Li girtîgehan ne zext ne jî zordarî bi dawî nabin. Her roj bi awayekî cuda binpêkirina mafan ên li girtîgehan derdikevin pêþberî me. Herî dawî hat hînbûn ku li girtîgeha Wanê girtî 2 roj li qada goglîstinê razan e û piþtre jî hatine sirgûn kirin. Alikarê Þaredarê Tetwanê Nedîm Iþikê ku niha li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê de dimîne got ku binpêkirina mafan bi dawî nabin.
Alikarê Þaredarê Tetwanê Nedîm Iþikê ku niha li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê de dimîne bi nameyeke rewþa xwe û hevalên xwe vegot. Alîkarê Þaredarê Tetwanê Nedîm Iþik diyar kir ku ew û hevalên wî berê li Wanê di girtîgehê bûn û wiha pê de çû: “Em li girtîgeha Wanê bûn. Erdhej pêk hat, piþtî erdheja sêyemîn me 2 roj li qada goglîstinê dan sekinandin. Em 2 roj li hewþê razan. Piþtî wê jî ji me re gotin em ê we sewqî girtîgehên bajarên derdorê Wanê ku hûn ji malbatên xwe dûr nekevin. Heta ku me li rîngê siwar kirin jî em nizanibûn ku me dibin ku de rê. Piþtî ku em ji Agiriyê derketin hê j ime re gotin ku em we dibin Gîresunê, wê demê em fêm kirin ku ev me ji malbatên me û ji parêzerên me dûr dixin.” Iþik balkiþand ser polîtikayên qirêj û wiha pê de çû: “Niha malbatên me nikarin bên hevdîtinên me. Gelek hevalên me hene ku hêj haya wan ji malbatên wan tune ne. Hêj têkilî nikarin bi malbatan re deynin. Ji xwe armanca sirgunkirinê jî ev yek bû.”
Iþik der barê rewþa girtîgehê jî diyar kir ku girtîgeha Tîpa E ya qaþo kirina Tîpa F lê hêj nebûye Tîpa F. Iþik da zanin ku cihê ku lê dimînin jî gelek teng e û wiha got: “Odeya ku divê 3 kes tê de bimîne em 6 kes tê de dimînin. Ez û hevalên min ên ji Wanê hatine vir, Þehmus Yilmaz, Metin Yardimci, Îbrahîm Kurt, Îbrahîm Ozdek û Surmelî Eþsiz dimînin.” Iþik xwest raya giþtî li dijî van bi hestyar bin. AMED
Ev nûçe 937 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>