AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

09 Kasim 2011 07:56
Mirovahî li hemberî vê bêhiqûqiyê li ku ye?

Mirovahî li hemberî vê bêhiqûqiyê li ku ye? Çekêk kimyevî di diroka mirovahiyê de bi sedan caran bibe sedema kuþtina miriov, ajal û xwezayê jî, dîsa mirovahî ji vê bê hiqûqiya xwe gav paþde navêt, hovîtiya herî dawî TSK’ê li hemberî endamên HPG’ê da nîþandan

Çekên kimyevî ku yekem car Beriya Zayinê di sala 428’an de di þerê Peleponezê yê di navbera Sparta û Atînayê de ji dûxana êzîngên zift û kukurtê hate bikar anîn, îro Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) bi awayekî veþartî û li dijî peymanên navneteweyî li dijî PKK’ê bikar tîne. TSK’ê li gel ku Tirkiye peymanên navneteweyî yên der barê çekên kimyevî de îmze kiribin jî dîsa li çoltarên Þirnex, Sêrt, Colemêrg, Mûþ û gelek çoltarên din peyman îhlal kir û li dijî endamên PKK’ê 46 caran çek bikar anîn û bi tevahî 437 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî di operasyona TSK’ê ya li dijî endamê HPG’ê ku di 22-24’ê cotmehê de pêk anî û 36 endamên HPG’ê li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest dan hate îdîakirin ku TSK’ê çekên kimyevî bikar aniye.

DÎROKA ÇEKÊN KÎMYEVÎ
Di hezîrana 1917’an de yekem car Almanan gaza Difenilkloroarsin (DA) û Hardal di heman demê de bikar anî. Di dema 1’emîn Þerê Cîhanê de di 22’ê nîsana 1915’an de Almanan gaza bi klor bikar anî û 10 hezar leþkerên firansî kuþtin. Di sala 1930’an Rûsan li dijî çînan çeka kimyevî ya îperit bikar anî û bolukek leþkerên çînî qir kir. Di sala 1935’an de Îtaliyanan li dijî habeþiyan gazên kimyevî bikar anî û gelek ji wan kuþtin.
Di sala 1925’an de bi peymana Cenevreyê Çekên Kimyevî di dema þer de hatin qedexekirin. Di vê peymanê de DYA û hin welatên din xwestin ku dema li hemberî wan çekên kimyevî hatin bikar anîn bersîvê bidin. Welatên Îtalya, Etiyopya Japonya, Mançurya û Çinê li gel ku peymana Cenevre îmze kirin jî dîsa çekên kimyevî bikar anîn.
Di sala 1936’an de dema kîmyagerê Alman Gerhad Schrader, li ser dermanê kêzikan dixebitî Gaza Tabun (GA) dît. Gerhad Schrader piþtî 2 salan Gaza Sarin (GB) keþif kir. Piþt re Îngîlîstan gelek gaza Sarin (GB) bi dest xist. Sovyetan jî fabrîqeya hilberîna Gaza Sarin (GB) ji Almanan derbasi welatê xwe kir. DYA’yê jî li ser gaza Sarin (GB) bombeyên bi mîsket bikar anî û li gorî þerê eniyê amade kir. Piþt re Fransa, Îngîlistanê û Kanadayê gaza Sarin (GB) bi armanca testê hilberand. DYA’yê dest bi hilberîna gaza Sarin (GB)’ê kir.
Di salên 1982-1987’an de Iraqê li dijî kurdan bikar anî. Di sala 1988’an de li dijî Halepçeyê çeka kimyevî bikar anî. Li Japonyayê mezhebê Aum Shinrikyo li dijî metroyê Tokyoyê çekên kimyevî bikar anî.

