AMED TÎGRÎS
Li ser sîstema siyasî ya Îspanyayê û bi taybetî der barê modela otonomiya wê de min heta niha gelek pirtûk û nivîskar xwend û dixwînim. Min di pirtûka xwe ya bi navê Perwerdeya bi zimanê dayikê û PIRZIMANIYA FERMÎ de jî cihekî kurt da modela otonomiyên Îspanyayê.
Du meh berê ez li Amedê li Pirtûkxaneya Aramê rastî pirtûka bi navê ‘Katalonya - Dîrok Ziman Otonomî’ hatim. Nivîskarê vê pirtûkê Necat Ayaz e. Pirtûk xwerû bi kurdî ye û ji 264 rûpelan pêk tê. Min pirtûk kirî û dest bi xwedina wê kir. Ji bo min pirtûka Katalonyayê ji du aliyan ve girîng e: Girîngiya yekem, ji bo ku li ser modela Katalonyayê lêkolîneke gelek berfireh û pêvajoya dîrokî bi awayekî kûr lêkolîn hatiye kirin. Girîngiya duyem jî pirtûk bi kurdî hatiye nivîsandin.
Piþtî têkçûna dîktatoriya Franko di sala 1976’an de li Îspanyayê qanûneke bingehîn hatiye qebûlkirin û sîstema Îspanyayê ya siyasî li ser 17 herêmên otonom hatiye avakirin. Dewleta Îspanyayê sîstemeke wiha ava kiriye ku kesên baþ nizanibin dê dibêjin qey êdî li Îspanyayê demokrasiyeke berfireh û pêþketî heye. Mînorîtetên (kêmar) li Îspanyayê li herêmên xwe mafên xwe yên çarenûs bi vîna xwe, bi awayekî azad û bêsînor bi dest xistine û bikartînin. Êdî li seranserî Îspanyayê otodetermînasyoneke pêþketî heye…
Dema mirov pirtûka Katalonya dixwîne, dibîne û ku li Îspanyayê rewþ ne wiha ye, gelek tiþt hê bi dewlet û hikûmeta navendî ya Madrîdê ve girdayî ne. Katalonî, baskî, galîçî û gelên din bi destxistina mafê otonomiyeke qels re hîn jî di bin desthilatdariyaspaniyan de ne. Qanûna bingehîn a Îspanyayê di gelek mijar û warî de dest û lingên mînorîtetan, hikûmetên wan ên otonomî qeyd û bendan xistine. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de bi tenê behsa Katalanan bikim û ji pirtûka Nejat Ayaz çend mînakên balkêþ ji bo xwendavan destnîþan bikim. Xalên ku bêtir bala min kiþandin. Dema li Îspanyayê behsa têkoþîna gêlên bindest tê kirin, bi tenê bask tên bîra me kurdan. Wekî ku ji derveyî baskan gelên din li Îspanyayê tune bin û heta niha ne xwediyê dîrok û têkoþîneke hêja û bêhempa bin. Ev nerast e û kêmasiyeke mezin e.
Katalon bi hejmar û bi erdnîgarî ji baskan gelek bêtir û mezintir in. Niha nifûsa Katalonan ji heft milyonî bêtir e û firehî û mezinahiya axa welatê wan jî ji ya baskan mezintir e. Her wiha têkoþîna wan jî xwediyê dîrokeke dûr û dirêj e. Welatê wan ji aliyê aborî, endustrî, xweza û turîzmê ve jî gelek balkêþ û pêþketî ye. Axa Katalonyayê di navbera dewletên Îspanya û Fransayê de hatiye beþkirin. Beþê mezin li aliyê Îspanyayê maye. Katalonya li Îspanyê heremeke gelek pêþketî ye. Herêma Barselonayê ji dîrok û bazirganiya deryayê ve li cîhanê bi nav û deng e. Di heman demê de Barselona paytexta katalonan e. Ji ber ku di van salên dawî de ETA’yê li dijî dewleta Îspanyayê þerê çekdarî da destpêkirin û navê baskan li cîhanê belav bû. Lê katalonî di prosesa dîrokî de gelek caran li Îspanya û Farnsayê bûne xwedî desthitdariyeke xurt. Katalonî herwiha xwedî çand û dîrokeke qedîm in jî.
