Sibê li navça Bazida Agiriyê bi þîara 'Ez li virim û xwedî li vîna xwe derdikevim' dê mitîngek bê lidarxistin. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaþ banga tevlîbûna mitîngê li Bazidiyan kir.
Mitîngên ku ji bo operasyonên di bin navê 'KCK'ê de pêk tên þermezar bikin bi þîara; 'Ez li virim û xwedî li vîna xwe derdikevim' destpê kirine, dewam dikin. Amadekariyên mitînga sibê li Bazidê dê bê lidarxistin jî ber bi dawiyê ve diçe. BDP'iyên ku di xebatên xwe yên tax û gundan de banga tevlîbûna mitîngê dikin, îro jî li navenda navçê belavok belav kirin û gel vexwendin mitîngê. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaþ jî banga tevlîbûna mitînga Bazidê kir. Endamê Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk Mustafa Ozer der heqê xebatên mitîngê de agahî dan û got; em mal bi mal digerin û gel vedixwînin mitîngê. Heta niha eleqeyeke mezin hat nîþandan. Divê hemû Bazidî sibê tevlî mitîngê bibin û bibêjin, 'ez li vir im.'AGIRÎ-DÎHA
Ev nûçe 248 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>