AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

22 Aralik 2011 07:36
Meclisa Îstar daxwazname da Buroya Nûnertiya Hewlêrê

Meclisa Îstar daxwazname da Buroya Nûnertiya Hewlêrê Heyetek ji Meclisa Îþtarê bi boneya astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bên rakirin bi Rêveberê Buroya Nûnertiya Yekbûyî (NY) a Hewlêrê ziyaret kirin û daxwazname da buroyê

Heyetek ji Meclisa Îþtar a Wargeha Mexmûrê ji bo pêkanînên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin Buroya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Hewlêrê ziyaret kir û daxwazname da buroyê.
Heyeta Meclisa Îþtar a ku ji 6 kesan pêk dihat li Hewlêr bi Rêveberê Buroya Nûnertiya NY’yî ya Herêmê Sokol Kondî re hevdîtin pêk anîn. Heyetê di hevdîtinê li ser pêkanîna 5 meh in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meþandin guman û fikrên xwe anîn ziman.
Li ser navê Heyetê Asya Burak di hevdîtinê li ser pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Ev nêzî 5 meh in, dewleta Tirkiyeyê nahêle parêzer û malbat bi Rêberê me re hevdîtinê pêk bînin. Bi cîhanê re hemû têkiliyên Rêberê me hatine qut kirin.
Em dixwazin tevahî sazî û dezgehên mafên mirovan li hember vê tecrîdê bêdeng nemînin û ya pêwîst pêk bînin.” Di heman demê de heyetê daxwaznameyek ku ji 3 xalan pêk tê pêþkêþî Buroya Nûnertiya NY’yî ya Herêmê ya Hewlêr kirin. Di hevdîtinê de Rêveberê Buroya Nûnertiya NY’yî ya Herêmê Sokol Kondî, ku daxwazname wergirt got, “Wek kes ez gumanên gelê Kurd fêm dikim. Wê daxwaznamêyê em ê biþînin Navenda NY a Cenevre û her wiha cihên din ên pêwendîdar.”

XALÊN DAXWAZNAMEYÊ
1) LIGEL MECLISA Tirkiyeyê, Serokomar û Wezareta dadê li ser rewþa Birêz Abdullah Ocalan tiþtên pêwîst werin kirin û hewldan werin pêþxistin.
2) Ji saziyên ku yekser bi mijarê re têkildar in Human Right Watch, Rêxistina Pêþîlêgirtina Êþkenceyê (CPT) û Amnesty International agahî bê xwestin û bihêlin ku ev sazî bikevin nav tevgerê.
3) Li hember van kiryar û pêkanînên ku hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan ewqasî bêperwa tune tên hesibandin, helwestek demokratîk û însanî were girtin, û tiþtên pêwîst dikin di qada navneteweyî de pêk werin.MEXMÛR - DÎHA

Ev nûçe 255 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Jin
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.