VAHAP YILMAZ
Li welatê me Kurdistanê, mîna vê çîrokê bi hezaran çîrok dibe ku wê bihîstibin. Wekî her çîrokê ev çîroka li ser zar û zimanan, nifþ dewrî nifþ kiriye û hetanî îro hatiye. Li Kurdistanê her çîrokek bûyera jiyanekê bi kurtayî tîne ziman.
Di her çîrokê de qencî, xirabi, xayinti û mêrxasi tê de derbas dibe. Mirov li kîjan çîrokê guhdarî bike, bi piranî mêrxasî û þervantiya gelê kurd û xayintiya wan tê dîtin. Ji ber vê yekê, di dîroka kurdan de pir tiþtên dîrokî yên veþartî hene.
Axa, yekî bi nav û deng, fermandarê hezar û pêncsed siwarî bû. Bi qasi ku rehma wî li ser gelê herêmê hebû, ew qas zilm û zora wî jî li ser wan hebû. Belê, Mahmûd Axa, bavê Nûrê, siwarê hepsê boz, xwediyê þûr û mertalan bû. Þad û meþûdê wî di herêmê de belav bûbû. Tu derd, kul û xemê wî tunebûn lê daxwazek ji rebê xwe dixwest. Digot:
- Rebê min, xwedayê erd û asîman, qeweta te digihêje her tiþtî ku tu kurekî bidî min. Ez ê nîvê erdê gund li gundiyan belav bikim. Ya reb, tu dizanî, ez ji keça xwe pir hez dikim, lê çar rojên din ez bimirim, kesekî ku cihê min bigire tuneye…
Ji xeynî Nûrê zarokên Mahmûd Axa çênedibûn. Bi rastî Mahmûd Axa ji keça xwe pir hez dikir, lê ew wekî malxwêya malê nedidît. Nûrê, di nava hebûnê de, bi heyran û qurban mezin bûbû. Gotinek wê nedibû dudo.
Sibehê tîrêja rojê ji pala çiyê xwe bera ser gund dida. Nêçîrvanan amadekariya xwe û nêçîrê dikirin. Bêrîvan bi rê ketibûn diçûn bêriyê. Nûrê bejna xwe xemiland di pêþiya heval û xizmetkarên xwe de çûn nava baxçe, li kêleka birka avê rûniþtin, dengê wan û bilbil û þalûlan li nav hev diketin. Xweþikbûn û bedewbûna Nûrê bi baxçeyê gulan re bûbû yek. Tu yê bigota bilbil û þalûl li dora Nûrê reqs girtine. Xwe ji þaxê darekê diavêtn ser þaxê dara din.Mihemed, Mihemedê Pîrê, feqirê xwedê, belengazê çolê… Sibehê zû tajiya xwe da pê xwe û berê xwe da çolê, nêçîrê… Aboriya xwe bi nêçîrê dikir. Ji bilî pîra porspî, diran di devê wê de nemabûn, dayika wî, cotek kewê wî yê gozel pê ve tiþtekî wî tunebû. Ji ber vê yekê sibehê ji mal derdiket, heta êvarê nedihat malê.
Belê, Xelîl Axa neyarê Mahmûd Axa bû. Xelîl Axa û birayê xwe Mîr Mihemed her diçû cih li Mahmûd Axa teng dikir. Li herêmê her diçû nav û dengê Mîr Mihemed belav dibû. Mîr Mihemed ciwan û biçûkê bira bû, jîr û zana, xwînþêrîn û hezkirîbû. Lê Xelil Axa ji birayê xwe didexisî û ditirsiya ku axatiya wî ji destê wî biçe.
Hevsera Xelîl Axa Behiye, xwediyê dek û dolaban bû. Bi tinazî nêzi Mîr Mihemed dibû; dikir û nedikir nikaribû ew ji rê derxista.
Xelîl Axa li odeyê rûniþtibû, zilamên wî li dora wî kom bûbûn. Xencera zêrîn di ber wî de bû, þûrê zîv li kêleka xwe danibû. Qebeqeba wî bû, fortên xwe didan…
Behiye reviya hewþê û bû qajewaja wê. Qêrîn û hawara wê diçû erþê xwedê. Xelîl Axa û zilamên xwe baz dan derve, bala xwe dayê Behiye xwe li erdê dirêj kiriye û porê wê gijemijo bûye, fîstanê wê tev qetiyaye û xwîn ji rûyê wê diherike. Rûyê wê tev þûna qeremûçkan bû. Xelîl Axa matmayî mabû li hevsera xwe dinêrî. Behiye xwe radikir û li erdê dixist. Hêsirên çavên wê wekî peþkên baranê li pê hev dihatin xwarê. Hiþ û aqil di serê Xelîl Axa de nemabû. Çavên wî mîna pizotên agir sor bûbûn. Di ser Behiye re sekinî û got:
- Çi bi te hat? Kê li te wiha kir?