Cara yekem Qral Karlosê III’yem di 1768’an de biryar daye ku zimanê kastîlî (îspanyolî) li her derê welat bê bikara nîn û zimanê katalonî di dibistanên seretayî û navîn de qedexe kiriye. Lê belê bi tekoþîna li dij asîmîlayon û dagirkeriyê re dem dem li gorî desthilatdar û hêzên kataloniyên netewî rewþ hatiye guhertin. Ji dema destpêka asîmîlasyon ve heta îro katalonî li hemberî vê dagirkerî û asîmîlasyonê têkoþîna xwe ya neteweyî û demokratîk meþandine. Serdema herî barbarî, zorî û zehmetî serdema desthilatdariya Franko ye.
Dema mirov li xwendina vê pirtûkê hûr dibe, dibîne ku di dîroka têkoþîna gelê katalonî de çend xalên girîng û balkêþ hene ku mirov dikare ji wan dersên hiþyariyê bigire:
Xala yekem: Ji destpêkê ve xanedan, burjûvazî û dewlemendên katalonî pêþengiya têkoþîna neteweyî û demokratîk kirine. Burjûvaziya Katlonyayê di sala 1840’î de Partiya Demokratîk a Komarger damezrandine û burjûvaziyê biçûk jî girtine nav refên xwe. Dem û dezgehên katalonî damezirandine, girîngî û pêþengiyê dane ziman û çanda katalonî. Ev çîn û derdor hê îro jî pêþengiya doza katalonî dikin, ew otonomiyê bi rê ve dibin.
Xala duyem: Balkêþtir e ku di destpêka salên têkoþînê de ji dewleta Îspanyayê ya navendî daxwaza xweseriya demokratîk kirine. Katalonî niha xwediyê otonomiyê ne, lê belê têr û qîma xwe bi vê otonomiya he nayênin û daxwaza serxwebûna dewleta Katalan dikin.
Dema mirov li dîroka têkoþîna kurdan dinêre berovajiyê ya katalonan e. Heger mirov serdema Bedirxaniyan hesap neke, xanedan, dewlemend û burjûvaziyên me ne wê demê û ne jî niha li qada kurdayetî tune ne, ne xuyane. Berovajî burjûvaziyê kurd bi dewleta Tirkiyeyê re li dijî doza kurd in. Niha bi hikûmeta Erdogan re ne. Rewþenbîr, xizan û beþek jî çîna burjûvaziya biçûkên kurdan pêþengiya bizava kurd dikin an jî wekî doza xwe dizanin. Ya duyem, piraniya partî û rêxistinên kurdan ji destpêkê de serxwebûna Kurdistanê xwestine. Heta niha me tu statuyeke polîtîk bi dest nexistiye û niha di vê rewþê de me daxwazên xwe yên polîtîk daxistiye asta herî nizm ku em navê ‘Xweseriya Demokratîk’ lê dikin. Hinek wê jî naxwazin bi TRT 6’yê û beþê zanîngeha Artukluyê weke ku dewleteke serbixwe bi dest xistibin ji dewletê re spasdariya xwe dikin û bi wan xwe dilþad û serbilind dibînin.
Di 1979’an de dewleta Îspanyayê ji bo sîstem û statuya otonomiyan pêþnûmeyeke aloz, tevlihev parçekirî û bi hikûmeta Madrîdê ve girêdayî amade kiriye. Îspanyayê li ser 17 herêman par kiriye. Kesê ku baþ nizanibe dê bêje qey Îspanya ew qas demokratîk e ku welatê xwe kirine 17 eyaletên demokratîk. Ji van 17 herêman her yek xwedî alekî, bajarekî navendî ye û heta parlamentoyên wan ên herêmî hene. Katalonyayê li ser çar herêman û bask jî li ser sê herêman bi par kirine û heta herêma Navara ji yekitiya otonoma baskan qetandine û statuyeke cihê dane wê. Armanca dewleta Madrîdê ew e ku yekitiya ax û neteweyiya kêmaran çênebe. Dema katalonî, baskî û yên din li dijî vê statuya antîdemokratîk derdikevin, di parlamentoyên otonom de biryara guhertina vê qanûna statûyê digirin û dibin parlamentoya Madrîdê, Madrîd dibêje ‘Ev qanûna bingehî naye guhertin. Heta ev otonomî ji we re zêde ye.’ Di heman salê de li seranserê Îspanyayê pêþnûmeyê pêþkêþî referandûmê kirine. Li herêma Katalon ji sedî 88’ên dengan bi awayekî erênî hatin dayîn. Piþtî referandûmê destûrnameya statuya otomiyê di senatoya Madrîdê de hatiye qebûlkirin û bi îmzekirina Qral Karlosê I’em li Katolonya û herêmên din statuya fermî ya otonomiyan dest pê kiriye û heta niha ev statu dom dike. Dewleta Îspanyayê naxwaze carekê din di vê statûyê de guhertin were kirin.
