Helbestvanê kurd Cegerxwîn ku di 22’yê cotmehê sala 1984'an de li sirgûnê jiyana xwe dest da û li bajarê Qamiþloyê hate definkirin, di 27'emîn salvegera mirina xwe de li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn a Þaredariya Peyasê ya Amedê bi panela "Jiyana Cegerxwîn û wejê" ku ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd ve hate lidarxistin hate bibîranîn. Panela ku pêþketiya wê Þêxmûs Sefer kir bi tevlibûna hezkiriyên Cegerxwîn pêk hat. Helbestvan Rênas Jiyan di panelê de axivî û danasîna Cegerxwîn kir.
‘NASYONALÎST BÛ’
Helbestvan Jiyan li ser navê Cegerxwîn rawestiya û diyar kir ku navên dîrokî yê gelê kurd weke navê Cegerxwîn li xwe kiriye kurdî ye û ev yek jî kesayeta Cegerxwîn a welatparêz û nasyonalisist derdixe holê. Jiyan, da zanîn ku gelê kurd di merhaleyeke zor û zehmet re derbas dibe û dê gelê kurd zêdetir li nirxên xwe xwedî derkeve û wiha got: “Hin derdor dikarin vê xwedî derketinê wekî netewperestî bidin nîþandin. Lê ne rast e. Xwedî derketina ziman, çand û nirxên gelê kurd welatparêziye û Cegerxwîn jî li gorî demê xwe kesayeteke nûjen bû û vê yekê jî hê ji wê demê fêm kiribû.”
Jiyan, li ser hezkirina gelê kurd ya li hemberî nivîskarê rûs Dostoyevskî rawestiya û sedemê vê yekê jî wekî pirtûkê Dostoyevskî nîþanda. Jiyan, gotinên xwe wiha domand: “Gelê kurd ji Dostoyevskî gelek hez dike û sedema vê yekê ji di pirtûka Dostoyevskî de welatparêzî heye û ev rih di helbestên Cegerxwîn dejî xwe derdixe pêþ.”
WEKÎ GILGAMÊÞ BÛ
Jiyan, li ser jiyana Cegerxwîn jî sekinî û diyar kir ku Cegerxwîn di destpêkê de miroveke oldar bû û di nav demê di weke Gilgamêþ buye kesayeteke nasyonalîst û wiha axivî: “Ev meþa Cegerxwîn meþeke Gilgamêþî ye û herî dawî li Stockholmê xelas bûye. Helbesta wî ya bi navê “Hêvî” ji bûyerên civakî ye bi demê ve girêdayî ye.
Cegerxwîn mirovek î nûjen e û ev yek jî di helbestan de gelek diyare.”
Jiyan, sedemê metafor û alegerîkbûyina helbestên Cegerxwîn jî vegot û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cegerxwîn helbestvanek î bê dewlet e. Yanî piþta xwe dide xwe û bi tena serê xwe li dejî astengî û aloziyan têdikoþe. Ev yek jî dibe sedema hin tiþtan mirov nikaribe bi rehetî bêje û bike metafor bilêv bike.” Jiyan, herî dawî pirsên beþdaran bersivand û helbesta Cegerxwîn a bi navê “Daristana Xebata” xwend. AMED - DÎHA
Ev nûçe 1275 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>