- RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

15 Aralik 2011 07:52
Wurtz: Mezintirîn doza hatiye jibîrkirin a kurdan e

Wurtz: Mezintirîn doza hatiye jibîrkirin a kurdan e Endamê Desteya Rêveber a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Francis Wurtz, di nivîsa xwe ya ku di rûpela bloga xwe de weþand de bal kiþand ser têkoþîna kurdan û vê wekî “Doza herî mezin a hatiye jibîrkirin” bi nav kir

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Francis Wurtz, di nivîsa xwe ya ku di rûpela bloga xwe de weþand de bal kiþand ser têkoþîna kurdan û vê wekî “Doza herî mezin a hatiye jibîrkirin” bi nav kir.
Parlamenterê rûmetê yê Parlamentoya Ewropayê Wurtz di nivîsa bi boneya Konferasna Navneteweyî ya Avhewayê ku di 9’ê kanûnê de li bajarê Dûrbana Afrîkaya Baþûr li dar ket, weþand de rexneyên giran li rêveberên Ewropayê dike.
Wurtz wiha dibêje: “Divê mirov ji ber bêdengiya rêveberên Ewropayê yên li hemberî têkiliyên YE’yê û desthilatiyên dîkdator a ku guhê mirov ker dike çi bibêje! Helwesta Israîlê ya li hemberî gelê Filistînê ku nikare were destekkirin, ji vir tê zanîn. Ez dixwazim îro jî li ser binpêkirinên rejîma Erdogan a li hemberî 25 milyon kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn rawestim.
Beriya demekê ku di nav de hilbijartî, lêkolîner û malbatên bi zextên artêþa zalim re rû bi rû mane hebûn, 150 jin û zilamên kurd li Parîsê di encama hewldanên PCF’ê de civiyan. Parîs bû þahidê dramatîkên þerê tirsnak ê ku li Ewropayê tê çavtirsandin. Girtina bi komel, îþkence, sûcên þer, nehiþtina parastina bi kurdî û zilma li li BDP’iyên ku bi îlankirina xweseriya demokratîk a ji bo Kurdistana Tirkiyeyê têne sûcdarkirin (di meha hezîranê de 36 parlamenter hatin hilbijartin) tê kirin.
Lê her çendî Parlamentoya Ewropayê di hin deman de piþtgirî dabe vî gelê wêrek ku yek ji van piþtgiriyan wekî sembolekê xelalata Sakhorov dan Leyla Zanayê… Êdî dem hatiye ku mirov bi dengek pir bilind û xurtir rastiyan biqîrîne.” PARÎS

Ev nûçe 1766 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên
» RSS  » Site Map