SELAHATTÎN ÇAM
Ciwanên gund li binê dara Ziyaretê civiyabûn; ketibûn nîqaþên bê ser û ber. Lewra îro sal diqediya û salê cihê xwe didan sala nû. Gerek îþev þahiya sersalê li dar bixistana. Þêwr û miþêwra wan li ser þahiya îþev bû. Dixwestin sala nû ji her salên din xweþtir pêþwaz bikin.
Serokciwan:
- Gere em bûk û zava çêkin. Ji bo zava em kî bin dibe; dibe ne xem e. Lewra em ê zava hinek kal bikin; ji hiriya spî rî û simbêl çêkin, serê wî bi ard gewr bikin. Lê ji bo bûkê keçeke bedew lazim e. Em ê kê bikin bûk?
Serkar:
- Ji bo bûkê, ez keça kirîvê Mano Kristînê difikrim. Ji Kristînê rindtir di darê dinê de keç tune ne.
Jêhat:
- Em ê bi çi awayî ji mamê Mano re bêjin û wî pê qayîl bikin?
Rûzêrîn:
- Em û ew cîranê hev in; ez ê ji xaltîka Marê re bêjim. Xaltîka Marê pir henûn e, ê me neþikîne.
Serokciwan:
- Apê Mano jî ji sersalê zehf hez dike; ê dil bike ku keça wî bi me re tevlî þahiya sersalê bibe.
Dema roja zivistana lawaz xatir ji gund xwest û tariya êvarê ket ser gund; Kristîna bi çavên xwe yên kilkirî, bi dev û lêvên sor, bi porê xwe yê reþ ê mîna marê reþ ê nav dîbê, bi bejn û bala xwe ya xemilandî hat nava ciwanên gund. Krîstînayê bi dengekî bixwe ewle got: “Ez amade me.”Gerek zava jî li gorî rindiya bûkê bûya. Xortê gund ê herî xweþik û çeleng, Jêhat hat hilbijartin.
Di berêvarê de xort û keç, li mala xaltîka Marê civiyan. Bûk xemilandin. Zava amade kirin; rih û simbêl ji hiriya spî ya wek berfê çêkirin. Porê wî arvan kirin.
Xaltîka Marê:
- De hadê xort û keçên min ê delal! Ez we bibînim; sala kevin bi xweþî birêkin, sala nû jî bi coþ û peroþ pêþwazî bikin. Bila sala nû ji me razî be. Ji me re xweþî, baþî û bextewariyê bîne.
Bi destpêka þevê re ciwan ji mala apê Mano derketin û bi Taxa Jor de meþiyan. Tariya þevê bi derketina heyvê re vegeriyabû roniyê. Roniyeke xweþ û zelal. Heyvê ronî didan berfa ku îro heta êvarê barîbû pirtir dibiriqand. Bûk û zava ketibûn milê hev, li hêla çepê bilûrvan, li aliyê rastê jî daholvan û girse li pey wan, dengê bilûr û defê tevli dengê dûrikê berbûyan dibûn û gund dilerizandin. Girse bi vê helahelayê ve gihîþt mala xalê Berfo.
Xalê Berfo berê serokê ciwanên gund bû. Ciwanan gotin: “Ked û emega wî li ser me hemûyan heye. Divê em berê wî ziyaret bikin û dilê wî xweþ bikin. Xan û mana wî þeng bikin.” Xalê Berfo deng û awaza wan çawan bihîst rabû ser xwe bi hêz bi laqî wan de hat. Dema xortaniya xwe û þahiyên berê bi bîr anî û ji zava pirsî:
- We vê keça rind ji ku peyda kir, gelo di gundê me de keçên ewqas rind hene?
Serokciwan:
- Belê apê Berfo keçikên gundê me tev, bedew in. Bûk jî keça apê Mano ye.
Xalê Berfo:
- Xwedê rindiya wê bêdawî bike.
Got û bi destê bûkê girt û dawetî hundir kirin. Odeya xalê Berfo bi dengê def û bilûrê dihejiya. Apê Berfo destmala kesk û sor li ba dikir û dîlan digerand. Bi kêfa dilê xwe di serê govendê de reqisî heta ku girse westiya. Piþtî ku xort û keçan govend betal kirin, xalê Berfo bi destê hevala xwe girt û rakir reqsê. Ew hevjîna xwe bi saetan reqisîn. Ciwanan ji wan re li çepikan dixist û ew reqisîn heta ku xwîdan di ber lingên wan re avêt. Serokciwan xatir ji xalê Berfo xwest û girse ji malê derket.
Alaya þahiyê berê xwe qiyame kir û ber bi þikeftan ve giran giran mîna çemê Dîcleyê bi nazenin di nav bêdengiya þevê de diherikiya. Malên ku li ser riya wan bû, tev ziyaret dikirin û ev çîvanok digotin.
