AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

16 Aralik 2011 07:05
Raperîna gel 10 meh li dû xwe hiþtin

Raperîna gel 10 meh li dû xwe hiþtin Deh meh di ser serhildana gelê Sûriyeyê re, di nava sozên Yekitiya Ereban, daxuyaniyên þermezarkirinê yê welatên Ewropayê û gef tirkan re derbas bû hê jî her roj mirov tên kuþtin

NAVENDA NÛÇEYAN- AMED

Di nava van deh mehên derbasbûyî bi dehan daxuyaniyên þermezarkirinê yên ji alî rêxistinên navneteweyî ve li dijî hikûmeta Sûriyeyê hatin belavkirin. Bi dehan biryarên ambargoyê ji alî welatên Ewropa û Yekitiya Ereban ve li dijî Sûriyeyê hatin derxistin. Lê mixabin ev rewþa zext û zorê, girtin û îþkenceyê, binçavkirin û kuþtinê rojekê jî navber nedaye gelê Sûriyeyê.
Rojane bi dehan kes tên kuþtin û her ku diçe hejmara qurbaniyan zêde dibe, bi taybetî jî piþtî damezrandina hêzeke çekdarî ya ku li dijî artêþa Sûriyeyê þer dike, hejmara kuþtiyan zêdetir bû. Ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê hikûmetê behsa komên çekdar dikir û muxalefetê jî ev yek înkar dikir lê niha ew rastî jî derkete holê û niha bi navê leþkerên veqetyayî komeke çekdar hatiye avakirin ku navê artêþa azad a Sûriyê li xwe dike û bi artêþa Sûriyeyê re þer dike.

KUÞTÎ ZÊDE DIBIN
Çalakvanên mafê mirovan ên li Sûriyeyê diyar kirin ku di encama bûyerên roja çarþemê de li seranserê Sûriyeyê derdora 30 kesî hatin kuþtin. Ji kuþtiyan 8 leþkerên girêdayî artêþa hikûmetê jî hebûn, guman hene ku ji aliyê leþkerên veqetiyayî ve hatibin kuþtin.
Rêxistina çavdêriya mafê mirovan ku navenda wê li Londonê ye dibêje: “Hêzên asayîþa Sûriyeyê gule otomobîlekê ku ber bi gundekî nêzî bajarokê Xebat ve diçû û di encamê de 5 kes hatine kuþtin.”
Li gorî daxuyaniya Þamê li nêzî gundekî yê Hemayê kemîn li hemberî karwanê hêzên hikûmetê hatiye danîn û leþkerên hikûmetê yên di nav de hatine kuþtin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêzên hikûmetê li navçeyên din ên Sûriyeyê herî kêm 20 sivîl kuþtine. Li gorî heman daxuyaniyê sêþema borî li Îdlîbê herî kêm 24 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Sûriyê ve hatine kuþtin.
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî dibêje, gelek raporên cihê baweriyê ji çavkaniyên cûda-cûda gihane destê wan û ev raporane nîþan dide ku ji dema dest pê kirina nerazîbûnên li hemberî rejîma Sûriyeyê ve hêjmara kesên hatine kuþtin gihaye 5 hezar kesî.
Lê balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî ew hêjmar red kir û wekî ‘nerast’ wesif kir.

LI DERVE ÎSLAMÎST LI HUNDIR ÇEPGIR
MUXALIFÊ ÇEPGGIR Ê SÛRIYEYÎ Wajdî Mustefa di gotareke ku ji aliyê rojnamevan Berzan Îso hatiye amadekirin û di Ajansa Firatê de hatiye weþandin de da xuyakirin ku têkiliya leþkerên ji artêþa Sûriyeyê veqetiyayî , bi hin dewletan re cihê metirsiyên mezin e. Mustefa da xuyakirin ku ev muxalefet li derveyî Sûriyeyê xwe wekî îslamîst û li hundirê Sûriyeyê xwe wekî çepgir didin nîþandan.
Mustefayê ku 14 salên xwe di navbera 1980 û 2008’an de di zindanê de derbas kiriye û ev 2 meh in li Amerîkayê dijî tevli piraniya konferansên muxalefetê bûye. Wajdî Mustefa ku bi eslê xwe elewî ye herî dawî tevli konferansa li Antalyayê bûye û li wir wekî endamê rêveberiya kongreyê hatiye hilbijartin û wekî alîkarê serokê Meclisa Sûriyeyê ya Stenbolê hatiye pêþniyarkirin lê wî ew peywîr nepejirandine. Mustefa da xuyakirin ku Meclisa Neteweyî tenê temsîla beþekî ji gelê Sûriyeyê yê serhildêr dike û piraniya gelê Sûriyeyê xwe ji ber bandora îslamiyan didin alî û naxwazin deshilatdarî bikeve destê wan.

KURD Û ELEWÎ
Her wiha di berdewamiya hevpeyvîna xwe de Mustefa behsa kurdan jî kir û wiha got: “Kurd parçeyekî bingehîn ji gelê Sûriyeyê ne û pêwîst e ku daxwazên wan ên azadî û demokrasiyê bi cih werin anîn. Her wiha got ku kurd û elewî ne alîgirên destwerdanên hêzên derve ne û ew naxwazin ku desthilatdariya vî welatî bikeve destê van hêzên qaþo îslamî.”

Ev nûçe 272 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Cîhan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.