AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

22 Aralik 2011 07:31
Rojnamegerên kurd û muxalîf di çapemeniya cîhanê de ne

Rojnamegerên kurd û muxalîf di çapemeniya cîhanê de ne Piþtî girtina siyasetmedarên kurd vê carê dora rojnamevanan bû, di nava bêdengiya medyaya tirk a alîgirê þerê taybet, girtina rojnamevanan di çapemeniya cîhanê de cihekî fireh girt

Perwer YAÞ - BRUKSEL

Di çarçoveya operasyonên li hemberî siyaseta kurdan di bin navê KCK’ê de tên meþandin de li Tirkiyeyê 38 rojnamegerên kurd û muxalîf hatin binçavkirin. Vê yekê di çapemeniya cîhanê û navneteweyî de ciheke berfireh girt. Ajansên navneteweyî yên navdar ên weke Reuters, AFP û AP cihek berfireh dan binçavkirinên rojnamegerên kurd. Her wiha li welatên cûda û di rojname û televîzyonên cûda de der barê van binçavkirinan de ev agahî hatin dayîn:
ALMANYA: Operasyona li hemberî rojnamegerên kurd û muxalîf, di ajansên nûçeyan, rojnameyên rojane û gelek kanalên televîzyonên alman de cihek berfireh girtin.
Çapemeniya alman nûçeyên spart ajnasên Reuters û AFP’ê. Kovara navdar a alman Spiegel sernûçeya ‘Li gelemperiya welat operasyon’, rojnameya Bild ‘Polîs rojnamegeran kom kir’ û rojnameya Junge Welt jî sernûçeya ‘Derbe li azadiya çapemeniyê ket’ bi kar anîn.
FRANSA: Di encama operasyonên li hemberî rojnamegerên kurd de, wênekêþê ajansa nûçeyan a Franseyê AFP’ê Mustafa Ozer jî hate binçavkirin û ev yek jî bû sedem ku zêdetir bala çapemeniya Fransayê bikiþîne. AFP’ê nûçeyên binçavkirinê û çalakiya rojnamegeran a li Taksîmê, di wê gavê de ji aboneyên xwe re ragihand. Her wiha bal kiþand ser daxuyaniya REHE’yê.
Ji kanalên nûçeyan ên navdar ên weltê France24, nûçeyê bi sernûçeya ‘Li Tirkiyeyê rojnameger têne binçavkirin’ belav kir. Televîzyon ragihand ku zêdetirî 70 rojnameger li Tirkiyeyê hatine girtin.
DYA: Herî zêde çapemeniya DYA û îngilîz cih da operasyona binçavkirina rojnamegerên kurd. Rojnameyên navdar ên DYA’yê, malperên wê û Radyoya Dengê Amerîkayê cihek berfireh da nûçeyê.
Rojnameya The New York Timesê ragihand ku operasyon ne tenê li hemberî çapemeniya kurdane, di heman demê de li hemberî çapemeniya muxalîfane jî û bal kiþand ser bûyerên vê dawiyê li Tirkiyeyê diqewimin.
Rojname The New York Timesê nivîsand ku rayedarên tirk dibêjin ku dibe piþtî mudaxeleyên leþkerî yên li hemberî Îran, Sûriyeyê û vekiþîna leþkerên DYA’yê ji Iraqê, PKK herêmê ji bo manewrayê bi kar bîne.
ÎSPANYA: Ajansa Nûçeyan a Îspanyayê EFE’yê bi bîr xist ku operasyonên di bin navê KCK’ê de ji nû ve dest pê kirin û ev nûçeya ajansa îspanî di gelek malper û rojnameyên weltê de cih girt. Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku di rapora YE’yê ya Tirkiyeyê de bal tê kiþandin ku herî kêm 4 hezar kes di operasyonên di bin navê KCK’ê de têne meþandin de, hatine girtin. Rojnamegerên ji Tirkiyeyê ji ajansê re axivî û gotin; “Di demekê ku me digot dê zext kêm bibin, polîsan dîsa dest bi operasyonê kir.”
SWÎSRE: Ajansa nûçeyan a Swîsreyê SDA’yê jî nûçeyê spart ajansên AFP û Reutersê û bal kiþand ku di encama operasyonê de rojnamegerên kurd hatin binçavkirin û bi demjimêran lêgerîna di buroyan de berdewam kir. Bi taybet rojnameya ‘Suedostschweiz’ a bi almanî weþanê dike, cihek berfireh da vê nûçeyê.
HOLANDA: Çapemeniya Holandayê jî nûçeyê spart ANF’ê û bal kiþand ku ev zextên dawiyê mafê mirovan û azadiya çapemeniyê bi zoriyan re rû bi rû dihêlin.
Pêþî malpera nûçeyan a ‘nieuws.nl’ û piraniya çapemeniyê ragihandin ku rojnameger jî bûn qûrbana zagona ‘dijî-terorê.’ Þîroveya herî balkêþ jî ji nûçegihanên malpera nûçeyan ‘nrc.nl’ ên li Tirkiyeyê hat. Nûçegihanê bi navê Niels Posthumus wiha got: “Di van demên dawiyê de kî li hemberî kurdan xwedî sempatî be, dibe hedefa polîsan.”
ÎTALYA: Portala nûçeyan a navdar a Îtalyayê LaPress.it bal kiþand ser zêdebûna binpêkirina maf û azadiya ramanê ya di van demên dawiyê de li Tiriyeyê pêk tên û nivîsand ku beriya binçavkirina rojnamegeran parêzerê îtalî yê Ocalan jî hatibû girtin. Malpera bi navê ‘Linkiesta.it’ jî bal kiþand ku Tirkiye bûye mîna girtîgehekê û pirsa “Gelo ev e modela Erdogan?” pirsî.
SWÊD: Çapemeniya Swêdê jî nûçeya pêla binçavkirina rojnamegeran ji AP’ê wergirt û sernûçeya ‘Li Tirkiyeyê rojnameger hatin binçavkirin’ bi kar anî. Malpera nûçeyan a Swêdê ‘helagotland.se’ jî bal kiþand ku ji ber îdîayên ku dibêjin têkiliya rojnamegeran bi milîtanên kurd re hene, hatine binçavkirin.
RÛSYA: Yek ji saziyên herî navdar ên Rûsyayê ajansa nûçeyan a Ria Novosti bal kiþand ser pêla binçavkirina rojnamegerên kurd û sernûçeya “Li Tirkiyeyê li hemberî cûdakaran operasyon” bi kar anî. Ajansa rûsan ragihand ku hikûmeta tirk bi PKK’ê re dest bi muzakereyan nake û dixwaze PKK’ê bi tundiyê biqedîne.ANF

Ev nûçe 228 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Cîhan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.