AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

08 Ocak 2012 08:37
Qetlîamkeriya lîrîk, rîtmîk û lîberal

Qetlîamkeriya lîrîk, rîtmîk û lîberal Bi kurtasî di refleksên vê serweriya derbekar de, di pêkanîna vê qetlîamkeriya lîrîk û rîtmîk de piþk û parek lîberal û demokratên tirk jî heye. Lewre qetlîamên ku AKP’ê pêk tîne, dinixumînin

MERVAN SERHILDAN

Li aliyekî Kurdistanê dagir dikin û bi qefîleyan kurdan dikujin, li aliyekî jî çekên qedexekirî yên wekî bombeyên kîmyewî û bombeyên napalmî li hemberî ciwanên gelê kurd bi kar tînin. Aktîvîstên kurd dîl digirin, tehdît dikin, dagir dikin, dikujin; lê hîna jî beza xwe nastînin. Bi derbeyên leþkerî tevdigerin, encamê nagirin. Derbeyên siyasî pêk tînin, derbekariya cur bi cur li dar dixin; encamê nagirin. Navên xwe diguherin, navên partiyên xwe diguherin, baregehên xwe diguherin; encamê nagirin. Lewre hiþmendiya xwe ya ‘yekyekoperest’ û xwînxwariya xwe ya hov, her daîm diparêzin. Bi ahengdarî refleksên êrîþkar nîþan didin û bi coþek hov êrîþan dibin ser dînamîkên civakê.

FAÞÎZMA RÎTMÎK
Serweriya tirk di nav rûreþiyê de digevize; faþîzmek lîrîk û rîtmîk bi kar tîne. Gelo mimkûn e ku ew qas ahengdarî, bêhemdî û birasthatinî pêk bên? Mesela di havîna 2010’an de, HPG’ê bîryara bêçalakîtiyê wergirtibû. Lê dagirkeriyê 9 gerîlayên ku di rewþa xweparastina pasîf de bûn, qetil kir. Qewl û qaîdeyên þer bin pê kir, çekên qedexekirî bi kar anî.
Gelê kurd bertekên tund nîþan dan û li dijî vî hovîtiya hikûmeta tirk meþ û mîtîng li dar xistin. Hîn pêlên hêrsa kurdan daneketibûn ku dagirkeran di 16’ê Îlona 2010’an de li Colemêrgê li dijî gundiyên Peyanîsê, bi teqînek mayînî êrîþek pêk anîn. Di vê kiryara hov de jî 9 kurdên din, can dan. Bi armanca ku em bala raya giþtî bikiþînin ser vê coþ û ahenga xwînxwar, di 18’ê Îlona 2010’an de me bi sernivîsa “Neho Neho Qetlîam” nivîsek weþand.

TIM Û TIM KOMKUJÎ
Heman dagirkeran, li Geliyê Tiyarê ya Çelê ya Colemêrgê di 22’yê Cotmeha 2011’an de bi çekên kîmyewî 35 gerîla qetil kirin. Her wiha di 22’yê Mijdara 2011’an de 35 parêzer girtin. Dîsa di 22’yê Kanûna 2011’an de 35 rojnamevan girtin. Bi dû re jî, di 28’ê Kanûna 2011’an de 35 gundiyên kurd bi bombeyên napalmî qetil kirin. Gelo xwediyê refleksên ewqas ahengdar û rîtmîk, cinawirek çawa ye û her wiha vê êrîþkariyê bi ‘kerb û kîn’ek çendî pêk tîne? Gelo rasathatiniyek wisa mimkûn e?
Serweriyek heye ku di her tevgerek xwe de xwîna 35 mirovî vedixwe, di her teql û pêngavekê de 35 mirovên azad dadiqurtîne. Serweriyek heye, bi armanca ku tehekumkeriya xwe bidomîne, dijmirovahiyê dike; çekên kîmyewî bi kar tîne ku bi rûmeta þer dilîze. Serweriyek heye ku welatan dagir dike, îradeya gelên herêmê bin pê dike, peywendiya wê bi meþrûiyetê ve tune ye. Serweriyek heye ku Kurdistanê di bin lingan ve dike, îradeya gelê kurd nas nake û hegemonyaya xwe bi darê zorê didomîne.

