AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

05 Aralik 2011 08:10
Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran hat vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran hat vekirin Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran ku ji aliyê Þaredariya Colemêrgê ve hate avakirin bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de gelek hunermend derketin ser dikê

Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran ku ji aliyê Þaredariya Colemêrgê ve hate avakirin bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de gelek hunermend derketin ser dikê.
Þaredariya Colemêrgê bi boneya di warê çand û hunerê de ji bo welatiyê Colemêrgê bibe bersiv, Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran bi merasîmek mezin vekir. Beriya vekirina Navenda Çandê bi sedan welatî li qada navendê kom bûn û li ber def û zurneyan govend gerandin. Di vekirinê de Serokê BDP’a Colemêrgê M. Siddik Yildirim, Þaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Endamên Însiyatifa Dayikên Aþtiyê Þaredara Geverê ya berê Ruken Yetîþkîn, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Kurdaleya navenda çandê ji aliyê endamên Dayikê Aþtiyê ve hate birîn. Piþtî kurdela hate birîn, mêvan li salona Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran geriyan. Piþtî vekirinê konser hate dayîn. Li qada merasîmê pankarta ‘Em hûm KCK’î ne’, ‘Huner lêgerîna heqîqetê ye’, ‘Huner watekirina evîneke qedexe ye’, ‘Çand ronahiya civakê ye’ û ‘Ji tecrîda Îmraliye re bes e’ vekirin. Dîsa posterên Yildirim Ayhan û Aydin Erdem hatin daliqandin.
Di merasîmê de þaredar Bedîrhanoglu, anî ziman ku ew hewl didin ku gelê Colemêrgê ji xizmetê mehrûm nekin ku ger nasnameyek gelekî pêþ bikeve dê bi çand û hunerê pêþ bikeve û ew dê piþtgiriya xwe ya ji bo çand, huner û ziman bidomînin û wiha doman: “Niha 6 milyon TL deynê þaredariyê li welatiyan e. Ji kerema xwe re me nekin mohtacê dewletê û deynê xwe yê þaredariyê bidin. Ger ku hûn deynê xwe bidin em dê xizmeten baþtir bikin.”
Piþtî axaftinê Koma Gulên Xerzan, Rojbîn û Kadir Çat derketin ser dikê û konser dan. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû. COLEMÊRG - DÎHA

Ev nûçe 408 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Çand û Huner
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.