Li gundê Zirvandanîsê yê girêdayî navenda Wanê di konê de þewat derket. Di þewata konê de zarokê 4 salî Ekrem Yarali jiyana xwe ji dest da. Dayika Yarali Gullu Yarali û 3 zarokên malbata Yarali birîndar bûn. Malbata ku kon di hewþa xwe de avakiribûn ji ber sedemek ne diyar þev nîvê þevê þewitî. Di þewatê de Ekrem ê 4 salî þewitî û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Heta ku xizm û cîranên malbata Yarali bi gazî hawarê hatin dayik Gullu 3 zarokên wê jî birîmdar bûn. Cîranan 2 keçik û kureki malbata Yarali bi birîndarî xelas kirin. Welatiyan piþti bûyerê cenazeyê Ekrem Yarali rakirin Nexweþxaneya Lêkolinê ya Herêmê.
Bavê Ekrem Yarali Hamdî Yarali, diyar kir ku di erdhejê de piþtî ku mala wan zirar dît di kona havînê de jiyana xwe domandin lê vê carê jî kon þewitî û wiha got: “Em xwestin ku ji erdhejê xilas bibin derfetên me tune bû ku em derkevin devreyî bajêr jî vê carê jî konê me þewitî. Ji þewatê vir ve rayedarek dewletê nehat vir û l ime nepirsî. Ez li vir bang li raya giþtî dikim.”
Hevserokê BDP’a Wanê Mihriban Þah, Þaredarê Dêrsimê Edîbe Þahîn, Þaredarê Bazîdê Canan Korkmaz, Þaredarê Licê Fikriye Aytin, Þaredarê Sixkê Nezahat Ergüneþ û Alîkarê Þaredarê Wanê Gulbahar Orhan malbata Ekrem Yarali ziyaret kirin. Þaredar çûn Mala Sersaxiyê ya Mizgefta Þukruyê û ji malbatê re sersaxî xwestin. Þaredar piþtî sersaxiyê çûn cihê kon þewitî bû û lêkolînan kirin. Þaredarê Dêrsimê Edibe Þahin, diyar kir ku ev qetlîam e û wiha got: “Belê li vir felaketek pêk hat erdhej bû lê ev dîmenên îro nayê tarîf kirin. Ji ber ku ne felaketek e ev tedbirê ji bo jiyanê ya piþtî erdhejê bû. Ev piþtî erdhejê ji bo ku tê de bistirin ji erdhejzedeyan re hatin þandin, lê ji bo zarokan bûn gor. Welatiyên ku ji erdhejê xwe xilas kirin her roj di van konan de dimirin. Di tu dewletan de rewþek wiha nayê jiyîn lê em her roj li Wanê ev rewþ dijîn. Belê erdhej xwezayiye lê ev felaketa ku em her roj dijîn ne xwezayiye. Divê demildest konteynir û malên prefabrîk bên dayîn. Ez bang dikim kesên ku dibêjin bila heta havînê bisekinin, ev gel dê heta havînê yan ji serma yan ji nexweþiyan an jî ji þewatê dê bimirin.”
Hamdî Yarali wiha got: “Ji ber ku derfetên me tune bûn em derneketin devreyî bajêr, lê kon me þewitand. Rayedarek dewletê nehat û li me nepirsî.” Berê jî li heman gundî dîsa kona malbata Tolukan þewitî. Di þewatê de zarokên bi navê Bahar (8), Îsmaîl (4) û Mîkaîl Tolukan (12) jiyana xwe ji dest dabûn.
Welatiyê gundê Zirvantanîsê Kasim Yarali wiha got: “Îro tu rayedarê dewletê pirsgirêkên me nabînin û eleqeder nabin. Bila Serokwezîr û Walî rojêk tenê bên li vê bijîn. Ez ê bi zarokên xwe re ji dervê razêm. Em çadirêk biçûk de 14 kes dijîn.” Þaredarên jin piþtre jî dayika Kerem Gullu Yarali ya ku li Nexweþxaneya Perwerdahî û Lekolînê ya Herêmê dimîne ziyaret kir.
Þaredariya Sixkê piþtî kona malbata Yarali þewitî û zarokê 4 salî Ekram Yarali jiyana xwe ji dest da, Þaredariya Sixkê konteynira xwe da malbatê. Þaredara Sixkê Nezahat Erguneþ, piþtî konteynir da malbata Yarali, bang li hikûmetê û cemaweriyê kir û xwest her kes li hemberî van bûyeran bi hestiyar tevbigere û Wane xwedî derkeve.WAN - DÎHA
Ev nûçe 958 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>