LÎBERAL Û DEMOKRAT
Çi kes û hêzên ku serweriyek bi vî rengî bipesinînin û Tevgera Azadiya Kurdistanê jî reþ bikin, þirîkê sûcên vê pergalê ne. Lewma em bangewaziyê didin ‘lîberal û demokrat’ên Tirkiyeyê, da ku desteka xwe ji piþta hikûmeta xwînxwar vekiþînin. Bila êdî bes bibêjin, “Weleh AKP’ê hewl da ku mafên kurdan nas bike. Lê çi feyde ku PKK’ê û BDP’ê pêvajo xitimandin. Her çiqasî hikûmet girtin, kuþtin û qetlîaman pêk tîne jî, sedem û berpirsiyarê van sûcan baskê kurdan e.”
Em ji van kesan dipirsin, ew feraseta AKP’ê ku dibêje ‘Yek milet, yek dewlet, yek ziman, yek welat û yek al’; gelo ji zihniyeta Enver û Talat, ji hiþmendiya Kemalîstan çi qasî cuda ye? Ma tevahiya dagirkeran heman ‘pût’î nahebînin? Îdeolojiya fermî, gelo ne destûra giþka ye? Encax her ku lîberalan borazaniya hikûmeta xwînxwar kir, wê jî êrîþên xeternaktir bi rê ve bir. Heke di 2010’an de û di rewþa bêçalakîtiyê de, dema hikûmetê bi bextreþî û bi çekên qedexekirî gerîla kuþtin, ew li dijî konsepta AKP’ê derketibûna, cesaret nedikir ku neh gundiyên kurd bikuje.
Heke ew di sala 2010’an de li dijî qetlîama gundê Peyanîsê derketibûna û gotibûna, “Ev kiryara, di navbera 3 qereqolên leþkerî de û li pêþiya klûbeyên cerdevanan pêk hatiye. Berpirsiyar hêzên ewlekariyê ne, berpirsiyar hikûmet e û dewlet e. Em vê rûreþiyê qebûl nakin”; dagirkeriyê cesaret nedikir ku li Geliyê Tiyarê bi çekên kîmyewî 35 gerîlayan qetil bike. Heke ew li dijî bikaranîna çekên qedexekirî derketibûna û xwînxwariya Geliyê Tiyarê þermezar bikirana, hikûmeta AKP’ê cesaret nedikir ku 35 parêzeran bigire, 35 rojnamevanan bigire û 35 gundiyên welatparêz bi bombeyên napalmê qetil bike.

REFLEKSÊN SERWERIYÊ
Bi kurtasî di refleksên vê serweriya derbekar de, di pêkanîna vê qetlîamkeriya lîrîk û rîtmîk de piþk û parek lîberal û demokratên tirk jî heye. Lewre qetlîamên ku AKP’ê pêk tîne, dinixumînin. AKP’ê piþtî qirkirina Roboskiyê, Serokerkanê xwe yê kevn Îlker Baþbug bi girtin da. Heke di rojên pêþ de lîberal aktîve bibin, dûrikan bavêjin ser serokwezîr û bibêjin, “Eferim ji te re û ji navê te re. Madem te nûnerên wesayetê darizand, em jî êdî bi navê te sond dixwin ku tu demokrat î”.
Em jî dibêjin ku “Îdeolojiya Îlker Baþbug çi ye, ya Tayyip Erdogan jî ew e. Yek çiqasî derbekar e, ya din jî ewqasî derbekar e; yan jî yek çiqasî demokrat e, ya din jî ewqasî demokrat e. Refleksên lîberaliya wan a rîtmik û lîrîk jî, yek e. Nîþana vê rastiyê jî, li newal û neqebên Roboskê nexþkirî ye ”.

Ev nûçe 493 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Polîtîka
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.