Li Tokatê karkerên kurd ên ku li Kooperatîfa Yazicioglu dixebitin bi gotina ‘em li vir kurdan naxwazin’ êrîþ pêk hat.
Li Tokatê li dijî karkerên kurd ên ku li Kooperatîfa Yazicioglu dixebitin êrîþeke nijadperest çê bû. Koma ku êrîþî karkeran kir dîsa hat înþeatê û bi sloganan xwestin careke din êrîþ bikin. . Hate hînbûn ku mutahîdê þantiyeyê û polîsan xwestine karker herêmê biterikînin.
Ji karkeran Ferhat Tugran anî ziman ku li dîwarên þantiyeyê ‘Ev der tirk e dê tirk bimîne’ hatiye nivîsandin û þefê þantiye nivîs daye paqijkirin. Tugran bilêv kir ku piþtre jî komeke ku ji 100 kesan pêk tê hatiye û bi gotina ‘hûn çima vê nivîsê jê dibin em li vir kurdan naxwazin’ acîzbûna xwe anîn ziman û piþtre jî êrîþî wan kirine, bi çekan resterast gulebaran kirine. Tugran da zanîn ku heta saetên dereng ên þevê nobet girtine û kesên ku bi þev êrîþî wan kirine serê sibehê dîsa hatine û hê jî li wir in û bi gotina “hûn ê bi saxî li vir dernekevin” wan tehdît dikin. Tugran got ku êrîþkar dixwazin wan lînc bikin, polîs hatine lê ewlehiya canê wan nîn e. Tugran anî ziman ku alozî didome û banga bihistiyariyê li saziyên têkîldar kir. ENQERE - DÎHA
Ev nûçe 1003 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>