PEYMANÊN ÎMZEKIRÎ
Di Cîhanê de piþtî ku bikaranîna çekên kimyevî ji kontrolê derketin, welatên cîhanê ji bo rê li pêþ vê yekê bigirin gelek peyman îmze kirin. Di salên 1899 û 1907’an de peymana Laheyê hate îmzekirin. Di sala 1925’an de protokola Parisê hate îmzekirin. Di sala 1972’an de protokola Cenevre hat îmzekirin. Di sala 1989’an de di navbera DYA û Rûsyayê de îmhaya çekên bîyolojîk û kimyevî hate îmzekirin. Di sala 1993’yan de peymana Parîsê hate îmzekirin.
Di dîrokê de yekem peymana nivîskî ya çekên kimyevî di sala 1675’an de di navbera Împaratoriya Romayê û Fransayê de bi peymana Strasbourgê pêk hat. Bi vê peymanê di þerê navbera herdu weletana de bikaranina çekên kîmyewi hate qedexekirin. Ji ber vê yekê di sala 1899’an de di Peymana Laheyê de gelek welatan li hev kir ku dê çeken kimyevî bikar nînin.

DYA, EWROPA Û IRAQ
Li gel Konvansiyona Laheyê di 1’emîn Þerê Cîhanê de çekên kimyevî hate bikaranîn û peyman hate îhlalkirin. Îraqê di sala 1931’an de peymana Cenevreyê îmze kir, lê di salên 1980’an de li hemberî Îranê û di salên 1987-88’an de li hemberi Helepçe û kurdan bikar anî.
Di þerê Yemenê û Koreyê de îdîayên ku çekên kimyevî hatine bikar anîn hatin kirin. DYA’ê li dijî Vîetnamê çeka kimyevî bikar anî. Piþtî ku dîsa çekêm kimyevî hatin bikar anîn Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) protolek ji ji îmzeyê re vekir. Ev rêxistina serbixwe hewl dide ku tora xwe fireh bike. Heta gulan a 2009’an 188 welatan îmze avêt vê protokolê û alîkiriya xwe îlan kirin. OPCM’ê xwest heta dawiya sala 2007’an hemû çekên kimyevî îmha bikin. Di encama vê yekê de derket holê ku li tevahiya cîhanê 70 hezar ton stoka çekên kimyevî heye. Derket holê ku ji sedi 95’ê vê depoyên van çekên kimyevî tenê li welatê DYA û Rusyayê ne.

PEYMAN KENGÎ ÎMZEKIRIN
Peymana 1’emîn: Di di sala 1675’an de li Strasbourgê pêk hat. Di navbera Împaratoriya Roma û Fransayê de pêk hat. Li gorî vê peymanê dê herdu welat li hemberî hev çekên kimyevî bi kar nînin.
Peymana 2’yemîn: Di sala 1874’an de li Brukselê hate niqaþkirin lê nehat qebûlkirin. Li gorî vê peymanê hate xwestin ku hemû çekên kimyevî bên qedexekirin.
Peymana 3’yemîn: Di sala 1899’an e Konvansiyona Laheyê hate imzekirin 31 dewletan îmze avêt vê peymanê. Li gorî vê peymanê gazên kimyevî yên fetisandin, jahrkirin û wekî wê hatin qedexekirin.
Peymana 4’emîn: Di sala 1907’an de Konvansiyona Lahey hate îmzekirin. 35 dewletan îmze kir. Bikaranîna hemû gazên kimyevî hatin qedexekirin.
Peymana 5’emîn: Di sala 1919’an de peymana Versayê hate îmzekirin. Di navbera Almanya û welyatên Îtilaf de hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê hilberîna çekên kimyevî û firotina wan li Alman hate qedexekirin. Peymana 6’emîn: Di sala 1922’yan de Konferansa Çekan a Washingtonê pêk hat. Di vê konferasê de lihevhatin derneket. Hate xwestin ku hemû cûreyên çekên kimyevî bên qedexekirin. Peymana 7’emîn: Di sala 1925’an de protokola Cenevreyê hate îmzekirin. 134 dewletan îmze avêt protokolê. Hin cûreyên çekên kimyevî hatin qedexekirin. Peymana 8’emîn: Di sala 1933’yan de Konferansa Bêçekkirina Cîhanê pêk hat. Lihevhatin derneket. Hate xwestin ku di peymana Cenevreyê de penaseyek teqez bi çekên kimyevî bên kirin. Hate xwestin ku li dijî dewletên nealîgir jî ev çek neyên bikar anîn. Peymana 9’emîn: Di sala 1972’yan de Konvonsiyona Çekên Biyolojîk pêk hat. 162 dewletan îmze kir. Di vê peymanê de hemû cureyên çekên biyolojîk hatin qedexekirin. Peymana 10’emîn: Di sala 1985’an de Koma Avustralya peyman pêk anî. 41 dewletan îmze kir.
Peymana 11’emîn: Di sala 1989’an de Konferansa Bikaranîna Çekên Kimyewî hate lidarxistin. 149 dewletan imze kir. Hêjmara dewletan her ku diçe zede dibe. Peymana 12’emîn: Konvansiyona Çekên Kimyevî di sala 1993’an de pêk hat û 187 dewletan îmze avêt. Bikaranîna hemû çekên kimyevî hate qedexekirin. Depokirin û firtotina wan jî hate qedexekirin.

