Di çapemeniya tirk de du nivîskên balkêþ ên der barê ‘konsepta nû’ ya hikûmeta AKP’ê yên li hemberî pirsgirêka kurd, de hatin weþandin. Nûnerên rojnameyên Vatan û Yenî Þafakê yên li Enqereyê, agahiyên xwe spartin rayedarên hikûmetê yê li Enqereyê û der barê konsepta hikûmetê ya nû de hin agahî dan.
Nûnerê rojnameya Vatanê yê Enqereyê Bîlal Çetîn, diyar kir ku di encama civîna MGK’ê ya bi serokatiya Serokomar Abdullah Gul pêk hat de, du baskên konsepta nû hatin destnîþankirin. Evane; operasyonên li hundir ên li hemberî gerîlayan û êrîþên hewayî û ‘hilweþandina pêkhate li nav bajaran.’ Di vê çarçoveyê de operasyoneke berfireh li hemberî parêzer, siyasetmedar, akademîsyen û herî dawiyê jî li hemberî rojnamegeran hate destpêkirin.
Nûnerê aaziya weþanê ya ne fermî ya hikûmetê Yenî Þafakê Abdulkadîr Selvî jî beþa sêyemîn ê vê konsepta AKP’ê vegot û temam kir. Ev beþ jî astengkirina hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Selvî ji vê re got ; “Qutkirina têkiliyên Îmralî û Qendîlê.”
Jixwe ev tiþtên ku di van her du nivîsan de hatine gotin, ji aliyê raya giþtî ve dihate zanîn.
Her çendî di nivîsan de dibêjin ‘konsepta nû’ lê di rastiyê de ev konsept di salên 1990’î de ji aliyê hikûmeta Tansu Çîllerê ve ketibû meriyetê. Ev ‘þerê topyekun’ ê Çîllerê bi rêbazên din tê meþandin.Ji bilî tundî û tunekirjna kurdan, tu projeyên çareserkirina pirsgirêka kurd ên AKP’ê tune ne. Bi van konseptan dixwazin kurdan bê vîn bihêlin û teslîm bigirin.
Dê operasyonên bejahî û hewayî yên bi armanca tunekirina gerîlayan têne lidarxistin bidomin. Bi vî awayî dixwazin gerîlayan bê hêz bikin û kurdan bê ewlekarî bihêlin. Her wiha, aþkere bû ku xwestin îdîayên ku dibêjin KCK pêkhateya bajaran a li derveyê zagonan e, raya giþtî bixapînin. Armanca wan a sereke ew e rêxistina sivîl bê hêz bike, û þiyana lidarxistina çalakiya tune bikin. Darazê ji hikûmetê ferman girtiye û di encamê de herî kêm 5 hezar siyasetmedarên krud hatine girtin.
Careke din aþkera bû ku biryara astengkirina hevdîtina ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di civîna MGK’ê de hatiye wergirtin. Tirkiyeyê bi vê biryarê careke din hikûqa xwe avêtiye bin ligan. Gelo pêvajoya diyalogê dikare careke din ji nû ve dest pê bike? Bi ya Selvî hevdîtinên hikûmetê yên berê ji bo ‘fantaziyê’ hatine kirin û dibêje “rêveberiya dewletê nikare barê fantaziyê hilbgire” û “ger gerîla teslîm bibin, qaþo dewlet wana efû dike.”
Gelo ev pêvajoya diyalogê, an jî fantaziya AKP’ê bû, yan jî beþek konsepta AKP’ê ya bi armanca tunekirina kurdan bû, dê dem vê yekê nîþan bidin. Lê ev yek aþkera ye ku AKP bi tu awayî nikare çongê kurdan li erd bixe û ji bo baþ bizane ku kurd dê teslîmyetê qebûl nekin, divê mirov li konsetpên salên 90’î yên Çîller û Agar bimeyzîne. BRUKSEL-ANF
Ev nûçe 827 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>