Li navçeya Artemêta Wanê ji ber barana ku beriya 5 rojan bariya gelek mal, kargeh û baxçe di bin avê de man û navçe terkî qedera xwe hate kirin. Li cihên ku zirar dîtine tespîta zirarê nehat kirin û riya ku ji aliyê Þaredariya Artemêtê ve hate çêkirin jî hate rewþeke ku nayê bikaranîn.
Di 25'ê îlonê de baranek zêde li navçeya Artemêtê bariya û lehî rabû. Ji ber lehiyê, gelek kargerî û baxçe dibin avê de man û welatiyên navçeya Artemîta Wanê zirarek mezin dîtin. Ji ber barana zêde qanala Þamranê di ser de çû û ava baranê bû lehî û her der da ber xwe. Di serî de li taxa Yenîmahalle gelek tax û nokteyên din di bin avê de man. Bi hezaran dolim zevî û baxçeyên welatiyan di bin avê de man. Rê û piran ji ber lehiyê zirarek mezin dîtin. Çemê Kotur û Cabirê di ser de çûn û her der bû gola avê. Ji ber ku hêza lehiyê zêde bû, rêyên þaredariyê nû çê kiribûn û kolanên ku ji aliyê þaredariyê ve bi kevirên parkeyan nû hatibûn pêçan dîsa xera bû. Berhemên salê yên welatiyan hemû di bin avê de çû û ziyanek mezin pêk hat.
5 ROJ DERBAS BÛN
Li gel ku 5 roj di ser lehiyê re derbas bûn û bi dehan mal di bin avê de man jî heta niha rayedarên dewletê ji bo tespîta zirarê bikin tu lêkolîn nekirine. Welatiyan diyar kir ku ji ber qanala Þamramê ya aydî DSÎ ye nehatiye paqijkirin xetimiye û av bûye lehî û bi ser wan de hatiye. Welatiyan, bertekên xwe anîn ziman û destnîþan kir ku hemû bax û bistanên wan tev hêj di bin lehiyê dene û zirarek mezin dîtine. Welatiyan, destnîþan kir ku her çend Þaredariya Artemetê xebatan bimeþîne jî ji ber ku hêz û mercê wê tune nikare bi lezgîn alîkariyê bike.
CUDAKARÎ TÊ KIRIN
Welatiyan bertek nîþanî Qeymeqamê navçeyê û Waliyê Wanê da û destnîþan kir ku 5 roj di ser bûyerê re derbas bûn, lê heta niha nehatine pirsa wan jî nekirine. Welatiyan, destnîþan kir ku di navbera bajar û navçeyên herêma rojhilat û rojava de cudakarî tê kirin û rayedarên dewletê bi qasî li hemberî bajarên rojava hasas in, li bajar û navçeyên rojhilat ne hasas in.
Rayedarên þaredaiyê jî anî ziman ku wan jî ji vê lehiyê zirarek mezin dîtiye û li gorî þert û derfetên xwe hewl didin ku alîkariyê bidin welatiyan. WAN - DÎHA
Ev nûçe 1137 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>