AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

11 Ekim 2011 08:00
Tolhildan tim rûken bû

Tolhildan tim rûken bû Bayê þervantiya Botanê yê ku keç û xort ber bi xwe ve dikþand, bi vê rastiyê li ser dilê ciwanên bedew dihat nexþandin û wa te jî bi ber bayê xwe dixist û xeyalê te bi gihiþtina xwe dixemiland

SADETTÎN YAÞAR


Ka kê bîra xwe dibir ew ê rojekê bi dilekî xemgîn û êþ bixwesta behsa hev bike. Qet nayê hiþê mirov lê jiyan kengî çi derdixe pêþ mirov û mirov di bin dilxemgîniyek çawa de dihele mirov nizane. Çiqas ev rastî ji rastiya jiyanê ne dûr be jî lê, mirov naxwaze tiþtekî wisa bîne bîra xwe û pê re rû bi rû bimîne. Tiþtê ku herî bi mirovan zehmet tê bîranîna hevalekî nemir e û vegotina wî/ê hevalê ye.
Gelek caran mirov nizane çima lê, dema mirov dikeve nav bîranîna hevalekî nemir û bi bîr tîne herî despêkê rûyê wan î bi ken tê ber çavên mirov. Gelo ev ji taybetmendiyê hevalan bû, yan bêrî û hesreta wan, mirov bi ber demên wêneyê kêfxweþiyê ve dibe, yan di rastiya xwe de di dil û hiþmendiya mirov de bi kedên xwe, hevaltiyek û wêneyek wisa hiþtin. Nizanim lê, ger ku yê heval Tolhildan nas kiribin û nas dikin ez bawer im eynî tiþt tê ber çavê wan jî.
Her mirov taybetmendiyê wan î li pêþ hene û bi wan kesayetiya xwe pê dide nasîn û civaka di nav de dijîn bi wan taybetmendiyên xwe dertên pêþ û nerînekê li ser xwe pê didin avakirin.
Hevalê Tolhildan jî, rê hevaltiya xwe ya bi cewher û hemû dil paqijiya xwe pirî caran di rûkeniya xwe yî bi þeng û þewq de, bi xwezahiya ciwantiya xwe tevlibûna jiyanê de vediþart. Jiyanek li ser asta hezkirina dilê xwe deyîn hevalê xwe û hezkirina hevalê xwe standin. Wekî hemû hevalbendiyê herî xweþik û bê berdêl. Çawa di tekiliyên û parvekirinên xwezayî de mirov germahiya dilê xwe bi hêsantir û bê berdêl dide hev û hevaltiyê xweþik li ser dide ava kirin. Gelek caran parvekirinek, henekek û nîþana rûyekî bi ken têr dike ku ji bo girêdaniyê bi nirx û cewher mirov deriyê dilê xwe ji hev re veke û li ser ruhê hevaltiyê bi hev bê girêdan. Ji bo vê pirî car mirov bi gotinan hewce nabîne. Tenê wê dem û kêliyê dijî, ji ber vê li dû hevalekî nemir, behsa wî û bîranînên wî kirin bi mirov zehmet tê.
Lê ka rojek were û mirov xwe deyndarê qala wan û hevalbendiya wan bike bibîne û mirov nikaribe hestên xwe bîne ziman û behsa wan ciwanên delal bike, ev bi xwe dibe xemgîniyek û dikeve nav dilê mirov.
Ger li dû vê xemgîniya min bigota hevalê Tolhildan, ez nikarin te bînim ziman û behsa te bikim min bibexþîne. Ez bawer im ew ê dîsa bi henekên xwe yî xwezayî bigota “na na zirara xwe nîn e te dikaribû behs bikira.” Ma gelo kî ji we bêtir heq dike. Çawa ji ber ew pakbûn û ciwantiya te hevalan ji te re digotin “Genco” Ma ka xwezî me karîba qala we/te bikira û hûn bi “Genco” yê welatê xwe re bida nasîn û ka binêre ew ê binasîna we çawa dilþad bibana. Lê mixabin, bîranîn û hevalbendiya we yê xweþik gelek caran tenê di dilê we yê nazkirî de hêzek û parvekirinek nivcomayî dihêle.
