AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

17 Agustos 2011 08:19
Þervan hatin…

Þervan hatin… Her ku quling derbas dibûn, Dayika Þevda derdiket ser banî, li refê qulingan temaþe dikir. Þevda dema wan zanibû bê ka kengî derbas dibin. Lê wê rojê Dayika Þevda dereng mabû. Bi dengê qulingan re, ji hundir bazda devre
Please Click Hier For Photo Gallery...

ÞERÎF DEMÎR*

Roj li ber ava bû. Bayek sivik dilibitî. Qulingan dabû du hev ber bi zozana ve diçûn. Çiyayê li piþt gund bûbû warê wan! Gava ku refê wan ji bêriyê bahata, ji bo ku bêhna xwe bidin, þevek li wî girê jor diman. Bi berbanga sibê re careke din radibûn hewa û koçê zozanan dikirin.
Quling tu caran bê wext tevnedigeriyan. Jiyaneke wan a bi rêzgerin hebû. Bi hev re koçê bêriyê dikirin û bi hev re dihatin. Tenê bi serê xwe tevnedigeriyan. Çiyayê li piþt gund, bûbû warê lisê wan, mêrgek xweþ li wî girê jor hebû. Her ku quling ji bêriya bahata, li nav wî mêrgê bêhna xwe vedidan. Þervanên azadiyê, nêçîra qulingan qedexe kiribûn. Ne dihiþtin tu kes wan bikuje.
Her ku quling derbas dibûn, Dayika Þevda derdiket ser banî, li refê qulingan temaþe dikir. Þevda dema wan zanibû bê ka kengî derbas dibin. Lê ew roj Dayika Þevda dereng mabû. Bi dengê qulingan re, ji hundir bazda derve. Bi rewþeke lez, di derencê re hilkiþiya jor. Lê dereng mabû. Þevda gelek bi vê yekê êþiya. Dereng bimîne jî, destê xwe rakir hewa li pey wan legand. Di berxwe de hêdika xwe bi xwe axivî: “Ji Þoreþê min re silavên min bêjin.”
Salê carekê diçû kurê xwe didît. Lê îsal ji ber tenduristiya xwe nikaribû biçe û kurê xwe bibîne ji ber vê yekê ew nedîtibû. Her esra derdiket li ser banî dima. Di wê demê de Dayika Þevda tu caran nedixwest li hundir bimîne.
Agirê Dayika Þevda derket bû, nexweþ bû. Xwêdanek cemidî avêtibû eniya wê. Ji ber êþa laþê xwe dicirifî. Çi pê hat nizanibû, lê ew roj qet dilê wê rehet nebû. Hisa ku di dilê xwe da didît, wekî tiþtek xirab çêbibe. Tirsa wê ya heri mezin, bimire û Þoreþê xwe nebîne bû. Nedixwest vê fikra xirab di serê wê de bimîne. Çi qas di xwest xwe jê dûr bixe jî, ew fikra xirab wekî aveke reþ li ser mêjiyê wê bela bûbû. Ew roj, ji neviyê xwe re got bû. “Bila carek min Þoreþê xwe bidiya, hedî mirin bi emrê xwedê bû!”
Dayika Þevda hê jî li qulingan dinehêri. Her du çavê wê þil bûbûn. Li ser banî di cihê xwe de rûniþt. Bayê ku ji nav dilê çiya dihat hindik be jî laþê wê hênik dikir. Beriya gund, wekî kefa nav destê xwe didît. Berî li ber çavê wê bû. Zeviyê beriyê xwe xemilandibû. Genimê þîn di bin bayê de wekî pêlê behrê diçû û dihat. Bêhna gul û sosinan difurfûriya. Dayik Þevda herdu çavên xwe girt û xwe berda nav dilê xwezayê. Wê ji dengê xwezayê gelek hezdikir. Dengê av û bayê wê rehet dikir. Gava ku diket rewþek wuha, hêdi cîhan dibû ya wê. Peþdestî di destê wê de bû. Dilê Þevdayê ku bixwesta, di xew re diçû. Gelek caran diçûn dîroka xwe. Dîroka wê, her çiqas tunebûn û zor û zehmetî derbas be jî, tiþtê baþ ji hebûn. Wan biranînan yek bi yek daniya ber çavê xwe. Wê ji wekî qulingan war bi war digeriya û koç dikir.
