Berjîn TÊKOÞER - MEXMÛR
Gundê Hîlal xwedî erdnîgariyeke pir dewlemend e. Gund ji sê aliyan ve bi çiyayên bi heybet hatiye dorpêçkirin û milekî wê jî gelî ye. Di gundê Hîlal de du çem derbas dibin, yek bi milê zozanan ve û ya din jî bi milê gundê Mijîn ve diherike. Her deverê gund dar û þînahî ye ye. Rezên gund, jixwe bi nav û deng in. Gundê Hîlal her wek nav û heybetiya xwe xweþ û dewlemend e.
Dayika Fatma dema çîroka jiyana xwe bi me re parve dike, behsa rojên ku gerîlayan dibine û xeyalên xwe yên welatek azad ku qet ji bîr nake wiha vedibêje: “Min pir caran daxwaz dikir û digot, ‘Ma dê çibûya ku rojekê ala Kurdistanê li ser van çiyan û mêrgan bilind biba û me jî bi serbilindî lê temaþe kiriba.’ Dema min ew xeyal dikirin rojekê ji rojan min dît ku li ser wan çiyayên bilind ber bi me ve alek hatiye daliqandin û me xwest ku nêz bibin da ku vê alê ji nêz ve bibînin. Vê demê min dît ku hin kesan xwe ji mêrgê berdidin xwar û ber bi me ve tên. Ez bi lez û bez çûm malê û min çaya xwe danî nav pêtên agir, min xwarin amade kir û ez mam li bendê da ku heval an jî bi gotineke din þervanên azadiyê bên. Piþtî ku demek derbas bû du heval hatin mala me. Hevalan xwarin û çay vexwarin û bêhna xwe vedan. Ez ji gotin û nêzîkatiyên hevalan pir bi bandor bûm. Cara yekê ku min heval nas kirin ez pir kêfxweþ û hestiyar bibûm. Dema heval hatin her kesekî tiþtek digot, hinekan tenê navê wan bihîstibû, hinekan ew qet nas nedikirin; hinekan jî nav û destanên qehremaniya wan pir ji mêjve bihîstibûn.
PIÞTÎ WÊRANKIRINA GUND…
Dayika Fatma bi kelogîrî dest bi çîroka koçberiya xwe dike û wiha dibêje: ‘Em du bira, xwedî bîst nifûsan bûn. Me ji derveyî du betaniyan nikarîbû tu tiþtî ji mala xwe bînin. Me pezê xwe yê mayî girt û em ketin ser rêya koçberiyê. Piþtî rêwîtiyeke zor û zehmet em gihîþtin cihekî ku jê re digotin, ‘Bihêr.’ Bihar bû û baraneke dijwar dibariya. Her der herî bû û tu tiþt tune bû ku em zarokên xwe biparêzin. Min kurtanek anî, zarokên xwe xistin bin wî kurtanî û qetek naylona spî bi ser wan dakir. Heta sibeyê zarokên me di bin wê naylonê de þil û perîþan bibûn. Piþtî çend mehan ku em li wê derê di nav wan zor û zehmetiyan de man, ji me re konek hat. Di bin wî konî de em çil û pênc kes diman. Tu zorî û zehmetî nema ku me nedît. Me li wê derê jî tiþtên xwe bar kir û em çûn cihekî ku jê re dibêjin Bêsivê. Rêwîtiya me her ku diçû dirêj dibû. Ji Bêsivê bigre heta Etrûþ, ji Etrûþ bigre heta Nînova û ji Nînova jî rêwîtiya me ber bi Nehdarê dom kir. Her rêwîtiyek bi xwe re êþ û keder jî zêde dikir. Zor û zehmetî ne bes bûn wê carê bi dehan kesên me li wargehê hatin kuþtin.
GOTIN TÊRÎ NAKIN
Dayika Fatma her behsa êþ û kedera ku qet bandora xwe li ser winda nekiriye dike, ji nû ve zindî dibin. Ev jî dibû sedem ku gotinên wê di qirika wê de bimînin. Piþtî ku demekê sekinî dîsa dest bi gotinên xwe kir û wiha çîroka berdewam kir: “Di nîvê þevê de me tiþtên xwe li piþta xwe kirin û em ketin ser rê. Bawer bikin tiþtên ku me jiyane, ne bi gotinan tên ziman û ne jî dem têra vegotina van êþên me dike. Xwezî her tiþt wek dîmenekî zindî bûya û her kesekî ew tiþt dîtibana. Piþtî meþeke dirêj û zehmet em gihîþtin Nînova. Li Nînovayê jî êþ û kederên me bi dawî nebûn. Ango li wir jî birçîbûn bêavî û kuþtin her berdewam kir. Rojekê xeber hat ku vê êrîþî wargehê bikin. Me bi lez û bez amadekariyên xwe yên çûnê kir. Bê ku em tiþtekî bibin em dîsa ketin ser rêyeke din. Wê carê jî rêwîtiya me ber bi Nehdaran ve bû. Nehdaran li ser sînorê Iraqe bû. Leþkerên Sedam sînor girtin û nehiþtin ku em derbas bibin. Em neçar man ku li wir bimînin. Wê þeva ku em li wir man baraneke dijwar dibariya tu tiþt nebû ku em ji xwe re bikin stargeh.
Dayika Fatma wiha dirêjî da axaftina xwe: Wekî her carê me dizanîbû ku dîsa rêyeke dirêj û nediyar li pêþiya me ye. Me tiþtên xwe bar kirin û em ketin ser rê. Wextekê me dît ku em anîn deþteke rût û tazî. Li wê deþtê ji derveyê toz û dûpiþkan tiþtekî din tune bû. Bi qasî çirûskekê þînkayî û av jî tune bû. Ango em anîn Deþta Mexmûrê. Zarok ji têhna digiriyan û ji tirsa dûpiþkan kesî newêrîbû xew bike. Jixwe gelek zarokên me li Deþta Mexmûrê, ji bêaviyê, toz û ji dûpiþkan mirin. Gelek zarok ji ber ku li avê digeriyan ji têhna dimirin.”
ÞÎNKAYÎ HER TIÞT E
Dayika Fatma ku vê kêliyê pir hestiyar bû got, “Ji bo ava vexwarinê me tenekeyên xwe digirtin û em diçûn Mexmûra Jêr. Ango wekî ew dibêjin, Mexmûra Ereban. Em derî bi derî digeriyan da ku kesek derî veke û avê bide me. Rojekê dîsa ez û jintiya xwe çûn ku avê bînin, kesekî derî li me venedikir; paþê me nihêrî jinekê derî vekir û em çûn hundir, jintiya min li wir rûniþt û dest bi girî kir. Jina malê ji min pirsî: ‘Ka çima hûn digirîn?’ Min jê re got ku li gundê me du çemen mezin diherikîn û ji ber denge avê me nikarîbû xew bikin, lê îro jî em di vî halî de ne. Ma em çawa negirîn. Ji ber germahiya zêde heta ku em digihîþtin cihê xwe me nîvê avê vedixwar.”
AVAKIRINA JIYANÊ
Dayika Fatma bi van gotinan dawî li çîroka xwe tîne: “Me li vir jiyanek ji tunebûnê, da avakirin. Me ev der kir cihê jiyanê. Tevî ku ava me tune bû, me dar çandin û her der kir þînkayî. Pir caran dema me destên xwe diþûþt ji bo ku av xisar nebe em diçûn ber daran û bi vî awayî, me dest û rûyên xwe diþûþt. Jixwe em fêrî dar û daristanan bibûn û bê þînkayî me nikarîbû em bijîn.” ANF
Ev nûçe 358 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>