ÎHD: 46 caran çekên kîmyevî hatin bikaranîn, 437 kesan jiyana xwe ji dest da
Ji bilî çekên TSK’ê li Colemêrgê bikaranîn li gorî rapora Þaxa ÎHD’ê ya Amedê ya bi navê “Bikaranîna Çekên Kîmyevî” TSK’ê ji sala 1994’an heta niha 46 caran ev çek bikaranîn. Li gorî raporê ji ber van çekan 437 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de 3 minak hatin dayîn:
“Pevçûna di 11’ê gulana 1999’an de ya li nêzî gundê Ballikaya yê navçeya Silopî ya Þirnexê ya ku 20 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.
Pevçûna di sala 2009’an de ya li navçeya Çelê ya Colemêgê ya 8 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.
Pevçûna di 31’ê tîrmeha 2011’an de a li navçeya Þemzînan a Colemêrgê de ya ku endamê PKK’ê Bedran Kaya jiyana xwe ji dest da. Tu þopa guleyan li ser cenazeyê Kaya tunebû û kesên cenaze þuþt jî gotin cermê cenaze perçe perçe diket.”
ÇEKÊN ÎMHAYA GÝRSEYÊ
Çekên Îmkakirina Girseyê, (Weapons of Mass Destruction -WMD) dibe sedema komkujiyan û wêrankrina xwezayê. Ji çekên nukleer, biyolojîk û kimyewî pêk tên. Yekem car di sala 1937’an de li bajarê Guernica yê Îspanyayê ji aliye Naziyan ve hate bikaranîn. Di sala 2003’de ev yek bû hinceta ku DYA Iraqê dagir bike.
Çekên Îmhakirina Girseyê (WMD), ji 3 cûreyan pêk tê. Çekên nukleer, biyolojîk û kimyevî.

ÇEKÊN NUKLEER:
Çekên ku dikevin vê komê; Bombaya Atomê, Bombeya Uranyum û plutonyum û Bombeya Hidrojenê.

ÇEKÊN BÝYOLOJÎK:
Di van çekan de vîrûs û bakterî tên bikaranîn û di genên mirov de guhertinan çê dikin.
ÇEKÊN KIMYEVÎ:
1 Gazên ku mirovan difetisînin, Boriya bêhnê, kezebê perçe dike. Madeyên di vê çekê de tên bikar anîn klor e.
2 Çekên Jahrkirinê: Bi madeyên ku di nava xwînê de oksîjenê vedihewînin re dikevin reaksiyonê û xwînê diþewitînin.
3. Gazên Þewatê: Ev gaz di çermê mirovan de þewatnê çêdike. Ji ber ku çerm diþewite bêhnstendina çerm dixetime û mirov difetise. Bombeya li Helepçeyê hate bikar anîn ji vî cûreyê bû.
4 Gaza Sînîr. Dema ev gaz tê bikaranîn û dikêje mirovan piþtî temasî sînîr dike bêyî daxwaza mirov hemû sînîr û damar diþidin.
Ji ber ku hemû damar diþidin û hiþk dibin mirov nikare bêhnê bistîne û difetise. Gazên li Tokyo ji vî cûreyî bû.
AMED - DÎHA

Ev nûçe 1308 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Forum
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.