Baran hurik hurik dibariya. Dayika Þevda hê jî di nav wan xeyalan de bû. Bi girina Badoyê din re hat ser hiþê xwe. Gotinên Bado, bala Þevdayê kiþand. Bado ji girê jor hat xwarê. Gundiyan ku dengê Bado bihîst, ji hundir baz dida derve. Gel hêdi hêdi li peþiya gund topê ser hev dibûn. Bado di qêriya û digot; ‘aþtî hat, aþtî hat. Þervanên azadiyê tên.”
Bado gava ku behsa þervanên azadiyê kir, dayika Þevda rabû ser xwe. Hema bi lez di derencê re hat xwarê. Dilê wê, wekî daholek lê dida. Ew çend sal e li benda rojek wiha bû. Ji bo jiyanek wekî hêvî û azad, bi dehsalan e þer dikin. Xwesteka wan, wekî gelên cîhanê bi nasnameyaa xwe bijîn, e.
Kêfa Dayika Þevda hatibû cih. Êdî çavên wê dê ne li çiya, ne jî li girtîgehê bûya. Azadbûna welat, azadbûna wan bû. Mirin bûya jî, mirinek bi rûmet dixwest.
Badoyê din hêji diqêriya: “Þervanên azadiyê tên.” Dayika Þevda ne dixwest li paþ bimîne. Derket pêþ. Þervanan dabû pey hev, ji girê piþt gund hatin xwarê. Tevahiya þervanê azadiyê bi çek bûn. Jina destê xwe dida ber devê xwe, tilîlî dikþand. Di demeke kin de, meydana piþt gund bûbû wekî roja meþherê. Te derzî baveta hewa, ji mirovan ne diket xwarê. Ruyê gel biken bû û di nav coþiyê de bûn. Gelek dayika, ji kêfan difiriyan.
Pêþiya þervanan gihîþt gund. Dayika Þevda yek bi yek þervanê azadiyê hembêz dikir. Þervanên jin, serê keziyên xwe bi kesk û sor û zer xemilandibûn. Li gund, þahî dest pê kiribû. Dengê daholê di singa çiya de doleng dikir. Badoyê din derketibû pêþiya þervanan dileyist. Bado jîr bûbû. Qêrîna coþ û peroþê erd û ezman dihejand. Kêfa hemûyan di cih de bû. Ev roj ji bo gel, rojek taybet û girîng bû. Di rojek wiha de, mafê herkesî hebû bi þahî be. Bado piriya xwe li ber daholê di hejand, di xwêdanê de bûbû wekî av. Dirûþma Bado guherîbû digot: “Gundino rabin dîlanê, dilana me kurdan e.”
Dawiya þervanan jî êdî gihîþtibû. Di nav wan þervanên azadiyê da þoreþ tunebû. Dayika Þevda gava ku Þoreþê xwe nedît, wekî tiþtek di nava dilê wê de biqete, ma di cihê xwe de. Rengê wê guherî. te di got qey Þevda berdane bin birekî kûr. Bêhna wê çikiyabû. Hema di dilê xwe de digot: “Ka þoreþê min? çi jê hat” Çavek wê li ser þervanan bû, çavê din j ili girê jor bû. Lê Þoreþ ne di nav hevala de, ne jî li girê jor xuya dikir. Wekî çiyayek bibin ser piþta Þevdayê xuz bû. Her dû çongê wê qitufîn. Qiwet di çokê wê de nema. Rewþa ku tê de bû, nikaribû yek gavek bavêta. Bi wê rewþa xwe, ne gengaz bû bimeþiyana!..
Piþtî çend deqeyan, Þevda xwest ku xwe ji meþê re bicerbine. Lê kir ne kir nikaribû gavek bavêta. Di cihê xwe de rûniþt. Xwest biqîre û hewar. Lê deng jê nehat. Wek ker û lala bêdeng ma. Ni zan bû çi bike. Wisa ket rewþek xirab bigiriya an bikeniya wê ji nizan bû. Serê xwe bilind kir li ezmanê bê dawî nihêri. Ezmanê þin, li ber çavê wê reþ bû.
