Di îlona 1996’an leþkerên Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê li bejayî û hewayî li dijî endamên PKK’ê operasyonek berfireh pêk anî û di operasyonê de 15 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan. Þahidê bûyerê ku cenazeyên endamên PKK’ê li teniþta kaniyê definkirin M.Þ.A., diyar kir ku endamên PKK’ê di operasyonê de bi çekên kîmyewi jiyana xwe ji dest dan.
M.Þ.A., da zanîn ku piþtî 15 cenaze li gel hev rêzkirin gule barandin û heta 5 mehan li wê derê hiþtin. M.Þ.A. wiha got: “Wê demê li gunde Koçika malbat tunebûn. Gundê me di sala 1994’an de ji aliyê leþkeran ve hatibû valakirin. Em jî koçî Pasûrê bûbûn. Piþtî operayon derket cenaze bi helîkopteran anin gundê Koçika û li teniþta kaniyê rêz kirin. Piþtî bi mirî gule li wan reþandin nezî 5 mehan cenaze li ser riya gund hiþtin. Leþkeran destûr neda ku welatî biçin cenazeyan defin bikin. Leþkeran bi hinceta ewlehiyê herêm li welatiyan qedexe kir. Ji tirsa leþker û cerdevanan kes newêribû biçe.” M.Þ.A. wiha got: “Yên diçûn jî bi dizî diçûn. Welatiyên bi navê Mîzbah Gezer û Þîrîn Ozturk jî zarokên wan di nava vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin cenazên xwe dîtin lê nekarîbûn cenazeyên xwe wergirin.”
M.Þ.A. daxuyand ku piþtî 5 meh þûnde Sercerdevanê bi navê Mizbah Kizilkaya destûr dan wan û piþtî destûr hate dayîn nêzî 10 kesan çûn cihê bûyerê û cenaze defin kirin. M.Þ.A, wiha got: “Me li ber kaniya gund bi qasî metreyêkê ax kola û cenaze defin kirin. Piþt re me darek liber serê wan û darek jî li bin piyê wan çikand. Þahit, da zanîn ku Sercerdewan M.K. ê kanika wekî ezraîl bû û gel jê pir ditirsiya. Þahid, da zanîn ku welatî pir ji Sercerdevan M.K. ditirsiyan û li Pasûrê wekî dewletê dihat zanîn û her tim gefê mirinê li welatiyan dixwar.
Apê Haþim Ozturk (Rênas) Emîn Ozturk jî da zanîn ku cenaze zêdeyî 3 mehan li erdê man û biraziyê wî jî di nava 15 cenazeyan de bû. Ozturk, anî ziman ku piþtî bûyer bihîst çû gund cenaze dît, lê cerdevan destûr nedan ku cenazayên xwe bigirin. Ozturk, daxuyand ku biraziyê wî di sala 1994 ‘an de tevli PKK’ê bû û di sala 1996’an de ligel 15 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Ozturk, derbirî ku dema bûyer pêk hat malbata Haþim li Stenbolê bû dayik û bavê Haþim ji bo cenaze bigirin hatin Pasûrê, lê dewlet destûr neda cenaze bigrin. Ozturk xwest BDP li ser bûyerê raweste û heyetê ava bike û biçe gora wan ji nûve çêke. Ozturk, destnîþan kir ku ew naxwazin cenazeyan ji wir rakin.
Welatiyê ji gundê Seltenê Gafûr Topdemîr jî diyar kir ku di salên 1990’an de zilma dewletê pir zêde bû û wiha got: “Me ji ber zilma dewlet û cerdevanan mala xwebar kir û em çûn Stenbolê. Beriya ku em bar bikin leþker û cerdevanan her tim bi ser mala me de digirtin û zulim li me dikirin. Topdemîr jî anî ziman ku her kes bûyerê dizane û bûne þahidê 15 cenazeyan û cihê gorê jî zanin. AMED - DÎHA
Ev nûçe 233 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>