Berhevkar: ZEKÎ AKDAG
Çi hebû çi tunebû Qerekosek û du birayên wî hebûn. Rojekê Qerekos, birayên xwe digire û diçin ji xwe re li kar digerin. Pir diçe hindek diçe rastî pîreke merxur tên. Pîra merxur:
- Qerekosê min tu bi ku de diçî?
Qerekos dibersivîne:
- Qet weleh dayika pîrê ez ji xwe re li karekî digerim.
Pîr:
- Tu li cem min naþixulî? Heger hûn þixulê ba min qebûl bikin, sê keçikê min hene ez ê wan jî li we mehr bikim.
Qerekos:
- Em diþixulin çima neþixulin.
Pîrê jî got:
- Niha hinek cotê min maye, hûn biçin mala min ez jî yê bêm.
Qerekos û birayên wî diçin mala pîrê. Ku êvarî dibe pîr cotê xwe xilas dike û tê malê. Ku pîr tê, ji ber ku westiye piþtî þîvê dibêje em razên. Keçik li aliyekî, Qerekos û birayên wî li aliyekî radizên. Demsal zivistan e, serma û seqayê daye ser erdê û eyam gelek cemidiye. Pîr xwe dide ber sobê û dibêje:
- Zarokno zû û têr razên ha, em ê sibê zû rabin biçin cot.
Ku pîrê welê got, her kes satê (lez) dikeve nava nivînên (lat) xwe. Pîr þîþa xwe dike sobê û gelek êzinga jî dike sobê ku wê þîþa xwe gelek sor bike. Ku agir þêndibe þîþa pîrê jî sor dibe. Ku Qerekos rewþê dibîne þik dikeve dilê wî. Fêm dike ku pîr dixwaze ku wan bixwe û payî dimîne. Ku þev diþikê þûn ve pîr dibêje:
- Hayî mayî kî payî?
Qerekos:
- Dayika pîr ez pay.
Pîra merxur dibêje:
- Qerekosê min çima tu payî?
Qerekos dibêje:
- Qet wele dayika pîr duh van çaxana me kêsme û pastix dixwar, ew hat bîra min û dilê min ew xwestin ji bo wê xewa min nehat.
Pîr tavilê (lez) sandiqa xwe vedike û jê re hinek kêsme û pastix tîne. Ku Qerekos kêsme û pastixê xwe dixwe û dîsa dipê. Pîr hinekî din þûn ve carek din bang dike:
- Hayî mayî kî payî?
Qerekos dibêje:
- Dayika pîrê ez payî
Pîr dibêje:
- Qerekosê min tu çima raneketiye?
Qerekos bersivê didê:
- Qet wele pîrê duh van çaxana diya me ji me re nok diqewirandin, ew hat bîra min lewma ez neketim xew.
Pîr radibe jê re hinek nok diqewirîne. Ku nok tên ber Qerekos, ew jî nokê xwe dixwe. Ku pîr nokan dide ber Qerekos, li ber sobê hinek xew ve diçe. Ku Qerekos dibîne ku pîr xew ve çûye, hêdîka qîzên pîrê dike cihên xwe, xwe û birayên xwe jî dikevin þûna qîzan û Qerekos dîsa dipê. Piþtî demekê pîr bi xwe dihese û bang dike:
- Hayî mayî kî payî?
Piþtî bangkirina pîrê Qerekos dengê xwe nake. Ku Qerekos deng nake, gelek kêfa pîrê tê. Pîr kêf dike û ew þîþa xwe ya sorkirî derdixe û dere ser nivînên (cih, lat) Qerekos û birayên wî. Þîþa xwe ya sor radike û li ser dilê her sê yan re dike. Pîr dibêje qey ew Qerekos û birayên wî nin, belam nizane ku ew keçên wê bi xwe ne.
Pîr sibê zû radibe ku biçe cot, bang li keçikên xwe dike:
- Keçikno! Rabin û goþtê wan ji min re sor bikin û bidin ser bilxurê firavînê û bînin ser erd.
