Guler CAN - WAN
Li Wanê li þûna pirsgirêkê mexdûrên erdhejê mayînde bên çareserkirin, bi paketên alîkariyê her tim tên taloqkirin. Mexdûrên di konên havînê de li dijî sermayê têdikoþin vê carê jî li dijî þewata konan têdikoþin. Heya niha 82 kon þewitin, 5 zarokan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Welatiyên li Wanê piþtî 2 erdhejên mezin û gelek erdhejên paþing êdî heviyên xwe yên li malan bimînin winda kirin. Li Wanê hemû welatî êdî di konan de dimînin. Welatiyên ji erdhejê direvin vê çarê ji li hemberî talukeya þewat û sermayê têdikoþin. Li þûna rayedarên dewletê pirsgirêkên mexduran çareser bike, bi paketên alîkariyê yên ji meqerne, komir û cilan taloq dikin. Ji mexduran re tenê rêya rêyek hatiye hiþtin. Ew jî an koçberî, an jî mayina çadirên naylonî ye. Mexdûrên erdhejê ji ber kon negirtin li parkan bi derfetên xwe kon vedan. Kesên kon jî girtin ji ber ku konên Kizilayê yên havînê ne bi ser kon de birandayê radipêçin. Welatî bi vê yekê xwe ji sermayê diparêzin.
BI GIÞTÎ 82 KON ÞEWITÎN
Malbatên ji ber rewþa hewayê gelek sar zarokên xwe diparêzin niha jî bi tirsa þewatê dijîn. Wezîrên AKP'ê di daxuyaniyên xwe de got ‘heya dawiya kanunê dê hemû konteynir xelas bibin û li Wanê konteynir dibarin.’ Lê ligel van gotinan welatî hêj di konên havînê yên ku her roj diþewitin de dijîn. Li gorî daneyên Midûriyeta Îtfaiyeya Wanê; heya niha konên 82 malbatan þewitîn. Di van þewatan de 5 zarokan jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên fermî di þewatan de 11 kes jî birîndar bûn. Welatiyên ji ber tirsa þewatan rêbazên wekî nobet girtin û bêhn dana sobeyan pêk tînin. Ji ber mehên çile û sibatê dê rewþa hewayî hêj bêtir sar bibe welatî li hemberî talukeyeke mezin in. Hinek konteynirên li welatiyan hatin belavkirin jî ji ber binesaziya wan nehatiye çêkirin nayên bikaranîn.
Hate diyarkirin ku þewata konan bi piranî ji ber ceyran û sobeyên komirê derdikevin. Ji ber ku her tim di kon de sobeyên ceryanê hildibin û dema ku amurekî din ê ceryanê hate xebitandin ji ber zêde bar þewat derdikeve. Li aliyê din kablo û prîzên bêqelîte tên bikaranîn þewat hêj hêsan derdikevin. Prîzên nêz kon ji ber gelek germ dibin þewatê derdixin. Her wiha dema sobeyên komirê jî werdigeriyên þewat derdikeve. Konên bi îzocamê hatin dorpêçkirin bi hêsanî di nava 2 û 3 deqeyan de diþewitin. Dîsa sedema þewatan çûrîskên komir, boruyên sobeyan ên germ dibin in.
Midurê Îtfaiyeya Þaredariya Wanê Osman Acar, diyar kir ku ji bo þewat bi dawî bibin divê demildest konteynir têkevin meriyetê. Acar, anî ziman ku divê ji bo baceyên sobeyan madeyekî neyê þewitin bê bikaranîn. Acar, da zanîn ku dema þewata kon derdikeve ew nêzîk ji bin nagihîjinê. Acar, xwest ku ji ber vê yekê xwe baþ biparêzin. Acar, bilêv kir ku dema razanê divê dereceya sobeyan daxin û wiha hiþyarî da: “Berî raketinê divê teqez sobeyên komirê bên kontrolkirin. Divê çûrîskên agir navêjin derve. Divê madeyên wekî tîner, benzîn û mazot neyên bikaranîn. Divê sobeyên ceyranê bê bêhndanê bên pêxistin. Berî raketinê dereceyan wan kêm bikin. Dema tu kes li kon tune be divê teqez hemû amurên bi ceyranê tên xebitandin bên vemirandin.
Acar, da zanîn ku divê teqez zarok bi tenê di konan de neyên hiþtin û wiha axivî: “Zarok zêde ji talûkeyan narevin. Ji ber ku kon ji niþkave dest bi þewatê dike xilas nabin. Ji ber kon gelek biçûk in dema tevdigerin sobe werdigerin.” DÎHA
Ev nûçe 1200 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>