Dema em li cihekî ji hev dûr, min wêneyên te yê li ber alê dît, wekî ji ruh û jiyana mirov tiþtekî nema ku þûna wê bê dagirtin, kêm bibe û xwe bi tenê hîs kirinek bê deng mayî de bibine. Ew wêneyê te yê li ber alê hatibû kiþandin, wêneyek û xeberek tu heval naxwaze bibîn û bibihîze bû. Wekî çawa tê gotin, qidûm û bask li mirov diþikê. Mirov nizane çi bibêje û çi bike tenê mirov hîs dike ku êdî tiþtekî þûna wê nayê dagirtin ji jiyana mirov qut dibe. Bi dilekî sarmayî bîranîn û parvekirine mirov di ber çavê mirov re derbas dibe. Hevî û xwestek a rojek dîsa hevdu dîtin di ber mirov de dimîne. Hiþê mirov diçe ser rojên ku bi hev re hatine derbaskirin û wekî xewneke mirov naxwaze jê hiþyar bibe, di nav bîranînan de digere. Lê keder û êþa dilê mirov de vekirî wekî birînek þûna wê neyê girtin û tim li ber çavê mirov û mirov pê re bijî. Windahiya þuna wê nayê tijîkirin tîne bîra mirov.
Çiqas em ji dewlemendiya te kut evli jayana me dikir, mehrum bimînin û hesreta ew hevaltiya te yî xweþik bikiþînin jî lê, bîranîn û bêriyatekirin ew ê wekî rêhevalekî bi me re bijî. Êdî valahiya te di jiyana me de nivco hiþtibû ew ê þuna wê bîranîn û bêriya te kirin tijî bikira.
Ji bo vê dibê ez ne qala te bikim, bawer bike bêriya te li þuna xwe hiþtiye bêtir hewceyê xwe heye. Dibê em behsa bêriya te ji me re hiþtiye bikin. Ma ka te digot; “em ji bo herin Botanê tevli nav refan bûn.” Te wekî her carê disa dilê xwe bi henekî anî bû ziman, lê girêdaniya nirxên mezinahiya Botan li ser hatibû avakirin. Çawa di xeyalê te de þîn bûbû û aj dabû, te bi gotinê henekî aþkera dikir. Ma kîjan þervanî karibû dilê xwe li ber ew xeyal û xwesteka pîroz bigirta. Botan, warê bi hezaran hevalên nemir û xeyalên wan î nîvco mayî. Botan, navenda xeyala welatekî azad ku di dilê zarokê welatê wê yî serhildêr de diavêt. Botan hêz û bawerî bû. Xeyala dîtin û li Botan jiyan, mirov bêtîr nezî ew ked û nirxên pîroz ku li ser hatibû ava kirin dikir.
Bayê þervantiya Botanê yê ku keç û xort ber bi xwe ve dikþand, bi vê rastiyê li ser dilê ciwanên bedew dihat nexþandin û wa te jî bi ber bayê xwe dixist û xeyalê te bi gihiþtina xwe dixemiland. Çawa ku her di qal û oarvekirina wê de tu þah dibû û te xwe behtir nezî armanca xwe didî.
Di dawiyê de dema dilê te hatibû ku tu êdî hesreta dilê xwe biqedîne û wê bi xwe hembêz bike. Botan her dem bi kêfxweþî lehengê xwe pêþwazî dikir û wan û xeyalê wan î þîndayî di pêxila xwe de vediþart û diparast. Va tu jî gihîþtî ew Botana rengîn ku dilê te û hevalê te germ dikir. Tu ji dibûyî perçeyekê ji rengîniya wê û xwe bera himêza wê dida. Botan dibû xwediyê ciwanekî rûkenekî din û layîqî wê dilpaqij. Botan bi dilþahî te û xeyalê te hembêz dikir.