“Serê salê binê salê
Xwedê bereketê bike malê
Serê salê binê salê
Xwedê kurek bide bûka malê.”
Dengê wan tev li dengê def û bilûrê dibûn; li dîwarê malan diket û bi ser wan de vedigeriya. Elaleta þahiyê mal bi mal digeriya; bi stran û govenda xwe gund þên dikirin. Di rêzê de mala xalê Semîr hebû. Xwestin ku li derî xin; lê zava nedixwest ku biçe vê malê; lewra navbera van her du malbatan tune bû. Di nav wan de dijminatî hebû û bi salan bû ku bi hev re nediaxiviyan.
Jêhat:
- Ji mêj de ye ku em bi hev re naaxivin. Em ji bav û kalan de neyarê hev in. Ez naxwazim di deriyê wan re têkevim hundir.
Serokciwan:
- Hevalê hêja! lê dibe ku em di ser mala apê Semîr re bibihurin derî lê venekin û hal û demên wî nepirsin? Ev hewl ji me re dest nade.
Dêmgul:
- Em gundî tev wek malbatekî ne; em hemû ji hev re heval û hogir in. Þaþitiyên ku mezinên me kirine gere em nekin. Em cudatiyê nekin û herin tewayê malan.
Kristîna:
- Ez jî dixwazim biçim mala xalê Semîr. x
Di pey van gotin de alaya þahiyê, pihêt tev û def û bilûrê ket hundir. Serokciwan bi destê xortê malê girt û destê wî kir nav destê zava. Bûk, zava û Kendal li ber dahol û bilûrê govend girtin heta ku westiyan.
Her kes bi vê lihevhatinê kêfxweþ bû. Nemaze jî xalê Semîr û hevsera wî. Xalê Semîr berê xwe bi ciwanan de kir û got: “Ê ku me mezinan di sed salan de nekir; we ciwanan îþev kir; êdî neyartî qediya, dostaniya mayinde dê dest pê bike.” Kurê xalê Semîr Kendal jî tevî alaya þahiyê bû û tev derketin derve. Derve pir sar bû; berfê erd spî kiribû mîna cawê çitexas erd pêçandibû; berf ji erdê metreyekê bilind dibû. Vê sar û seqemê hukim li alaya sersalkan nedikir; lewra wan li mala xalê Semîr cemîle xwaribû; xwîn û hinava wan germ bûbû.
Bûk û zava ligel dahol û bilûrvan dimeþiyan; li pey wan jî elaleta þahiyê bi dengê def û bilûrê û bi awazên stranên wan gund dihejiya. Hatin bi ser qelaþtoka birûskê de sekinîn. Îsal di yekê gulanê de, birûskê erd qelaþtibû û mîna þikefteke bêbinî vekiribû; kesî/ê nizanîbû ku kûrahiya wê çend metre ye.
Govend li ser vê rastê xweþ û geþ bûbû. Di demeke ku her kes bilî govendê bûbû û haya kesê ji kesî nemabû, berfa binê lingê Krîstînayê qeliþî û bûk di þiqarê re cûmî qelaþtokê bû. Hundirê qelaþtokê kûr wek bîra bêbinî, tarî û zelemat ; wek þeva payîza dereng bû.
Xof ketibû canê Krîstîna û mîna tûra nav avê diricifiya. Li jor dengê Jêhat di guhê wê de diçingiya: “Lez kin, bilezînin! werîs û kindir werînin; em bi hev xin û ez xwe bavêjim binê þeqarê, xwe bigihînim bûka delal. Krîstîna ji alîkî de ditirsiya û direhiliya, ji hêleke ve jî guhê xwe bel dikir û bala xwe didan dengên ku ji jor de dihatin. Kurtejîna wê mîna sîdiyeke ku di vê þeva hanê de hatibû qeydkirin, di ber çavê wê re bi lez derbas dibûn. Zarokatiya wê lîstikên wê yên bi bebikên porzer û çavþîn re, di cejnê de hêkên bi rengê sor boyaxkirî wê û keçên wek wê diqeþaltin û bi nanê tenûra binê tihokê dixwarin. Krîstana bi dengê Jêhat, li xwe varqilî û ji nav gelî û newalên xeyalan derket.
Jêhat:
- Hevala delal! Em pir tirsiyan ku tiþtî bi te bibe.
Kendal:
- Xwedê li riyê me nêrî ku tu silametî û ji vê belayê rizgar bûyî.
Jêhat:
- Hadê! zû bike. Werîs li nava xwe girêde û bi diyar bikeve, heval tev bêsebir li benda te ne.
Dema ku Krîstîna bi diyar ket, tevahiya girsa sersalokê bi kêf û coþ dest bi stranê kirin. Dengê strana wan bi ser gund ve li Binê Bostanan diket û paþ de bi ser wan de dihat û li Diyarê Gund belav dibûn…
Ev nûçe 2814 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>