Murat ÇÎFTÇÎ - ENQERE
Yenîdogan û Çînçîn rûyê tarî yê navenda siyaset û burokrasiyê û qerargaha artêþ, holdîng, wezaret û parlementoyê paytext Enqereyê yê din e. Li her du taxan jî roman, kurd û tirk wekhev, wekî bira bi hev re bê pirsgirêk dijîn. Bi vê cudarengiyê tax ji "Neteweya demokratîk re" dibin mînak.
Her du tax jî ji ber ku betal û birçî mane dest bi bikaranîna esrar û eroînê-tiryakê kirine û van madeyan difroþin. Li gorî agahiyên ku welatiyên taxê dan, berî zagona der barê polîsan ya ku di sala 2006'an de hate derxistin, polîsan li dijî bi kar anîn û firotina madeyan ewlehî negirtiye. Piþtî derxistina qanûnê ku polîsên Yunus jî hatin bikaranîn, li taxê welatiyên ku ji polîsan lêdan nedîne qet nemane û ji her malbatê kesek di girtigehê de ye. Di heman demê de yek jê roman û yek jê kurd 2 ciwan bi îdiaya ku li dijî banga polîsan ya "Raweste" nesekinîne hatine kuþtin. Li gorî agahiyên ku welatiyên taxê dan, niþtecihên taxê di malên ku ji xirabeyan pêk hatine de debara xwe bi karên înþaetê, bazarên fêkî û sebzeyan û bi madeyên esrar û eroînê dikin. Welatiyên taxên ku li kêleka taxa Ulus ya li Enqereya berê dijîn, nerazîbûna xwe ya li dijî TOKÎ û þarederiyê nîþan dan ku dixwazin avahiyên luks û modern ava bikin. Welatiyan diyar kir ku ew avahiyê bilind ên tên avakirin ne ji welatiyên taxê, dijberî vê yekê ji bo axa wan ji destê wan bigirin ava dikin. Li aliyê din jî malên ku tê gotin ji welatiyê taxê re ne bi buheyek gelek zêde tên firotan. Ciwanê taxa Yenîdoganê V.K. da zanîn ku dema AKP bu îktîdar û Abdulkadir Aksu jî bu Wezîrê Karê Hundir ji ber ku cîvanên kurd bibin eroînkêþ polîsan li dijî bikaranîn û firotina esrar û eroînê ewlehî negirtine û teþvîk kirine. V.K. diyar kir ku piþtî qanûna der barê polîsan de hat derxistin û polîsên Yunus hatin avakirin zordariyek gelek zêde ji polîsan dîtine û welatiyan li Kizilayê rûyê polîsan ê baþ, li Yenîdogan û Çînçînê jî rûyê nebaþ dîtine. V.K. da zanîn ku taxên wan li berî darbeya leþkerî ya 12'yê Îlonê wekî kelahê çepgiran bûne û ji ber ku wan piþtgiriyê nedin çepgiran polîsên Yunus wana dikujin û zordariyek gelek zêde li wan dikin. V.K. da zanîn ku 200 cîvanên wan di girtigehê de ne û di nava 200 ciwanên girtî de ji hemû civakê hene. V.K. anî ziman ku ciwanê wan ê bi navê Bulent Tektaþ bi lêdan polîsan seqet ma.
Ajokarê teksiyê M.S.’ê ku li Rawestgeha Sakalar Teksî dixebite, diyar kir ku ji ber ku ji ber betaliyê ciwan û zarok tiryakê bikar tînin û wiha got: “Welatî betalin. Zarokên 16 salî esrar, eroîn û kokainê bikar tînin. Ez þahidê zarokên ku ketine komayê me. Polîsên Yunus li welatiyan zordariyê dikin. Ji ber ku esrar û eroîn ê bi kar anîn. Li gorî min bi zordariyê esrar û eroîn ji taxê rana be. Pêwîst e dewlet derfetên kar amade bike.” DÎHA
Ev nûçe 480 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>