Pîr temiyên xwe ji wan dike û diçe cotê xwe. Ku pîr diçe, Qerekos banga birayê xwe dike û hal û hewalan ji wan re vedibêje. Qerekos û birayên wî goþtê wan dikelînin, didin ser dên û dibin pîrê re. Dema ku çûn kincên keçikan li xwe dikin. Ji ber ku pîr jî li wan dûr e wan nas nake û bi dengekî hêl jê re dibêje:
- Li wir deynin, neynin vira û biçin mal karê xwe bikin.
Qerekos firavîna pîrê datîne û ligel birayên xwe ji wir dûr dikeve. Ku piþtî demekê pîr tê ku xwarina xwe bixwe, dibîne ku li ser dên cêniyê goþtê keçikên xwe hene.
Pîr bi lez diçe mal, diçe mal ku kes tune ye. Fêm dike ku her sê keçikên xwe bi destê xwe kuþtiye. Gelekî li xwe dixe û xembar dibe. Bi xwe û xwe dibêje:
- Axx Qerekos û birayên wî! Ger ku hûn li destê min ketina min ê hûn têkirana têlek dezî cûmek benîþt.
Pîr gelekî digîrî, bi rojan hêsiran dibarîne û dikeve pêy dijminên xwe.
Qerekos û birayên wî diçin gundekî li ba axayekî karekî ji xwe re dibînin. Pîr diçe hindek diçe gundî û axa pir ji Qerekos û birayên wî hez dikin. Lewma li ba gundî û axa qedr û qîmeta wan pir dibe. Belam birayên wî hesûdiye dikin û dixwazin ku Qerekos bidin kuþtin. Her du bira þora xwe dikin yek û diçin ba axa û jê re dibêjin:
- Axayê me! Pîreka merxur heye û çirek wê jî heye ku ew çira jî malî qonaxa te ye.
Axa:
- Ka kî dikare wê çirê bîne?
Dibêjin:
- Qerekos
Axa:
- Ka tavilê biçin banga Qerekos bikin.
Ku Qerekos tê axa jê re dibêje biçe çira pîrê ji min re bîne!
Qerekos:
- Axayê min aman ma ez ê çawa çira pîrê bînim? Ew pîreka merxur e.
Ku Qerekos çi dike nake nikare axa ji ew biryarê vegerîne. Dibîne ku tu çare nîn e bi neçari rê dikeve. Rê dikeve û tê ber mala pîrê. Ku tê ber mala pîrê dibîne ku pîr þûna keçikên xwe dikiye û hem jî bi xwe û xwe re wiha dibêje:
- Ax axx Qerekoso! Bila tu destê min kevî ez zanim ku ez ê te çi bikim. Ez ê te têkim têlek dezî cûmek benîþt.
Qerekos hêdîka nêzîk dibe. Ew hêdî nêzîk dibe lê hespa pîrê:
- Hîrr hîrr dayika pîr Qerekos hat!
Pîr direve û li doraliyê xwe dinihêre, lê tu kesî nabîne. Ku tu kesî nabîne hêrsa xwe li serê hespê derdixe. Radibe þivekê û diçerpîne hespê. Ku hêrsa pîrê hinekî derbas dibe, diçe hundir. Ku pîr diçe û þûn ve Qerekos carek din nêzîk dibe. Ku nêzîk dibe hesp carek din hîre hîrê dike û wekî dibêje:
- Qerekos hat!
Carek din pîr direve derve li doraliyê dinihêre lê dîsa tu kesî nabîne. Pîra bi hêrs dîsa gelek li hespê dixe û hespa reben di hel de dikeve. Qerekos digihêje rewþê û dîsa derdikeve, ku derdikeve vê gavê hespê neçar dengê xwe nake. Qerekosê jîrek nêzîkê çirê dibe û pif çirê dike û dibêje:
- Dayika pîr! Ez Qerekos, min çira te jî bir.
Piþtî vê gotinê Qerekos ji wir bi hêl direve. Pîr di tariyê de dimîne û dîsa li xwe dixe. Ax Qerekos axx! Hespê min got lê min jê bawer nekir.
Qerekos tê û digihêje gund. Ku her kes dibîne ku wî çire jî aniye þaþ dibin. Þaþ dibin lê dîsa bira diçin cem axa û jê re dibêjin:
- Axayê me! Hespeka wê pîrê heye ku þora dike û malî te ye.