Behiye serê xwe rakir li nav çavê Xelîl Axa nêrî, sê çar caran pozê xwe kiþand, bû fiþefiþa wê û got:
- Ma ji bilî birayê te Mîr Mihemed kî diwêre wiha bike? Min nedixwest ji te re bigota, gava tu ji mal derdikevî…
Xelîl Axa gava ew gotin bihîst qudûmê wî þikest, mîna pelê çilo ricifî û di cihê xwe de rûniþt. Qederekê rûniþt bi fikar serê xwe bera ber xwe dabû. Wî jî bawer nedikir ku Mîr Mihemed tiþtekî wiha bike. Lê tiþtê bûbû jî li ber çavan bû. Ji cihê xwe rabû, gazî rûspiyên gund kirin û rewþa Mîr Mihemed ji wan re got. Rûspiyan li hev nihêrin û gotin:
- Niha tu bikujî tu yê rezîl bibî, dê bibêjin birayê xwe kuþt. Tu bi ya me bikî, wî ji gund biqewirîne, bila heta mirinê li Çiyayê Þêran bijî. Tu dizanî ev riya çûn û nehatinê ye.
Mîr Mihemed û çend hevalên xwe li mera gund bi kevirê qewetê dilîstin. Zilamek ji odeyê çû bangî Mîr Mihemed kir. Bi hev re çûn odeyê. Mîr Mihemed li birayê xwe û li heyeta dora wî nihêrî, wechê wan wekî kerafiyê bûn. Fêm kir ku tiþtek qewimiye, lê nizanibû çi bûye. Ew bêdengi ne ji xêrê re bû. Ji bêdengiyê hêrs dibû. Heyetê jî nizanîbûn ew ê çawa jê re bibêjin. Pîrê heyetê, li Mîr Mihemed nihêri û got:
- Ji ber ku te dest dirêjî… Behiye her tiþt ji me re vegot. Me jî der heqê te de ev biryar girtiye. Divê tu îro ji gund derkevî.
Mîr Mihemed nizanibû çi bibêje, an çi bike. Serê wî gêj dibû, mahdê wî li hev diket, her diçû dinya li ber çavên wî reþ dibû, êdî tu tiþt nedidît, mîna yekî felc bûbe bêdeng, çavên wî tijî hêsir ji odeyê derket. Mîna dînan berê xwe da çolê. Çend roj an ji çend saetan dimeþiya nizanîbû. Gihîþt gundekî çû ser kaniyê, ser û çavên xwe þûþt û berê xwe da odeya mezin. Derbasî hundir bû, silav li civatê kir, lê kesekî silava wî lê venegerand. Mîr Mihemed çû li serê kulav li teniþta þekalan rûniþt.
Þevbihêrk derbas bûbû. Êdî civat belav dibû. Mahmûd Axa û xulamên xwe tenê mabûn. Mahmûd Axa li Mîr Mihemed nihêrî û got:
- Birazê te xêr e? Tu ji ku tê, tu yê bi ku ve biçî?
Mîr Mihemed got:
- Axa, teyrokê li zadê me xist û tunebûnê ez anîm di vê derê re derxistim. Felekê xayintî bi min re kir, zar û zêçên min birçî ne, çavên wan li riya min e. Belkî axayê min karekî bide min ku ez aboriya zarokan pê bikim.
Mahmûd Axa li Mîr Mihemed nihêri û got:
- Birazê ji îro pêde tu yê qehweyê li mêvanan bigerîne.
Roj rojan, meh mehan diqewitandin. Êdî bîr û baweriya Mahmûd Axa bi Mîr Mihemed dihat. Li odeyê çi gotin, xeberên xêrê û ên þerê hemû dibihîst. Mahmûd Axa nexþeyê xwe da ku bi ser malbata Xelîl Axa da bigire û malê wan talan bike. Sibehê zû hêj rojê nedabû der, Mahmûd Axa dabû pêþiya siwaran ji gund derketin.
Osman Axa li hêviya roja xwe bû û ew roj hatibû, fersend ketibû destê wî. Êdî tu kesî nikaribû Osman Axa bisekinanda. Roj li asîman diçûrisand. Hayê þivanan ji bayê felekê tunebê. Hew dîtin ku di destê Osman Axa de ne. Þivanekî bi dizî bazdabû. Þivan bi halekî bêhal gihîþt mal, tiþtên bûbûn, yek bi yek ji Nûrê re vegot.
Nûrê bang Mîr Mihmed kir û got:
- Qehwevano, ez dizanim destê te, rabûn û rûniþtina te ne ya xulaman e, îro roja mêraniyê ye, roja namûs û þerefê ye. Ew qas meh in tu nanê bavê min dixwî û ava wî vedixwî. De tu yê rabe li hepsê min ê boz siwar be û xebera nexêrê bigihînî bavê min.
Mîr Mihemed serê xwe bera ber xwe da, qederekê fikirî û got:
- Xanima min, min bibexþîne ez tu caran li hespan siwar nebûme, ez feqîrê xwedê bi lingan diçim encax hefteyekê bigihêjim wê derê.
Nûrê li Mîr Mihemed nihêri û got:
- Baþ e, ez ê te li ser hespê girêbidim, da ku tu nekevî xwarê. Metirse, ew hepsê boz wê te bigihîne cem bavê min.
Mîr Mihemed li ser piþta hesp girêda… Mîr Mihemed ji malan dûr ket û þûnde, þirîta ku pê girêdabûn vekir û berê xwe da cihê talanê. Osman Axa li pêþiya talan diçû. Mîr Mihemed ji paþ re gihîþt siwarekî û ew ji ser piþta hespê xist erdê, þûr û mertalê wê rakir û wek gurê har ket nav siwaran.
Ev nûçe 1703 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>