AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

16 Aralik 2011 12:39
Vê sibehê Êlih bi qirkirina siyasî hiþyar bû

Vê sibehê Êlih bi qirkirina siyasî hiþyar bû Vê sibehê bi awayekî hemwext dîsa operasyonên qirkirina siyasî hebûn. Lêgerînên ku di serdegirtinên þaredariya Êlihê de destpê kirine berdewam dikin. Hejmara binçavkirinan derket 12'yan

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Êlihê bi ser Þaredariya Êlihê û gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Cîgirê Þaredar Hayrettîn Caymaz, Piþtevaniyê Veysel Çotak, Endamê Meclîsê Salih Altun binçavkirin û anîn avahiya þaredariyê û piþt re li Þaredariyê lêgerin pêk anîn.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Êlihê serê sibê li Êlihê, Amed, Sêrt û gelek cihên din saet di 05.00'an de bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Cîgirê Þaredar Hayrettîn Caymaz, Piþtevaniyê Veysel Çotak, Endamê Meclîsê Salih Altun binçavkirin û anîn avahiya þaredariyê û piþt re li Þaredariyê lêgerin pêk anîn. Ji ber ku der barê sedema serdegirtinê de agahî nehat dayîn. Di lêgerîna þaredariyê de Wekîlê Þaredar Dicle Tekik, Endamê Meclîsa Þaredariyê Gulistan Akel, Mustaf Tugyildiz û Hamza Ayîþ li þaredariyê radiwestin.
Li Amedê jî endamê Meclîsa BDP'ê Ercan Aslan, mala Ertugrul û hevsera wî Evin Tuncel binçavkirin. Tê gotin ku gelek kesên din jî hatine binçavkirin.
Hejmara binçavkirinên ku li Êlihê di encama serdegirtinên mal û þaredariyê de destpê kirine her ku diçe zêde dibin. Ji aliyekê lêgerînên midûriyeta Îmar û Emlakê ya þaredariya Êlihê berdewam dikin, ji aliyê din ve jî Cîgirê Þaredarê Êlihê Hayrettîn Caymaz, Þêwirmendê Þaredar Veysel Çotak û Endamê Meclîsa Þaredariyê Salîh Altun jî di nav de 6 xebatkarên þaredariyê, bi tevahî 9 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta ewlehiyê ya Êlihê. Her wiha avahiya þaredariyê û avahiya xizmetê jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Kesên ku dikevin avahiya þaredariyê jî ji kontrola nasnameyan re derbas dibin.
Navên kesên heta niha hatine binçavkirin wiha ne: Endamê Lijneya Rêveberiya BDP'ê Veysî Dîlekçî, Cigirê Serokê Teknîkê Hayrettîn Caymaz, Þêwirmendê Þaredar Veysel Çotak, Endamê Meclîsa Þaredariyê Salîh Altun, Midûrê Mûhasebeyê Abdurrahman Çagil, Midûrê Îmarê Mehmet Demîral, Endezyar Omur Saraç, Endezyara Hundirîn Serpîl Acar, Teknîker Nurî Ari, Teknîkerên Þantiyê Murat Ekmen û Huseyîn Usalan û Oktay Onatli. Hat hînbûn ku mala Endama Meclîsa Þaredariyê Çîgdem Demîr hat lêgerîn, lê Demîr nehat binçavkirin.
Lêgerînên Þaredariyê hêj berdewam dike. Di lêgerînan de gelek belgeyên fermî, klasor, CD û hardîskên komputoran jî hatin desteserkirin.ÊLIH-DÎHA

Ev nûçe 254 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.