Pêþnûmeya Qanûna Qirkirina Ermeniyan a ku di navbera Franse û Tirkiyeyê de dibe sedema rageþiyê, nêzî 13 salan e di rojevê de ye, lê heta niha nekariye di Meclisa Fransayê re derbas bibe. Ev pêþnûme beriya hilbijartinên serokomariyê yên 2012’an dîsa hate rojevê û tê payîn ku di 22’yê kanûnê de bikeve dengdanê.
QIRKIRINÊ QEBÛL KIRIBÛ
Fransayê di 29’ê çileya 2001’an de qirkirina ermeniyan a di 1915-16’an, bi awayekî fermî qebûl kir. Her çendî ne welatê yekem ê ku vê qirkirinê qebûl kiriye jî, lê serokomarê sosyalîstê ê berê François Mitterand di 1984’an de qirkirinê bi fermî nas kir. Lê ev ev naskirin tenê weke jesteke þexsî hate qebûlkirin.
Ev pêþnûmeya ku têde înkarkirina qirkirinê weke suc tê dîtin, cara yekemîn di 1998’an de ji aliyê sosyalîstan ve hate meclisê. Diviya ku Senato qebûl bike, lê piþtî ku Tirkiyeyê got ku ew ê hilberînera helîkopteran Eurocopterê boykot bike, pêþnûme qet nehat rojeva senatoyê.
PÊÞNÛMEYA LI MECLISÊ
Di sala 2006’an de, dîsa senatoreke sosyalîst bi pêþnûmeya qirkirinê ve hate meclisê. Vê carê hate qebûlkirin. Lê her çendî bi salan e hatiye qebûlkirin, dîsa neçû ber destê Senatoyê. Ji ber wê jî nehat pêkanîn. Di 5’ê tîrmeha 2010’an de dîrokê xwe dubare kir. Di 2006’an de Parlamenterê Partiya Sosyalîst Serge Lagauche pêþnûmeya ku hatibû qebûlkirin, weke heyî dîsa anî rojeva meclisê. Lê raportorên partiya desthilatiyê UMP’ê diyar kirin ku dibe ev yek bibe sedema rîskên siyasî.
Komîsyona Meclisê vê nêrînê esas girt û qebûl nekir. Îsal parlamenter Valérie Boyer pêþnûmeyek pêþkêþî meclisê kir. Ev pêþnûme di 7’ê kanûnê de ji aliyê Komîsyona Meclisê vehate qebûlkirin. Di 22’yê kanûnê de jî dê ji aliyê meclisê ve were lêkolînkirin. Senator Philippe Kaltenbach jî berî mehekê pêþnûmeyek wiha dabû.
ERDOGAN GEF XWARIN
TIRKIYEYA ku bi dîroka xwe re raber nabe û qirkirina milyonek û nîv ermenî red dike, li Fransayê gef xwar. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji Serokomarê Fransayê Nicolas Sarkozy re nameyek þand û wiha got: “Em xebatên qanûnkirina wê pêþnûmeya qanûnê ji nêzî ve diþopînin. Ev pêþnûme yekser Dewleta Komara Tirkiyeyê, neteweya tirk û tirkên li Fransayê dijîn dike hedef. Ez dixwazim bi aþkereyî bibêjim ku ger ev pêþnûme encam bigire, dê encamên xirab ên di têkiliyên Tirkiye-Fransa yên siyasî, aborî, çandî û hemû waran de bi xwe re bîne û sedemê van hewldanan xwediyên wan bi xwe ne.” Berdevkê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç jî diyar kir ku ew ê hewldanên di vî warî de bikin û got; “Em têkiliyên xwe yên ligel hikûmet û parlamentoyan de ji bo astengkirina vê pêþnûmeyê bi kar bînin.”PARÎS - ANF
Ev nûçe 342 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>