MESÛT BOTAN
Çend sal derbas bûbûn, çend payîz, zivîstan û bihar, min çi qas bêriya we kiribû. Dema ku min þev li asîmanan dinêrî hûn dihatin bîra min zarokatiya me dihate bira min. Ew berçavka hevalê Ronî, ew qabanê Teyrê Baz ê digotin yê Denîz Gezmîþ, Ew Robarê evîndarê zimanê kurdî. Ew rojên li gund me bi hev re derbas kirî, ew lîstika kêlanê, ew sûlava herdem bûyî hewzê me yê avjeniyê.
Sibe zû bû, ez bi dengên ewran hiþyar bûm, ewrên reþ û tarî li seranserê gundê me belav bûbû. Xemgîniyek kete dilê min, ez derketim nava gund, gund bêdeng bû, heç ku tu kes tê de nema bû. Piþtî çend xûlekan ji min re gotin hevalên te Robar, Ronî û Teyrê Baz þehîd bûne. Min bawer nedikir, lê rastiyeke jiyanê bû hertim tehl bû. Hevalên min ên zarokatiyê, rêhevalên min ên doza pîroz piþtî çend salan çiyayên welatê min ê bedew xatir xwestî bûn ketî bûn ser riya pakrewanan, berê xwe dabûn cem Egîd, Xelîlê Çiyayî û Zilanan.
Ev her sê heval heman rojê berê xwe dabûn çiyayên azad, zarokatiya wan jî bi hev re derbas bûbû, herdem qala azadîyê dikirin, kengî em li hev bi civiyan mijara sereke azadbûna welat bû. Wê çaxê jî artêþa faþist li ser gundê me de digirt , li me dixistin û em bi dijûnan û nifiran çavtirsandî dikirin , hevalê Ronî hevalek bejn bilind, berçavkî, pora wî dirêj bû, Teyrêbaz jî rastî jî wek navê xwe bû, Robar jî rastî wek robarekî bû gelek ji ziman hez dikir. Hevalên min bi salan li ser çiya û zinarên welatê min, têkoþiyabûn, gelek pevçûnên giran derbas kirî bûn, Teyrê Baz þerekî li Çiyayê Herekolê de giran birîndar bûbû lê ezraîl nekarî bû wî ji wan çiyayan qut bike, ew baweriya azadiyê ew evîna welat rê nedabû azrail. Van hevalan bi wêrekî û fedayitiya xwe li ser rûpelên dîrokê navên xwe bi tîpên zêrîn nivîsandî bûn. Belê wek min gotî van rêhevalên hêja ji bo azadiya vî gelî xwe kirin mertal, ev axa bi salan e hatî dagirkirin û dibin zext û zilmê de dikir hawar, sê cangoriyên xwe awayekî fizîkî wenda kiribû. Ev her sê heval û tîma wan dema ku ji bo peywirekê tên nêzî gundekê herêma Bagokê dikevîn kemîna dijmên , berxwedana çend þev û rojan gelek heval li wir þehîd dikevin hevalê Teyrê Baz û Ronî li wir þehîd dikevin hevalê Robar jî di vî þerî de brindar dibe û di bin tehtekî de xwe vediþêre vê halê jî cerdevan cihê wî tespît dikin û Robar jî li wir dikeve nava kerwana pakrewanan.
Rêhevalên min xwe kirin cangoriyên vê doza bêhempa, çi qas ew ji me dûr jî bîn ew di dilê me de ne. Em ê her tim li ser þopa wan bin. Em ê herdem li ser vê xakê têkoþîna we berdewam bikin, bila çavên we paþ nebine. Hûn çûn lê pey we bi hezaran Ronî û Teyrê Baz û Robar hene.
Ev nûçe 1130 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>