê de diçûn didan. Her wiha gavên bêguneh dixwestin di riya buhiþtê de jî rê hevaltiya xwe bidomînin.
Di nav bêdengiya þevê de her tiþtek bi awayekî asayî di nav herikandinê de bû. Di kûrahiya dilê çiyayî de, di bin sîwana nateyeke xweþawaz de, bi ahengekê tê gihiþtibûn. Koyê Spî jî heman demê ji ahenga heyî re dixwest tevbigere û di nav dilê þoreþgeran de cih bigere…
Ev bi salan e ku Koyê Spî jî wekî Andok, Herekol, Kelaþîn, Ararat û Zagrosan jî gerîlayên Kurdistanê re malavanî dikir. Bûbû wargeha jiyana azad, ew di paxila xwe de xwedî dikir. Bûbû wargeha jiyana dijwar çawa zarokên xwe mêze dike, Koyê Spî vî bi hêstên wî rengî Þervanê azadiyê li ber sîngê xwe diparast.
Her çar demsalan jî di nava zor û zehmetiyan de ligel keç û xortên mêrxas cih digirt. Di berf û baranê de stargeh, þer û cengê de çeper, di serkeftin û þahiyê de jî dibû dika reqsa gerîlayan…
Di lîteratura zimanê çiyayî de wargeheke azadiyê û cihê berxwedana serhildêrên keç û xortan bû. Ango bi navekî din sengera þervana bû. Koyê Spî di nav gerîneka wan hestên giranbuha de xak evînek dil tijî li ser lêvên dengebêjan awazeke welatperwer de dibû kilam. Di dîroka xwe de gelek pevçûn û þer jî dîtibûn. Di her þerekî li hemberî hêzên dagirker de dihat kirin ligel gerilayan heman demê êþ û elemê dibûn para wê jî hebûn. Her wiha gelek caran ji serkeftinan re jî þahidî kiribû.
Di berxwedana bê hempa de gelek wêrekiya þervanên azadiyê jî ditibû. Wek berxwedana Rizgarê þahidiyê dike.. Demsal wextê guhertin xweda bû. Bihar di nava dehan rengên xwe yê bêhnxweþ de, jiyan hawirdor di bin siha xweþikbûna xwe de hiþtîbû. Lê mixabin biharê jî ber ku mîlada xwe gîrtîbû, dixwest hetanî salek dîtir þûna xwe bide demsalek nû.
Qanûnê xwezayê ji bo demsala ferman in. Çi wext temenê wan tijî bû þûn de, awayekî dilxwestî nebe jî, mecbûr dimînin ku wek fermana xwezayê tevbigerin. Ji bo koçkirinê, bihar kete di nav amadekariyê de, di piþt xwe jî cure bi cure gul, beybûn, sosin û hwd. xweþikiyê xwe hiþtin û kiþiya qalikê xwe…
Dewsa biharê demsaleke nû cih bûbû. Ew demsal jî li me pir dûr nebû. Ber ku ew jî parçeyekê xwezayê bû. Demsal êdî bûbû havîn. Havîn bi xwe jî gelek xweþiya re mêvanî kiribû. Lê mixabin mirov dîsa jî, lê ditirsiya. Tiþtek dibû sedem, mirov lê bitirse jî, di gel xweþiyê wê, zehf bûyîna gunehê wê bûn. Lewma havîn wek gunehbar dihat nasîn.
Dibe ku ew qas ne gunehbar bû, Lê belê dîsa jî tazî û bi tena serê xwe mabû. Þevek tarî û bê deng ! Tarîtiya þevê û bêdengiya xwezayê bi hevdû þêwirîbûn. Dixwestin destpêka havîna gunehbar de destebiratiya hevdû bikin. Piþtî hevdû kirin þûn de jî, birayara hevaltiya wan de soz û peymana wan bûbû yek. Her wiha peyman hatibû . Pêde pêde ahenga Koyê Spî û herikandina çemê Mûradê re ketin nav reqsê…
Tu caran þev û bêdengî bi wî rengî hev re xweþik nebûbûn. Ev qas derbasî nava hevdû jî nebûbûn. Di nizara Akdagê de Di dilê çiyayî de cihê xwe girtibûn. Demjimêr nîvê þevê bû, û þev jî di bin siha tebitîbûnê de jiyana xwe didomand. Bê dengiya heyî jî ne hêma baþiyê bû … Lê mixabin çi bû di wê navbera bêdengî de bû! Teqîn li nav dilê Koyê Spî ketibû…
Koyê Spî olan dida. Nava germahiya guleyên hawanan de mabû. Her wext diboriya germahî jî pêre zêde dibû. Pir dixwest rabe ser xwe, wek volqanekê di hundirê mêjiyê neyar de biteqe … Lê mixabin nedikarî xwe tevbide. Di cihê xwe de ser piþtê dirêjkirî mabû û mabû ! Di wê teqîna, bêdengiya rûyê þevê giran dibû de Rizgar xewna xwe ya herî þêrîn de hatibû girtin. Birîna canê wî pir kûr û xedar bû.
Dema destê xwe li ser laþê xwe digerand, þilayiyeke germok di navbera tiliyên wî de dinuqutiyan li ser pelên hewra. Heman wextê de agahdar bû ku birîndar e. Di nava çend saniyeyan de rûyê wî ê bi ken xwe veguheziya xemgîniyê. Xemgîniya Rizgar ne ji bo birîndariya wî bû. Xemgîniya wî ew bû ku di pevçûna dihat domandin de cihnegirtîna wî bû.
