AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

11 Aralik 2011 07:59
Sala kuþtin, girtin û binçavkirinê

Sala kuþtin, girtin û binçavkirinê Bi minasebata Hefteya Mafên Mirovan, li Amed, Êlih, Sêrt, Wan û Colemêrgê çalakî û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku di hemû qadên jiyanê de mafên mirovan û xwezayê hate binpêkirin

Li Amed, Êlih, Sêrt, Wan, Colemêr û Stenbolê bi wesîleya Hefteya Mafê Mirovan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate gotin ku ev sal sala kuþtin, girtin û binçavkirinê bû
ÎHD, MAZLUMDER, TÎHV, Baroya Amedê û Odeya Tebiban bi minasebeta 10-17'ê kanûnê hefteya mafên mirovan ji AZC Plaza heta Parka Koþuyolu meþek pêk anî. Kom heta Abîdeya Mafê Jiyanê meþiyan. Li ser navê komê Sekreterê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, daxuyani xwend.
Bîlîcî bîlançoya binpêkirina mafên mirovan bi raporê aþkere kir û wiha got: "Di 10 mehên ewil ên sala 2011'an de di navde polîs, leþker û endamên HGP'ê bi tevahî 264 kesan di þer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. 288 kes birîndar bûn. Dîsa di teqînan de 60 welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 196 welatiyên sivîl birîndar bûn. Dîsa li herêmê 224 gorên komî hatin vekirin û hestiyê aydî 3058 kesan hatin derxistin. Di 10 mehên ewil de li herêmê 5331 kes hatin binçavkirin û 1589 kes hatin girtin. Dîsa 649 zarok hatin binçavkirin û jê 187 zarok bûn. Girtîgeh hemû tijene. Piþtî 30'yê hezîranê ev hejar gihiþtiye 124.074'ê. Hejmar zarokên girtî 2290 e. Hejmara girtiyên nexweþ 263 ye. Ji vana 135'ê di sînorê mirinê de ne. Li gorî 10 mehên dawî 1337 kes di bin îþkeceyê rastî îþkeceyê hatine. Her wiha þîdet, tecawiz, tacîz û kuþtina jinê jî derketiye asta herî jor."
SÊRT: ÎHD'a Sêrtê jî daxuyanî da çapemeniyê. Tevî endamên ÎHD'ê hevserokê BDP'a Sêrtê Seraceddîn Kayran, cîgirê þaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn, Þaredarê Misircê Necat Yýlmaz, Þaredarê Dihê Melih Oktayý, û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydýn daxuyanî da û got; di sala 2011'an de mijarên wekî; îþkence, dadgehên rayeya bilind, binpêkirina darizandinên adilane, girtinên keyfî yên demdirêj, mafê azadiya fikir û xwevegotinê, girtina rojnamevanan, mirinên li girtîgehan, reda wicdanî, tundiya li hemberî jinê, pirsgirêkên dorhêl û ekolojiyê û windahiyên aborî û civakî ketin rojevê.
ÊLIH: MAZLUM-DER'a Êlihê bi boneya 10'ê Kanûnê roja mafên mirovan li avahiya þaxê daxuyanî da çapemeniyê. Tevî endamên ÎHD'ê Endam û rêvebirên Egitim Sen, SES, odeya dikandar û seneetkar û odeya bijîþkên Êlihê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Piþtî ku Serokê þaxê Hasan Argünaga li ser girîngiya heftê daxuyanî da, Endama teþebûsa Tirkiyeya bê teqemenî Hulya Ozevin, der heqê teqemeniyan de axivî û got; divê xebatên daneyan a ji destpêka çandina teqetemeniyan heta niha bê kirin. divê pêdiviyên kesên ku ji teqemeniyan birîndar bûne bên tespîtkirin. Ji bo van kesan jî bernameya çalakiya netewî bê pêkanîn.
WAN: ÎHD’a Wanê jî bi wesîleya hefteya Mafê Mirovan li baxçeyê Qesra Çandê daxuyaniyek da. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHD Wanê Omer Iþik diyar kir ku di sala 2011’an de ji felatên xwezayî yên li Cîhanê pêk hatine bi sedhezaran mirov terkî qedera wan hatine kirin û wiha got: “Mirovahî di warê starbûn, tenduristî, kar, perwerde, xwedîbûnê de mexdur bûye. Li Wanê piþtî erdhêjê birînên gel nehatin pêçav û mafên wan hatin binpêkirin. Ji bilî erdhêjê pirsgirêka demokrasî û mafê mirovan jî pirsgirêk herî girînge. Di navçeya 1’ê çîle û 28’ê mijdarê de 101 leþker, 163 mîlîtan, 21 sivîl, 32 polîs, 13 cerdevan bi giþtî 330 kesî jiyana xwe ji dest daye.”
COLEMÊRG: Bi heman munasebê ÎHD a Colemêrgê jî daxuyaniyek da. Nûnerê ÎHD’ê Þevket Akdemîr diyar kir ku ji roja ku ÎHD hatiye avakirin heta niha pirsgirêk mafê mirovan û demokrasiyê ya tirkiyeyê anîne rojevê û wiha got: “Sedema sereke a van pirsgirêka kurd, zimanû azadiya wîjdaniye.” Serokê Baroya Colemêrgê Kutbettîn Bayazît jî di daxuyaniyê de diyar kri ku mafê mirovan her diçe binpê dibe û wiha got pirsgirêk esas ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. DÎHA

Ev nûçe 326 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.