AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

19 Aralik 2011 07:43
Zilmek wiha nehat dîtin

Zilmek wiha nehat dîtin Malbatên ji rojhilatê Kurdistanê ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin nêzî 2 mehan têkoþiyan. Piþtî ku cenazeyan wergirtin niha jî krîza definkirinê derket pêþberî wan. Polîsên AKP’ê gotin ew nikarin cenazeyan li cem hev veþêrin

Cenazeyê 6 endamên HPG’ê yên dixwestin li navçeya Giyadînê ya Agriyê li cem hev bên definkirin polîsan destûr neda û li gorisatanê êrîþî welatiyan kir. Lê ji ber ku polîs gefa ‘heke hûn cenazeyan li cihên cuda defin nekin em ê bi kepçeyan derxin û li cihên cuda defin bikin’ welatî cenazeyan ji cihên ku defin kiribûn derxistin û li cihên ku polîsan nîþan dan, defin kirin.
Cenazeyê 6 endamên HPG’ê yên ji rojhilatê Kurdistanê yên di 22 û 24’ê cotmehê de li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin ligel testa DNA’yê heya niha nedan malbatan.
Lê ji bo cenaze li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bên defînkirin ji Meletiyê hatin girtin û ber bi Giyadînê ve bi rê xistin. Konvoya cenazeyan li ketina navçeyê ji aliyê polîs û leþkeran ve hate rewastandin. Cenazeyên endamên HPG’ê yên rojhilatê Kurdistanê Leyla Halîmî (Denîz Derya), Hasan Alî Pervîzî (Rejav Jîlemo), Gulale Yusufî (Dîlar Dilbirîn), Geylanî Reþîdî (Sîpan Cûdî), Sultan Alî Julîde (Zînar Xoy) û Kemal Muhammedî (Zana Kewê) yê ku di 4’ê mijdarê de li navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da anîn navçeya Giyadînê ya Agiriyê.
6 cenaze li Goristana Navçeyê li cem hev hatin definkirin. Dema ku gor dihatin girtin hêzên çewîk ên polîsan û rayedarên walîtiyê hatin. Rayedaran ji malbatan re got ku ew nikarin cenazeyan li cem hev veþêrin û divê ji hev dûr bên definkirin.
Rayedaran û polîsan gefên ‘Hûn ê wan ji vir derxin. Heke hûn dernexin em ê bi kepçeyan derxin’ li malbatan xwarin. Li ser vê yekê di navbera malbat û kesên tevli merasîmê bûn û polîsan de rageþî derket. Parlamenterên BDP’ê Halîl Aksoy û Demîr Çelîk ketin navberê xwestin rageþiyê bi dawî bikin.
Dema ku welatiyan gor digirtin hêzên polîsan ketin goristanê û bi zorê welatî ji goristanê derxistin. Polîsan êrîþî girseyê kir û ji goristanê derxistin. Hêzên çewîk û tîmên taybet ketin goristanê û nûçegihanê DÎHA’yê jî ji herêmê derxistin.
Polîsan ji bo ku 6 cenaze ligel hev neyên definkirin bi ava þîd û copan êriþê girseyî kirin. Polîsan malbatên cenazeyan tehdit kir û diyar kirin ku heke cenazeyan ji cihên cuda defin nekin dê bi kepçeyan derbixin. Li ser vê yekê malbatan diyar kirin ku heta ku polîsên AKP’ê bi kepçeyan derbixin em ê bi destê xwe derbixin û cenazeyan bi peywirdarê goristanê derxistin û li cihên ku polîs niþan dan defin kirin. Jin diyar kirin ku zilmek wiha nehatiye dîtin. AGIRÎ - DÎHA

Ev nûçe 261 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.