AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

07 Aralik 2011 07:24
Min bi agir aþtî hembêz kir

Min bi agir aþtî hembêz kir Bi agirê xwe mizgîna serfiraziyê didan zarokan û digotin: Ji xwe re rehet razên her dilop me li ser guliyên daran dibe deryayekê û ev derya dikeve ser dilê wan

HEMÎD ADÎMAN*


Bi dilekî mîna asîman li ser aþtî hatiye afirandin. Li welat Mem û Zînan dibêjin evîn, azadî. Nirxên mirovahiyê bi agir hatiye afirandin, weke çend hezar sal berê weke destpêka mirovahiyê. Belkî hêviyên min têrî nekin lê kijan cesaretê de wekî dilekî agir vî agirî bibe bedena xwe de, di ruhê xwe de û di mejiyê xwe de xwe bigihêjîne aþtiyê.
Ji xwe re digote dayik û bavê min ên hêja li min biborin. Dibe ku ez nikaribim bedewbûn û xweþikbûna dilê wê bilêv bikim, lê ewr reþ dimeþe û dizîvire siya min. Di bin tava rojê de dicemidim. Cihê ku xeyala xwe bibim bikim mêvanê xeyalê we, lê bila dîrok ne bi xwînê bê. Bila Spî be û dirêj be. Ev îmgeya mirinê ji min re bûye meraqek û ketiye nava dilê min. Bila ev meraq bi min re neçe gorê û bi pênûsa xwe ye bi jehra vê mirinê, ji dilê xwe birêjinim. Di çavên zarokên stêrikek birqonekin de dil û mejiyê xwe ji heqîqeta mirinê re vekim, bersiv û sedema rastiya mirinê bibînim.
Xwînmêjên me zarok û dayik û bavê bindest ji vê gerdûnê dizîne, ji pêtên agir þer çêkirin. Lê ez keçika sî û sê gul im. Keziyên min ji tîrêjên tavê hûnandin. Çavên min çirûskên stêrkan kildayîne. Kirasê min ji tîrêjên rojê; kesk sor û zer in; heft rengî ne. Ji ber vê yekê tu hêz nikarin min li vir bigirin.
Her þev, di vê mezela ger de, li baranê, xwezayê û tariya þevê dinêrim. Mîna pirpirika belek dilgeþiya min ji nav firîk û firêza xwezayê difûre û dildariya min li zarokiya xwe û li paþeroj û pêþeroja xwe digerim, kûr kûr difikirim, lê mixabin min bersiva pirsa vê mirinê nedît. Dengê agir ji dilê min tê. Her rojê bi tîrêjên rojê dialêsim. Bi zimanê dilê xwe û bi hêviya ku tîna xwe bi vî agirê aþtiyê biþkînim. Lê agir di siya xwe de dihatin þewitandin. Agir Îbrahîm ne avêt, Helacê Mansûrê gurandî û Îsayê çarmixkirî diþewitand.
Bi agir qehremanî dida mirovan, tim di fikir û ramanê xwe de bîrdoziya hemdem, sosyalizma zanistî, exlaqê þoreþgerî û biratiya gelo niþanî min dikirin. Ji ber vê yekê berxwedana Mazlûm û Çaran artêþa Egîdan û bedewbûna Zîlan di dilê min de bû mizginiya þoreþa aþtiyê, min jî xwest ji agir bêm, berê xwe bidim çemê Dîcle ku bibim hevalê Mustafa Malçok da ku mirin bê jî rev tunebe û di her mirinekê de jiyanek hebe.
Xwînmêjan cihan li zarokên me kiribûn dojeh û nehiþtibûn stêrkên wan li asîman bibiriqin. Ew kiribûn girtiyên þevê û dengê wan di hundirê wan de fetisandibûn. Ziman li wan þikandibûn, hêsirên çavên wan bi þev û roj wekî çemê Firat û Diclê bûn. Hêviya li ber mirin bûn. Li welatekî bindest Bi agirê xwe mizgîna serfiraziyê didan zarokan û digotin: Ji xwe re rehet razên her dilop me li ser guliyên daran dibe deryayekê û ev derya dikeve ser dilê wan. Ji ber vê yekê xwînmijên ji aþtiyê hers dibin… Dibêjin her tiþt bi agir hate afirandin. Min ji zimanê êgir fêm kir û di nav agir de aþtî dît. Lê divê ez ji bipirsim ji we: Me çiqas barê aþtiyê da ser milê xwe.
*Girtîgeha / Dîlokê

Ev nûçe 1077 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Wêje
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.