AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

21 Aralik 2011 08:33
Ozgur Gundem: Em li vir in

Ozgur Gundem: Em li vir in Operasyona li dijî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê û Rojnameya Ozgur Gundemê û xebatkaran li ber navenda rojnameyê ya li Stenbolê bi daxuyaniyekê hate þermezarkirin

Operasyona li dijî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê û Rojnameya Ozgur Gundemê û xebatkaran li ber navenda rojnameyê ya li Stenbolê bi daxuyaniyekê hate þermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku êrîþên li dijî çapemeniya azad bi dawî bibin. Gerînendeyê rojnameya Gundemê Eren Keskîn diyarkir ku ev operasyon li dijî çapemeniya kurd e, balkiþand ser zextên salên 90’î û wiha got: “Me dest jê berneda em dest jê bernadin û em li vir in.”
Xebatkên çapemeniya azad, nûnerên partiyên siyasî, sendîkavan û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyahiyê de polîsan li rojnameyê lêgerîn dkirin. Di daxuyaniyê de pankrat "Duh bombe îro binçavkirin çapemeniya azad bêdeng namîn e" û navên rojnamegerên hatin girtin û binçavkirin hatin hilgirtin. Xebatkarên çapemeniyê jî wênekêþên xwe danîn erdî operasyon protest kirin. Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê Derya Okatan daxuyanî xwend û diyar kir ku operasyon li gorî plansaziya hikûmeta AKP'ê pêktên. Okatan, anî ziman ku Beþîr Atalay got ku "Hemû opeasyonên bi navê KCK'ê bi kordînî hatin nîqaþkirin, biryar hatin girtin û bi plansazî tên meþandin." Okatan, da zanîn ku 66 rojnameger niha girtîne û wiha got: "Gelo ev e demokrasiya pêþketî? Ev e azadiya çapemeniyê? Em ji Serokwezîr Tayîp Erdogan û Alîkarê wî Beþîr Atalay dikin serdagirtina rojnameyan, binçavkirina rojnamgeran perçeyekî plan û pêþniyarên we ne."
Okatan got "Cihê çapeniya azad bêdeng hate hiþtin dê wijdana civakê bê girtin. Em destûrê nadin ku wijdana civakê reþ bikin." û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Bila terora binçavkirinê ya li dijî çapemeniya azad demildest bi dawî bibe. Di serî de êrîþên li dijî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê û rojnameya Ozgur Gundemê û hemû rojnamegerên muxalîf bi dawî bibin. Kêsên hatin binçavkirin divê demildest serbest bên berdan. Bila zagona TMK'ê ya ji bo çapemeniya azad hate çêkirin bê rakirin. Dadgehên Cezayên Giran ên bi peyaya taybet bên belavkirin."
Gerînendeya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn jî wiha got: "Ji roja me wekî Ozgur Gundemê dest bi xebatê kir heya niha em her tim rastî zextan hatin. Min di salên 90'ê de parêzeriya rojnameyê dikir. Ev 20 sal zêden e her tiþt bi serê rojnameyê hat. Rojnameya me hate bombekirin. Nivîskarên me hatin qetilkirin. Belavkarên me yên biçûk hatin qetilkirin. Îro operasyonên bi navê KCK'ê tên kirin berdevam wan zextan in. Ez hinek çapemeniya wekî operasyona KCK'ê nîþan didim þermezar dikim. Ev li dijî çapemeniyê operasoneke. Ev li dijî çapemeniya kurd operasyonek e. Hemû kesên wekî KCK'î hatin nîþandan ew kes in ên dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bên çareser kirin in. Ji ber vê yekê em hemû dibêjin em 'KCK'î' ne. Me dest jê berneda em dest jê bernadin û em li vir in."
Serokê Giþtî yê ODP'ê Alper Taþ jî wiha got: "Ev terora dewletê ye. Gelo çima êrîþê li Gundemê dikin? Ji ber ku Ozgur Gundem dixwaz hemû gel bi hev re bijîn. Ji ber ku dixwaze pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bibe.
Alîkara Hevseroka Giþtî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî jî wiha got: "SUrprîz nebû. Ji xwe naveþêrin. Wezîrê Karên Hûndir, Serokwezîr bi awayekî elenî dibêjinev operasyonên siyasî ne. Lîsteyê serokwezîr amade dike. Li aliyekî jî dibêjin azadiya çapemeniyê heye. Tirkiye di mijara azadaiya çapemeniyê de li navneteweyî di rêz herî dawî de ye."
Gerînendenê Rojnameya Atilimê Îbrahîm Çîçek jî axivî û bal kiþand ser zext û zordariyên li ser çapemeniya azad û wiha got: "Heya niha sosyalîst û þoreþgean li dijî faþîstan bi hev re têkoþîn da. Dê îro þunda jî ev yekê berdevam bike û em dê bi vê yekê ser bikevin." STENBOL

Ev nûçe 682 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.