Ferhat ARSLAN - DÊRSIM
Ermeniyên bi sedsalan li Dêrsimê jiyan, piþtî bûyerên salên 1915'an û 1960'an koçber bûn û hatin li Mazgirtê bi cih û war bûn. Piþtî ermeniyan koç kirin, dêra li pey ermeniyan ji aliyê rayedarên dewletê ve hate guhertin û kirin mizgeft.
Ermeniyên Dêrsimê piþtî bûyerên salên 1915 û 1960’an koç kirin û çûn li navçeya Mazgirtê bi cih û war bûn. Ermeniyên ku bi sedsalan li gel kurdên sûnî û elewî bi dost û hevaltiyê dijiyan, piþtî bûyerên komkujiyê þûnwarên xwe yên çandî, dîrokî û baweriyê terk kirin û koç kirin. Warên wan ên baweriyê ku li pey wan man, ji ber ku bêxwedî man, hilweþiyan an jî ji armancek din re xizmet kir. Yek ji van berhemên ermeniyan jî Dêra Erminiyan ku di sala 1957'an de li pey ermeniyan ma, niha kirin mizgeft. Dêra Ermeniyan ku li taxa ermeniyan e, ji aliyê Weqfa Berhemên Xwezayî ya Meletiyê ve hate guhertin û kirin Mizgeft. Weqfê ji bo dêrê bike mizgeft dest bi restorasyonê kir. Welatiyê bi navê Ali Riza Îlbay, diyar kir ku piþtî ermenî hatin li Mazgîrtê bi cih bûn, mal ji xwe re avakirin û li van malan îbadeta xwe dikin. Îlbay, anî ziman ku dêr berhema herî dîrokî û mîmariya herî pêþketiye û wiha got: "Ev dêr heta 50 sal berê warê îbadeta ermeniyan bû. Mîmariya mal û warên îbadetê yên ermeniyan cuda ne. Dêr û malên ku li taxa ermeniyan mane ji mîmariya din cuda ne. Hêj hin malbatên elewî li van malan dijîn. Ermeniyan xaniyên xwe û warên xwe bi keviran ava dikirin. Lê piþtî ku ermenî ji vir koçber kirin, avahiyên wan hatin rawestandin.
BERÊ DÊR BÛ NIHA MIZGEFT
Welatiyê ermenî yê bi navê Hasan Durmaz jî bertek nîþanî vê yekê da û wiha got: "Berê ermenî qetilkirin û surgun kirin. 20 sal þûnde dest bi elewiyan kirin. Xwestin ku elewiyan jî û ermeniyan jî ji nava civakê dûr bixin. Niha ev warê ermeniyan ê baweriyê kirin Mizgeft. Gelo ev dêra ermeniyan ku kirin mizgeft dê ji bo elewiyan çi fêdeya wê hebe. Divê elewî jî vê yekê qebûl nekin. Divê tu warên baweriyan neyên guhertin û bên parastin." DÎHA
Ev nûçe 1090 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>