Hevalê Tolhildan di sala 2006’an de çû Botan herêma Gabarê û demeke kurt li Gabarê ma. Lê mixabin çiqas çûna ji Gabar nedxwest jî lê, ji ber pêwîstiyan ji Gabarê çû Mawayê çend mehan li Mawayê ma û di pevçûnekê de sivik birîndar bû û dîsa vegeriya Gabarê. Heta payiza dereng li Gabarê ma. Dema li Gabarê di nav hevalê li cem hev diman wekî her dayîm bi moral, coþ û rûkeniya xwe hêz dida hevalên xwe. Bi xwezahiya xwe ji ber tevli jiyanê dibû, di nav hevalan de zû dihat hezkirin.
Rojekê heval çûn karekî û bi xwe re ji bo hevalê birîndar jî hinek tiþtên þêrînayî anî bûn. Berî hevalê lojîstîkê me yek ji wan tiþtan sizma kir. Ew tiþt çiqas bi yekê kêm nedibû jî lê, ji ber ji bo hevalê birîndar hatibû em pê dudilî bûn. Lê dema em gihîþtin cihê xwe hevalê Tolhildan ji ber ew du diliya me ji ser me biavêje, di got “heval ma qey ez jî ne birîndar im, hûn min birîndar nahesibînin, ma ji min re jî tiþtê þêrîn ne lazim e?” Birîna wî sivik bû û baþ bûbû. Hevalekî dinê birîndar nemir hevalê Akif jî li wir bû. Lê heval Tolhildan wek gelek caran disa bi henekê xwe mijar da girtin.Gelek tiþtê wilo di nav jiyanê bi henekî û gelek tiþtê îro bûye bîranînên xweþ çêdibû. Ev ji bi xwe re hevaltiyek germ û jiyanek hevpar dida ava kirin. Ew mesela sizmê jî wekî henekekê bi hevalan re hat parvekirin û bû bîranînek.
Berî zivistanê hevalan xwestin wî û çend hevalan dîsa biþînin Mawayê. Heval Tolhildan hinek bê dilê xwe diçû. Heval derbekê duda ji bo biçin Mawayê ketin rê lê ji ber hinek zahmetiyan nikarî bûn derbas bûbûna. Ne þaþ be hinek kesan amûrê wan dîtibûn û birîbûn. Ji ber vê heval aciz bûbûn. Keda wan vala çûbû. Lê dema paþve vedigeriyan heval Tolhildan wek di binîr e kêfa wî dihat. Çiqas zahmetî dibejî. Min jê re got ma qey tu neçe Mawa nabi. Ka te digot nizanim em ji bo Botanê tev nav refan bûne. Wekî min pêl a dilê wî kiribe got: “Wele wê carê jî em her in û paþve vegerin êdî ez ê ji hevalan re bêjim, ez nema dixwazim herim” Lê cara dawî, li gorî dilê wî nebû. Carinan pêwîstiya peywirê li gorî xwestekê mirov nabe. Digot: “ez ê di demek nedirêj de bixwazim vegerim” Lê ew çûyîn þûnda êdî heta li cihekî ji hev dûr min wêneyê wî yê li ber alê dît, êdî mirov dizanibû ku mirov nema dikare hev bibîne.
Hevalê Tolhildan li Mawayê dawiya meha îlona 2007’an de tevî sê hevalê xwe yî din tevli nav refê nemiran bûn. Lê her roj bêriya wan î di dilan de hiþtin in mezintir dibe. Û rêhevaltiya wan û xeyalên wan î nîvcomayî di dilê hevalê wan de dIjî.

Ev nûçe 677 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Wêje
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.