Axa dibêje:
- Ma kî dikane wê hespî bîne?
Birayê Qerekos dibêjin:
- Qerekosê me dikare. Ku çawa çire anî wê hespî jî wiha bîne.
Axa Qerekos diþîne ku biçe hespî bîne. Ku Qerekos nêzîkî hespî dibe, hesp dike hîre hîr û banga dayika pîr dike:
- Qerekos hat min bibe!
Ku pîr derdikeve Qerekos dîsa xwe vediþêre û pîr dîsa tu kesî nabîne û diçe hundir. Ku pîr diçe hundir Qerekos dîsa derdikeve û nêzîkî hespê dibe û hesp dîsa dike hîre hîr. Ku pîr dêng dibihîze dibeze derdikeve derva ku tu kes tune ye radibe þivekê û diçe ser hespî û ji aliyekî lêdixe ji aliyê din jî dibêje:
- Ne tu bî ne jî Qerekos, soxê soxe!
Dibêje û diçe hundir. Piþtî çûyîna pîrê, Qerekos carek din derdikeve holê û nêzîkî hespî dibe. Lê hesp îcar deng nake. Ku hesp deng nake Qerekos jî lê siwar dibe û hespa xwe dibezîne ku dibezîne ji pîrê re bang dike:
- Dayika pîr! Va ye ez im Qerekos, min hespê te jî bir. Pîra reben li xwe dixe belam tiþtekî ku bike tune ye. Qerekos kula li ser kula li dilê pîrê derdixe û diçe. Qerekosê reben hespê tîne û dide axa. Axa jî bi vê pir kêfxweþ dibe. Qedr û qîmeta Qerekos li ba axa zêdetir dibe. Bira dîsa hesûdiyê dikin û ji axa re dibêjin:
- Axayê me! Kêmasiyeke vê qonaxa te heye. Ew jî pîr e. Hewceye ku ew pîr xizmetê li qonaxa te re bike.
Axa dibêje:
- Lê kî dikare pîrê ji min re bîne?
Bi yek dengî dibêjin:
- Qerekosê me!
Axa careke din banga Qerekos dike û jê re dibêje:
- Qerekosê min! Biçe ji min re pîrê bîne.
Qerekos dibêje:
- Axayê min! Ma ez ê çawa biçim pîra merxur bînim? Yê me hemûyan bixwe.
Ku çiqas dibêje jî tu feydeyê nake. Neçar dimîne ku biçe. Diçe lê vê gavê bi rêbazeka din diçe. Riya berdide, cibe li xwe dike û diçe hewþa pîrê li bin dara tûyê disekine. Pîr wî dibîne û jê dipirse:
- Çi bû apê xoce?
Dibersivîne:
- Qet wele dayika pîr li va gundê han yek miriye navê wî jî Qerekos e. Lê belê darbest tune ye ku em vî di bin erdê kin ez loma hatim.
Pîr dibêje:
- Te got Qerekos miriye? Bila hemû dar qurbana te bin. Qerekos darekê jêdike û dike darbest û banga pîrê dike:
- Dayika pîr min darbest çêkir lê ez nizanim gelo yê li bejna wî re bibe yan na? Te qet Qerekos dîbû berê?
Pîr dibêje:
- Erê min dîbû, bi qasî min bû bejna wî.
Qerekos dibêje:
- Ger ku bi qasî te bû hele têkeve ka bûye yan na?
Pîr dikeve darbestê. Ku pîr dikvê ew jî tavilê darbestê li ser pîrê re mix dike û dibe qonaxa axa û jê re dibêje:
- Min pîr jî ji we re anî.
Wiha dibêje û radihêje tevþoyê xwe. Ku yên din jî darbestê vedikin, pîr yek bi yek hemûyan dixwe. Tê ku Qerekos bixwe, Qerekos jê re dibêje:
- Dayika pîr ji xwarinê re tê min bixwî. Ka em nan û xwêya xwe li hev helal kin. Ku pîr serê xwe li derî re derdixe Qerekos têvþo li serê pîrê dixe û sêri difirîne. Piþtî mirina pîrê tu kes di gund de namîne û gund ji Qerekos re dimîne.
Herêm: Riha
Ev nûçe 1215 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>