Þevda çiqas di cihê xweda ma, ne diyar bû. Bi dengê Bado re hat ser xwe. Ziviri bi ser Bado ve. Bado li ber piyan sekinî bû. Bi rûyek ken tilîliya xwe girê jor nîþan da. Dayika Þevda zivirî li girê jor mêze kir. Mirovek xwe dabû girê jor sekinî bû. Þevda nas nekir ew mirov kê ye!.. Gava ku bado behsa Þoreþ kir dayika Þeyda hat ser xwe. Dewxa wê çû. Ne ji Bado bûna, ew ê biketa xwarê. Cihên li dora xwe diziviri. Ew mirov, ji girê jor kire xwarê.
Bi rewþek lez ber bi wan dihat. Dayika Þevda, êdi nikaribû xwe bigirta. Hestrê çavên wê, wekî baranê dihat xwarê. Wê demê da qefesa singê wê ji dilê wêra teng dihat. Þevda ber bi girê jor ve bazda. Badoyê din da du wê û meþiya.” Þoreþ hat, Þoreþ hat.” digot.
Riya çend deqeyan bûbû riya saetek. Dayika Þevda dikir ne dikir gavek tenê peþta nediçû. Kevirên biçûk, di çavên Þevdayê da wekî çiya xuya dikir. Çiqas tiþt hebû, li pêþiya wê di bû asteng. Wisa ket bû rewþek, êdi nikar bû paþde ji biçûya. Çavên wê tarî bû. Çi jê hat nizanibû, lê êdi êdi cihan li ber çavên wê reþ dibû. Di cihê xwe de neçar ma. Gewriya we ziwa bû. Serê wê wekî kewara mêþan bûbû. Êþa laþê wê, gihiþt bû asta heri bilind. Kê di rewþa wê de bûya, niha ji zû ve ji ser hiþê xwe çûbû.
Demek dirêj di cihê xwe da ma. Li ser heremê bê dengi ki kur dest pê kir bû. Ne dengê daholê, ne ji dengê tiþtek din dihat. Mirov digot qey, xeyn ji wê tu kes di wi heremê da jiyan nabe. Di wê tariya reþik de carek du car kir qêrîn. Lê tu kesê bersiv neda. “ Na na. Kes di vê heremê da jiyan nabe.” Xwe bi xwe. Di cihanek tarida tenê bi serê xwe bû. Ji bela tariyê nikaribû bimeþiya.
Dengê sitranek dihat. Dayika Þevda guhê xwe da wi dengê û gohdari kir. Kenek li ser ruyê wê belav bû. W êvi dengê zani bû dayika wê ji wê stranê hez dike. Dayika Þevda giriya. Êdi nikaribû xwe bigirta. “Gelo keça min kênga ji girtîgehê derket? Ez çima wê nabînim?” got. Xwe bi xwe. Dem çiqas derbas dibû, dengê keça wi jê dur diket. “Na keça min ya delal neçe” giriya. Lê dengê wê der neket.
Baran geþ bû. Qirina ewr, erd û ezman di hêjand. Baranek ecêp dibariya. Dayi Þevda di temênê xweda tiþtek waha ecep nedit bû. Te di go qey tofana nah rabû bÛ. Bêhna Þevdayê çikiyabû. Çavê wêi diþewiti. Bi dengê dayika Saryayê re Þevda hat ser xwe. Gava ku çavên xwe vekir, xwe di bin çadirê aþitiyê da dit. Bin çadirê tiji gaza kimyevi bû bû. Çavên wê diþewitîn. Ji hêlek din de ji av bi ser wan da dihat xwarê. Þevda fem kir ku tiþtê ku dit tev xew bû. Sarya bi destê wê girt rakir ser piya. Bi lez derketin derve. Ji buna ku polis çadira aþitiyê nebin, ciwana ber xwe oli da. “Berxwedan Jiyane” di got kalê heftê sal.
*Ji Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 ya Kocaeliyê

Ev nûçe 1724 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Wêje
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.