Piþtî rawestandina pevçûnê tiþtêzora wî diçû cihnegirtîna wî bû. Piþtî rawestandina pevçûnê demek þûn de hat zanîn ku Rizgar giran birîndar bûye. Rûyê wî yê qemer xwezaya rengê xwe derketîbû spî bûbû, zer bibû her wiha ketibû di nav guhertinê nû de…
Xebera bîrîndarbûna Rizgar bi awayekî lezgîn gihiþtibû deverê din. Çar dor vê xebera ne li ser xêrê agahdar bûbû ji bo birînê li ser laþê wî de hatine vekirin. Baþ bikin her hevalek ji milê xwe de ketibû nava hewldanan Gerîlayan di bin reþatiya þevê de demek pir kurt li hundirê çavên hevdû mêze kirin. Piþtî hevdû mêzandinê, reng û dirûvê wan kete nav guhertinan, û bû giraniya vala de. Di nava hênakiya þevê de bi hev re ber bi qeraxê bêdengiyê ve meþiyabûn…
Piþtî milyonan stêrk taveheyv jî vejîna xwe ya þeþ rojî de li lûtkeyê Gorþê de xwe cih dikir. Her ku wext derbasdibû heyv jî heman demê jî lûtkeyê Gorsê dûr diket û ber bi asîmanan ve bilind dibû. Her wiha çavên Rizgar bi heyva asîmanan ve daliqanî mabûn. Ne dixwest çavên xwe yê melûl ji heyvê qut bike. Her cara ku þewqa heyvê li ser rûyê wî dida, deverê ku lê gerîlatî kiribû yek bi yek dihatin bîra wî, deverê ku lê gerîlatî kiribûn yek bi yek dihatin bîra wî pêde awayekî bi kûr kete nava xeyalan.
Geh Mijê, gel, Andok, geh Dorþîn, geh jî Pêþîkevir di nava dilê Rizgar de diherikiyan. Mijê bi heybet û daristanê xwe ve, Andok berf û belekiyê xwe ve, Dorþîn bi avzên û þênahiyê xwe ve, Peþîkevir jî di xeyalên zarokatî de bê guneh weke kurtefilmekî di ber çavên Rizgar re derbas bibûn. Hê jî Pêþîkevir di bîra wî de ma. Ji ber ku wê wêneyê heyî re ketibû nav xeyalên zarokatî û ciwantiya xwe.
Di nav lemê tutinê û baxên reza de meþiya ber bi riya azadiyê ve … Bin hêstiyariya xeyalên bê hempa de ket xewek þîrîn. Wê tava bi berbanga þefeqê re hilhatibû, xwe jê re pêþwazî dikir. Roj bi xiraqê Hedîkê re hêdî hêdî ber bi asîmanên zelal de bilind dibû. Her gava roj bilind dibû, taveheyv jî nema dikarîbû bisekine.
Li asîmanên azad þûna taveheyvê roj bi cih dibû. Tîrêjên rojê quntara çiyayê Hêdîkê re berojê Koyê Spî dixistin. Bi bilindbûna rojê re û tîrêjên wê jî dadiketin cihê herî tarî. Li ber tîrêjên rojê yê sincîrî bedena Rizgar a nîv rihî dihat domandin.
Di wan tîrêjên ku li ser çavên Rizgar dixistin de ked û xwêdana salan dibû dilop û di nav qerçmîçokê rûyê wî de ber bi jêr ve, bi ser bedena wî ya qemer de diherîkî û dibû þaxeke Dicleyê… Di pêþengtiya Rizgar de karwana pakrewana ketibû ser rê, wek wê xwe bigihîne devereke pir dûr, bi awayekî lezgîn dabû ser riya bê dawî …
Rewþek bi nîv zindî, di nav wan çeperên zimanê çiyayî de jê re hevaltî kirîbûn de her diçû jê dûr diket. Wek koçerekî mala xwe dabû hev û dixwest wê cîhana bêbext koç bike û biçe. Rizgar ber bi deþtê ve ketibû jî pir xemgîn bûbû û nedikarî ji karwanê dilê çiyayî re malovaniyê bike.
Hemû xweza di nav sikûnetê de bû û þev jî di bin bandora heyv û sikûnetê de mabû. Heyv jî heman demê de, þeva xwe berdabû ser deþtê. Rizgar di nav portreyekî bê deng de, dixwest bibe bablîsok û di sînga deþtê de bicih bibe. Çavên wî pir dûr dikiþandin. Awayekî bi hiþk destê hevalan di nav destê wî de þidandibû. Lewra jê re diyar bû ku di girizgêha heyî de wê biçe ser dilovaniya xwe. Berî xatirê xwe bixwaze, dixwest çend peyvên xwe yê dawî jî bîne ser ziman …
Ew destê ku bi awayekî hiþk destê hevalan þidandibû, hêdî hêdî sist dibû. Di bedena wî de tu taqet nemabû. Destmala li dora stûyê xwe lefandî sist kir û got “ hevalno” awayekî kûr nefesa xwe kiþand û tevahî qeweta xwe kom kir û wiha berdewam kir.
Ev þeva min a dawî ye… nema karibû axaftina xwe berdewam bike. Lê çavên xwe hê jî ji þewqa heyvê hilnedabû… Berbanga sibê û herikandina bayê hênik re alikarî girt û xwest çavên xwe êdî bigire. Berî çavên wî werin ser hev, bi awayekî dilpak ji tevahî heval û wargeha xatirê xwe xwest di 31’ê gulana 2009’ an de tevli karwanê pakrewana bû.
Hê di çardehê xwe de, di sala 1991’an de çiyayê Amedê gerîlayek hebû Koyê Spî, Zozanê Þên, Giresorê, Andok, Dorþîn, Hêdîk… tev ji wî re bûbûn war. Di meþan de her dem li pêþ, di çalakî û pevçûnan de her dem rêber bû. Ez te bi rêzdarî bi bîr tînim, riya te vekirî be.
Ev nûçe 782 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>