Li gorî îstatîstîkên 1986’an rewþa zimanê katalonî herêm nifûs fêmkirinaxaftin nivîsandin
Niha parlamento û hikûmeta Katalonyayê hene. Perwerde bi zimanê katalonî ye. Bi polîsê katalonyayê re li herêmên otonom polîsên îspanî jî hene. Artêþ îspanî ye. Erêkirina budçeyê di destê Madrîdê de ye. Li herêma Katalonyayê ji 15’an bêtir partiyên siyayî hene. Lê gelê katalonî vî kirasê otonomiyê ji xwe re teng dibînin û dixwazin bi Katalonya bibe welatekî serbixwe.
BDP jî niha carinan pêþniyaz dike ku bila Tirkiye li ser 25 herêman were parvekirin. Heta vê yekê girtiye bernameya xwe jî. BDP parlamentoyên herêmî, alayên herêmî, hêzên parastinê yên herêmî naxwaze, lê carinan perwerdeyê dixwaze. Yanî ji modela Îspanyayê jî gelek kêmtir, tengtir û paþvetir satûyeke dixwaze. Lê dîsa jî hikûmeta AKP’ê li ser vê xalê har bûye û dibeje ‘Li Amedê dewleteke paralel ava dikin’ û dest bi operasyonan kirine heta niha bi qasî 4 hezar rêvebir û endamên wê girtine û kirine zîndanan û hê jî her roj girtin dom dikin.
Katalonî û baskî jî vê modelê gelek kêm û antîdemokratîk dibînin.
Nivîskarê pirtûka ‘Katalonya - Dîrok Ziman Otonomî’ Necat Ayaz bi rastî xebateke pir baþ kiriye ku di vê demê de carinan ev modela Îspanyayê li Kurdistan û Tirkiyeyê tê gengeþekirin. Divê siyasetmedar û rewþenbîrên kurd vê pirtûkê bi dest bixin û bi baldarî bixwînin.
Çend roj berê mamoste Brahîm Taþ got ‘Li Amedê li herêma Ofîsê bi navê Don Kîþot pirtûkxeneyeke nû vebûye, em herin li wir hem çayeke germ vexwin û hem jî li pirtûkan binêrin ku pirtûkeke nû hatibe em bikirin.’
Em çûn rûniþtin xwediyê wê jî hat û me dest bi sohbeteke germ kir. Min got di destê min de bi navê ‘Katalonya - Dîrok Ziman Otonomî’ pirtûkeke heye, ez niha dixwînim, geleke balkêþ e. Xwediyê Don Kîþotê nebêje: ‘Pirtûka min e. Necat Ayaz ez im.’
Ji bo min suprîzeke mezin bû. Nivîskar Necat Ayaz bi xwe ji Amedê ye. Mamosteyê zimanê îngilîzî ye. Pêþî li Stenbolê mamostetî kiriye û piþtre bar kiriye Amedê. Li Amedê ji aliyekî ve mamostetî dike û ji aliyê din ve jî, bi hevalekî xwe re çendek berî niha, cihê Don Kîþot vekirine. Heta niha çend car çûye Katalonyayê. Niha li ser tevahiya Îspanyayê pirtûkeke din amade dike. Mirovekî ciwan, zana, çalak, xwedî doz û projeyan e. Ji bo pêþerojê hêviyeke serkeftî di mêjî û dilê min de çêkir. Ez li benda berhemawî ya nû me.
Jêrenot: Zekine Turkerî jî bi tirkî bi navê ‘Bask Meselesi’ pirtûkeke nivîsiye. Ez ê di demeke nêzîk de li ser vê pirtûkê û rewþa baskan jî nivîseke kurt amade bikim û biweþînim.
Ev nûçe 896 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>