Bi minasebeta hefteya Mafên Mirovan Baroya Îzmîrê, TÎHV, ÎHD û ÇHD’ê di civîna çapemeniyê ya hevpar de bal kiþandin ser binpêkirina mafan ên li Tirkiyeyê. Civîn li Eywana Civînê ya Baroya Îzmîrê hat lidarxistin. Ji baroya Îzmîrê parêzer Ercan Demir, parêzer Zeynel Kaya, li ser navê nûnertiya TÎHV’ê ya Îzmîrê Coþkun Ustercî û Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Alagoz beþdarî civînê bûn.
Li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar parêzer Ercan Demîr xwend. Demîr bi bîr xist ku îro salvegera 65’emîn qebûlkirina Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ye û wiha got: “Ligel vê di roja îroyîn de nirxên þaristaniyan tên binpêkirin, destkeftiyên mafên mirovan paþve diçin û ne mirov beriya mirov giranbuhabûna pere û windabûna wekheviyê tê dîtin.” Demîr da zanin ku li aliyekê bi pêkanînên neo-lîberal wekheviya civakî kêm dibe li aliyê din jî bi xizaniyê mirovan dixin nava gumana ewlehiya civakî. Demîr, diyar kir ku li Cîhanê piþtî êrîþên 11’ê îlonê bi hinceta ‘terorîzmê’ dewlet di nav raya giþtî de paranoyayeke ewlehiyê afirandin. Bi vê yekê tedbîrên xwe yên mîlîtarîst û polîsiye rêveberiya xwe ya otorîter qehîm kirine.
Demîr diyar kir ku sala 2011’an li Tirkiyeyê ji aliyê binpêkirina mafan de pirsgirêkek cidî bû û wiha pê de çû: “Di navbera salê de bi taybetî di mijara Pirsgirêka kurd de þidet û pêvçûn derket asta herî jor. Ligel vê di 2011’an de sernavên qedexeya îþkenceyê hat ixlalkirin, mudaxaleyên li dijî mafê çalakiyan, dadgehên raye taybet girtinên kêyfî û demdirêj, rojnamegerên girtî, di girtigehan de mirin, reda wicdanî, þideta li hember jinê, pirsgirêkên derdor û ekolojiyê derketin pêþ.”
Demîr bibîrxist ku li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê di 11 mehên sala 2011’an de 473 kes bi îdiaya îþkence dîtiye serî li wan daye. Demîr, diyar kir ku ligel serlêdanan 207 kes dîsa rastî îþkenceyê hatine.
MIRIN RANAWESTIN
Demîr diyar kir ku li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona TÎHV’ê ji 1’ê çileya 2011’an heta 30’ê mijdara 2011’an, di encama îþkence û muameleyên xirab de 4, di girtîgehan de 35, bi hinceta ‘guh nedan banga raweste’ 19, di encama mîtîng û xwepêþandanan de 6 kes hatine kuþtin û di encama xwepêþandanan de 271 kes jî birîndar bûne.
‘OPERASYONÊN KCK’Ê’
Demîr di berdewama daxuyaniyêde bal kiþand ku operasyonên KCK’ê siyasî ne û destnîþan kir ku hîna jî berdewam dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; Li gorî daneyên TÎHV’ê ji 14.04.2009 heta 28.11.2011 bi giþrî 4.195 kes hatine binçavkirin û 1.833 kes hatine girtin. Tenê di sala 2011 de 2.313 binçavkirin û 942 girtin pêk hatine.
Zextên li ser endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan, aþtîxwaz hatine þidandin, gelek kes hatine girtin û bi darizandinê re rû bi rû mane. Niha jî 14 rêvebern ÎHD’ê girtî ne. ÎZMÎR - ANF
Ev nûçe 261 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>