AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

19 Aralik 2011 07:33
Muqteda El Sedr: Bila Tirkiye li kar û barên xwe binêre

Muqteda El Sedr: Bila Tirkiye li kar û barên xwe binêre Aloziya li Sûriyeyê ev bû 10 meh in ku berdewam dike. Lê belê hîn jî riyeke çareseriyê nehatiye dîtin. Rewþ ber bi þerekî nevxweyî ve diçe û Tirkiye jî aktoreke sereke ya vê aloziyê ye

NAVENDA NÛÇEYAN - AMED


Roj nîn e ku li Sûriyeyê di navbera çalager û artêþa Sûriyeyê de, di navbera artêþa leþkerên veqetiyayî û artêþê de pevçûn rû nedin. Di encama van pevçûnan de gelek kes jiyana xwe ji dest didin û pirsgirêka gel a bi rejîma Beþar Esad re jî li cihê xwe dimîne. Di vir de rol û rista Tirkiyeya ku di destpêkê de behsa herêmeke tampon dike jî girîng e.
Tirkiye her çiqas bi fikara herêma tapon dê Sûriyeyê bi awayekî demokrafîk a mezhebî cuda bike dev ji vê projeyê berdebe jî hîn jî binve binve muxalefeta Sûriyeyê li hemberî Esad dizêrîne û wan bi çek dike. Ji xwe muxalif jî çiqas bixwazin bicivin ewil serî li Tirkiyeyê didin.

POZÎSYONA TIRKIYEYÊ
Vê pozîsyona Tirkiyeyê dewletên Rojhilata Navîn jî nerehet dike. Herî dawî vê nerehetiyê ji aliyê Muqteda el Sedr ve hat ziman. Serokê Tevgera Sedr li Ýraqê, Hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê gûnehbar dike ku destlêwerdana karûbarên navxwe yên welatên navçeyê dike. Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di daxuyaniyekê de bi tundî êîiþî Hikûmeta AKP’ê kir û Tirkiye bi wê yekê gunehbar kire ku destlêwerdana karûbarên navxwe yê welatên Rojhilata Navîn dike.
Sedr di daxuyaniya xwe ya ku AKP’ê hedef digirede wiha dibêje: “Tirkiye dixwaze þikestina deshilatdariya Mubarek a li Misrê û Îrana tijî pirsgirêk ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ger ev yek di cîhana siyasetê de karekî hêsan be, ev nayê wê wateyê ku Rojhilata Navîn bê þivan û polîs e. Bila Tirkiye bi sedan pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike û piþtre fikra çareserkirina pirsgirêkên welatên din bike.”

RAPORA HRW’Ê
Ligel daxuyaniya Sedr rapora HRW’ê ya der barê rewþa heyî ya li Sûriyeyê jî aloziya heyî radixe ber çavan. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di raporekê de navê 74 berpirsên rejîma Esad aþkera kir ku destê wan di kuþtin û sûcên li dijî welatiyên sivîl de heye.
Rapora HRW’ê ji 88 rûpelan pêk tê û tê de tawanbariyên rejîma Sûriyeyê bi belge tine ziman. Ew zanyarî ji leþker û efserên artêþ û ewlehiya Sûriyeyê hatine wergirtin û tê de diyar dikin ku çawa biryar ji wan re hatiye bi hemû þêweyan xwepêþandanan serkut bikin.
HRW tawanên li Sûriyeyê rû didin bi sûcên li dijî mirovahiyê bi nav kiriye û daxwaz ji Civata Asayiþa Navneteweyî dike Esad û ew 74 kesan li Dadgeha Tawanên Navdewletî bên darizandin.

HEYETA IRAQÊ
Welatên ereb ên Rojhilata Navîn ji ber ku ji rol û risra hêzên hegemonîk der barê herêmê de li Tirkiyeyê kiriye nerazî ne û dixwazin pirsgirêkên herêmê ew bixwe çareser bikin. Di vê çarçoveyê de Iraq xwe amade dike ku heyeteke aþtiyê rê bike Sûriyeyê.

HEYETA BO AÞTIYÊ
Heyeta ku þêwirmendê Serokwezîrê Iraqê serokatiya wê dike, bo hevdîtinên aþtiyê giha Sûriyeyê. Ji Ýraqê bi awayek fermî Heyetek ji bo hevdîtinên aþtiyê serdana Sûriyeyê kir.
Hat ragihandin ku Heyeta dibin serokatiya Þêwirmendê Serokwezîrê Ýraqê Nûrî Malikî, Elî Musewî û þêwirmendê ewlekariya neteweyî Felah el-Feyyad de çûn Þamê.
Musewî diyar kir ku wê ligel endamên Heyetê ji bo xwîna ku li Sûriyeyê tê riHeyetin bi dawî bibe guftûgoyan bikin.

Ev nûçe 382 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Cîhan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.