Mutha ÇETÎN - ÎZMÎR
Li Wanê piþtî di 23'ê cotmehê de erdheja hêza wê 7.2 pêl û di 9'ê mijdarê de erdheja hêza wê 5.6 pêk hat, bi hezaran mal hilweþiyan û 644 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku bi hezaran avahî derizîn û zerar dîtin û her roj diheje, bi 10 hezaran mirov li derve man û di çadirên naylonî de dijîn. Ji ber þert û mercên zivistana dijwar û serma gelek zêde gelek welatiyên mexdûrên erdhejê rêya çareseriyê di koçberiyê de dîtin.
Li Wanê bi 10 hezaran mirov dest bi koçê kirin û berê xwe dan Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Aydin û gelek bajarên din. Koçberî hêj didome û ji niha de cih di otobusan de nemaye. Otobusên ku welatiyên Wanê dikiþîne, ji Wanê tije derdikevin, lê vala vedigerin Wanê. Bajarekî herî zêde koçên Wanê digire Îzmîre.
KOÇÎ BAJARÊN MEZIN DIKIN
Li Otogara Îzmirê (ÝZOTAÞ) bi sedan welatiyên koçber kirin hatin li vir kom bûn. Rayedarên Fîrmayên Wanê, diyar kirin ku hefteyan in welatiyan ji wanê dikiþînin û dibin bajarên mezin. Midûrê Bikaranîna Otobusan a Fîrmaya Wan Golu ya Îzmirê Metîn Gul, anî ziman ku ew ji Wanê rêwiyaðn dibin gelek bajarên Tirkiyeyê û wiha got: "Piþtî erdhej pêk hat ji sedî sed rêwî zêde bûn. Koçberiyek gelek mezin dest pê kir. Welatiyên Wanê yek bi yek bajar terk dikin.
'SEFER DUQAT ZÊTE BÛN'
Gul, anî ziman ku beriya erdhejê ji Wanê rojê 10 sefer dibirin Stenbolê, Seferek dianîn Îzmîrê û wiha got: "Piþtî erdhejê sefer ji sedî 100 zêde bû. Me sefer duqat zêde kir, lê dîsa têrê nake. Ji niha de bilêt nemane. Heta 30'ê mijdarê hemû bilêt hatine firotin. Êdî otobus terê nakin. Êdî em ji Wanê rojê 30 otobusan radikin. Lê disa têrê nake. Piþtî erdhejê 50 otobus ji Wanê hatin. Kesên piþtî erdhejê hatin Îzmîrê ji bo demsala zivistanê li vir derbas bikin hatin vir."
Nûnerê Fîrmaya Best of Van Turê Faysal Aydin jî anî ziman ku piþtî erdheja ku Li Wanê pêk hatiye sefer 2 qat zêde bûne û koçek mezin dest pê kiriye. Aydin, anî ziman ku welatiyên koçber dikin gelek rewþa wan a aborî pir xerab e û gelekan ji wan bê pere digirin. Piþtî erdhejê otobusên ji Îzmire diçin Wanê rawestiyan. Lê otobusên ji Wanê tên vir 2 qat zêde bûn. Li gel hemû otobusên me seferê dikin, dîsa otobus têrê nake û koçek mezin dest pê kiriye."
HEWA GERM BIBE EMÊ BIÇIN
Malbata Sokmen a ku 60-70 sal berê ji Îranê koçar kirin û piþtî erdhejê jî ji Wanê koç kirin, niha hatin Îzmîrê û li cih digerin. Dayika 4 zarokan Emine Sokmen, anî ziman ku mala wan hindik zirar dîtiye û piþtî zivistanê dê dîsa li Wanê vegerin. Sokmen, anî ziman ku ji ber ku mala wan zêde zerar neditiye zêde bi þensin û ji bo demsala zivistanê hatine Îzmîrê.
'EM NEÇAR MAN KOÇ BIKIN'
Welatiya bi navê 62 salî Ayþe Sokmen jî anî ziman ku ji ber kesî alîkarî bi wan re nekir neçar man ku koç bikin û hatine Îzmîrê. Sokmen, anî ziman ku ji ber alîkarî bi welatiyan ne nayê kirin her kes Wanê vala dike û dest bi koçê kirine. DÎHA
Ev nûçe 498 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>