ABDURREZZAK ÞÎMÞEK*
Demsala payîzê dibarîne rondikên þikestî. Îlon rêz dida pêlê dilên þewatî. Dipêçe axîna kûrahiya dilê me yên sotî. Nûçe bi nûçe belav dibe navên nemiran, navê dildaran, navê lehengên welatê rojê… Bi rojên payîzê re zêrînî dihêle ‘di tîna hesreta’ hevaltiya me de li pêjnazêrîn. Nameyek nîvçoyî, nameyek bêbersiv ma di wêneyê dilê me de ROZERÎNA pîra min.
Piþtî ew hestên þikestî, çend gotin rêz bûbûn di hevokên nûçegihand de. Navê Xakurkê keleha dilê me, qêrînek bêdengî ma, lorînek bêaxînî herikî dilê bikeser. Digote “Rozerîn ma li asîmanan, ro nîvco ma di dilê dildaran de. Ro li newal û zozanan bê sîtav maye di binê bombebarînên yezdanên xwînxwarî, yezdanên emirqutî…” de.
Berxwedana emrê ciwanî bi cengaweriya salan li pelê dîrokê dihate neqiþandin bi navê we yên zêrîn. Weke destaneke PÎRXETABÎ, felsefeya ya Apogerî, cengek pehlewanî, kevneþopiyek ÞEHEMÎ, çandek xwedavendî hevalbendî dikir li nasnameya GULSUME yî…
Gula rojê, Rozerîna pîra min. Te digot “Destana PÎRXETABÎ em dinivîsin bi têkoþeriya cengawerî.” Belê! We, weke pîrxetabê dilê me serîdan canî li hemberî zilmê, we navê Hemzeyan, Azîmeyan nivîsand li rûyên cengê. Ew berxwedêrî bi evînek mezin we kala li rûpelên dildaran. Pêl bi pêl tevahiyên qadên pîroz herikîn: Çiya bi çiya, newal bi newal, zozan bi zozan; Gap, Mêrdîn, Botan, Zagros, Behdînan… Herêm bi herêm geriyan bi roniya eþqa xwedevandan. Ew hevalbendiya roj û çiya me li pê þopên we yên pîroz. Ew hevalbendiya li cihana dilê bêsînor de navê keçê ciwan ma li heft rûpelên dîroka qedîmî, li heft qadên welatê rojê ROZERÎNA pîra min.
Û nameyek bê bersivî ma di qefesa sînga zîndana tarî de. Wêneyên bêdeng ma li rûçikên qermiçî. Pirsên hêvîdarî ma di zengiloka ziwa de. Axîn, hesret û jan ! Ew, birînên bê derman bû di hevalbendiya þevên tarî de, ya pirsan. Yek li pêy yekê difiriya bi awirên tolhildanî. Rojînê pirsa te kir bi gotinên hêvîdarî, Cananê navnîþana te dixwest bi canfezayî. Evînê wêneyê te xêz dikir li rûpelê dilê ciwanî, Seyda bi ronahiya we ya zerînî herikî di nava çemê Pîrxetabî… Wêne bi wêne, dîmen bi dîmen qelaç bi qelaç… Belê tenê kaniya spî av dida tîna dilê me, Kanurka aj dida sîtava rojê, serê Zînê bi serbilindî avjenî dikir ji pehlewanên azadiyê re…
Û aþê tuyê gerand hêrina qurfên zêrîn. Pîrozahiya qutê PÎRANÎ nav da bi berxwedana gula pîra min. ROZERÎN’a PÎRAN’î got; “…” Na, na! çawa, li ku, kengî? Pirs di kevana dilê xwe de bêdeng ma. Tenê qêrînek bêdengî ya canê belavbûyî li erd û asîmanan. Gote: RO ZÊRÎ ye heval! sîtava jîne, kelam pir e, Pîrê XETAP’e, xeta cenga azad e…
ROZÊRÎN e heval ! Navê Zîna Botan e, serbilindiya Cûdî û Gabar e. Qêrîna pêznazêrin e. Kulîlka baxê PÎRAN e.
ROZERÎN e! Tîna eþqa rasteqîn e…
*Girtîgeha Mûþê
Ev nûçe 1055 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>