Endama parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê ya YNK’ê Berîwan Serheng bal kîþand ser operasyonên leþkerî. Serheng diyar kir ku li dijî operesyonên Artêþa Tirkiyeyê yên derveyî sînor in û wiha axivî: “Tirkiye sînorê baþûrê Kurdistanê îhlal kiriye û mafê wan nîne ku welatiyên me qetil bike. Gel bi kuþtinê jî tune nabe. Çareserî tenê bi diyalogê gengaz e. Em dixwazin ku ji bo xelkên wanê yên ji erdhejê zirarê dîtine parlamentoya Kurdistanê alîkariyê bike.”
Serheng, diyar kir ku operasyonên Artêþa Tirk ên li hemberî sînorê Herêma Federal a Kurdistanê û polîtîkayên ku li hemberî pirsgirêka kurd di meþînin tu carî qebûl nakin. Serheng wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelên ku di nava tirkan de ku dibêjin ‘ez kurd im’ û di nava rejîmê de xwe vedibêje û mafê wê heye ku azad bijî. Lê mixabin heya niha ev rejîm bi xwezayî û li hemberî van xwestekan bêdeng maye û tu carî kurdan nabîne. Ji ber vê yekê kesên ku dibêjin em demokratin vê rejîmê wek demokratîk nabînin hene. Di nava vê rejîmê de mafê gelê tirk heye lê yê gelê kurd nîn e. Ji ber ku dewlet cuda nêz dibe û ji ber ku na xwaze gelê kurd bi azadî bijî.”
‘BI MIRINÊ GEL TUNE NABE’
Serheng, da zanîn ku ez li hemberî êrîþên dewleta tirk yên ser sînorê Herêma Federal a Kurdistan û wiha nêrînên xwe domand: “Min tu car nexwestiye ku difina yek kurdekî jî xwîn bibe. Çi li Bakur be, çi li Baþûr be. Ji ber ku em hemû mirovên yek welatî ne û em li erdnîgariya Kurdistanê dijîn.
Ji ber ku tu mafê tirkan nîn e ku sînor derbas bike û gelê me qetil bike. Pirsgirek tenê bi riya ku her dû alî bên gel hev li ser maseyê bi diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Xwesteka me ji dewleta tirk ewe ku li Baþûrê Rojhilat û Rojhilata Anatolyayê jî kurd dijîn.
Ji ber ev erdnîgarî aydê van mirova ne û divê mafên wan bê dayîn ku bi awayekî azad li ser vê axê bijîn. Pirsgirêk di çarçoveya diyalogê de divê bê çareserkirin. Bi kuþtinê tu gel tune nabin. Divê dewleta tirk baþ bizane yek kes jî bimîne ew gel heye û dijî.”
JI BAÞÛR ALÎKARÎ
Serheng wiha dawî anî axaftina xwe: “Bajarê me yê Wanê ku felaketa ku derbas kirî ji her kesî re sersaxiyê dixwazim û derbasbûyî be. Em wek parlamento ya Federal a Kurdistanê ez dixwazim em komîsyonekê bi afirînîn û Wanê ziyaret bikîn kesên ku li wir birîndar bûne binin vir tedawî bikîn û alîkariyê jêre bikîn.” HEWLÊR-DÎHA
Ev nûçe 1036 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>