Operasyonên li hember çapemeniya azad bi girseyî hatin þermezar kirin. Serokê Cemîyetê Faruk Balikçi, diyar kir ku ev êrîþ li dijî ramana azadiyê ne û dixwazin bi tirsê rojnamegeran ji rastiyê dûr bixin. Edîtorê DÎHA'yê Abdurrahman Gok jî anî ziman ku berî bi bombe û kuþtinê êrîþ dikirin, niha jî bi girtin û binçavkirinê dixwazin dengê gel qut bikin. Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî anî ziman ku kesên xwestin bêdeng bikin kursî terk kirin û çûn, lê em hêj li vir in û em dê her tim li vir bin.
Kedkarên çapemeniya azad operasyona li hember rojnamegerên kurd li Amedê bi daxuyaniyê þermezarkirin. Di Daxuyaniyê de Parlamenterê BDP'ê Altan Tan, Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Baþûrê Rojhilat (GGC, Hevseroka BDP'ê Zubeyde Zumrut, rêveberên BDP'ê Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, endam û rêveberên Înîsiyatifa Dayikên Aþtiyê, rojnameger, nivîskar, nûnerên KESK'ê, ÎHD, MEYADER û gelek sazî û rêxistinên din amade bûn. Di çalakiyê de girseyê dirûþmên ‘Êrîþ me bêzar nakin’, ‘Em bê deng namînin’, ‘Em ji rastiyan tawîzê nadin’, ‘Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin’ berz kirin. Hin rojnamegeran jî devê xwe bi banda reþ girêda.
Editorê DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaþ, diyar kir ku ji ber ew her tim rastiyan ronî dikin û deþîfre dikin rastî êrîþan tên û wiha got: "Ji ber ku em rastiyan dibêjin di salên 1990'an de em hatin bombekirin, piþt re em hatin kuþtin, lê em têk nebirin. Niha jî bi girtin, binçavkirin û serdegirtinan dixwazin me têk bibin. Lê bila baþ zanibin ku bi tu awayî tu hêz nikare me têk bibe. Em duh li vir bûn, em niha li virin û em dê her li vir bin." Ertaþ, anî ziman ku ew dê her tim rastiyan deþîfre bikin û tariyê ronî bikin.
Serokê GGC'ê Faruk Balikçi jî anî ziman ku li Tirkiyeyê yekem car bi 10'an rojnameger tên binçavkirin û ev di dîroka Tirkiyeyê de gava yekem e. Balikçi, da zanîn ku ji bo çapemeniyê azadiya ramanê nebe nabe û niha ev êrîþa li dijî rojnameger û saziyên çapemeniyê nayê qebûl kirin. Balikçi da zanîn ku ev yek li dijî demokrasiyê darbeyek e.
OPERASYONA AKP’Ê
Edîtorê DÎHA'yê Abdurrahman Gok jî anî ziman ku dise, demek dirêje êrîþên li dijî hêza muxalif zêde bûne û herî dawî çapemeniya azad ji xist nava pêlên xwe. Gok, da zanîn, di serdî de li dijî siyasetmedar û nûnerên kurd pêla girtin û binçavkirinê berdewam kir, piþt re li dijî parêzeren Buroya Hiqûqê, hîndekaran pêla girtin û binçavkirinê dest pê kir û niha jî vê pêla girtin û binçavkirina çapemeniya azad û DÎHA xist nava xwe. Gok, destnîþan kir ku ev operasyon bi ferman û destûra hikûmeta AKP'ê pêk tên û wiha got: "Êdî ker û kor jî dizanin ku ev operasyon bi destê hikûmeta AKP'ê pêk tên. Em dizanin ku beriya operasyon pêk tên fezleke tên amadekirin.” Gok, bilêv kir ku niha hikûmeta AKP'ê þerê derûnî dimeþîne û dixwaze bi hêza çapemeniyê vê çekê li ser civakê pêþ bixe. Gok, destnîþan kir ku Hikûmeta AKP'ê her tim li dijî muxalifan êrîþê pêk tîne û wiha berdewam kir: "Hêj duh bombe kirin û kuþtin, niha jî bi serdegirtin û binçavkirinê dixwazin belav bikin. Lê bila hikûmeta AKP'ê û MÎT baþ zanibe ku ne hêza wan û ne hêza tu kesên din nikarin me bêdeng bikin.”
Gok, bilêv kir ku berê berî bi bombekirin û kuþtinê xwestin wan bêdeng bikin, lê niha bi girtin û biçavkirinê dixwazin wan bêdeng bikin û wiha got: "Niha jî zêdeyî 60 rojnameger û xebatkarên çapeeniya azad hatin binçavkirin. Lê em bi van binçakikirin û serdegirtinan bêdegn namînin. Em dê rêya xwe ya Apê Musa û çapemeniya azad berdewam bikin. Em êrîþên li dijî hemû buroyên me û binçavkiirina hevalên xwe þermezar dikin.
Parlementer Altan Tan jî êrîþên li dijî çapmeniya azad yermezar kir û wiha got: "17 sal berê dema ku Ozgur Gundem bombe kirin ez li wir bûm. Niha jî dema rojnameger hatin binçavkirin em li virin. Wê demê zarokên 13-14 salî bi guleyan kuþtin, niha bi girtinê belav dikin. Lê hêj ev tekoþîn didome. Kesên wekî Tansu Çiller, li dijî çapemeniya azad êrîþ pêk anîn, barkirin û çûn, lê em li vir in, heta niha 5 serokwezîr hatin û çûn em dîsa li vir in. Em dê her tim li vir bin. Em bagn li serokwezîr dikin, em dê li vir bin, lê tu dê ne li vir be û tune be.
Piþtî daxuyaniyê hemû rojnamegeran kamera û wênekêþên xwe rakirin û binçakirin þermezar kir. AMED - DÎHA
Ev nûçe 285 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>