AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

07 Ekim 2011 08:35
Li Sûriyeyê 16 qurbaniyên nû

Li Sûriyeyê 16 qurbaniyên nû Xwepêþandan û nerazîbûnên gelê Sûriyeyê di meha xwe ya heftemîn de ne lê hê nîþaneya guhertinê dûr xuya dike ji ber belavbûna muxalefetê û bikaranîna wê ji alî hêzên derve ve

NAVENDA NÛÇEYAN - AMED

Sedema bingehîn ê ku nahêle ev serhildana gelê Sûriyeyê nabe þoreþeke mezin ew ku hikûmeta Sûriyeyê ji damezrandina xwe û heta niha, ji Esadê bav û heta Esadê law rê nedane azadiyan û herdem muxalifên ku hene an tune kirine an jî ew parçe kirine. Dema mirov bala xwe bide rewþa siyasî ya li Sûriyeyê bi giþtî mirov vê yekê baþ dibîne. Rejîma Sûriyeyê li hemberî xwe tucaran nehiþtiye ku muxalefetek bihêz çêbibe, herdem bi riyên cuda ew parçe kirine û li dijî hev dane bikaranîn.

REWÞA PARTIYÊN KURDAN
Dema mirov bala xwe bide rewþa partiyên kurdan ên li Rojava û Sûriyeyê jî dîsa ew tablo baþ xuya dike. Li Sûriyeyê her ku partiyeke kurdan hinekî gel li dora xwe dida hev û hinekî bi serhev ve kom dibû, rejîmê bi riya dezgeh û saziyên xwe yên istixbaratê bi fen û xapan dubendî û nakokî di nava wê partiyê de çêdikir û piþtî demekê ew partî dibû 2 partî û wiha heta ku ji 2-3 partiyan bû 13-14 partî.
Lê di van bûyerên dawî de û bi destpêkirina serhildana gelê Sûriyeyê hewldaneke hêja bi tevlibûna 11 partiyan çêbû û gotina xwe li hemberî rejîma Sûriyeyê kirin yek. Di wê demê de, dema ku wekî hêz hatin xuyakirin rejîma Sûriyeyê mecbûr mabû ku bang li wan bike û wan di wê demê de banga wî qebûl nekir û gotin heta kuþtin hebe em nayên diyalogê. Lewra jî dema ku hêza kurdan bibe yek ne tenê rejîma Sûriyeyê dê ji alî her kesî û hemû hêzan ve were qebûlkirin û wê xwedî wezin û gotineke cuda be.
Hejmara kesên ku roja çarþemê di destê hêzên ewlekariya Sûriyeyê hatin kuþtin giha 16 kesan û di dehan binçavkirin di serdagirtinên malan de lig elek bajaran çêbû. Di heman demê li deverên cuda xwepêþandanên nerazîbûnê yên gelê Sûriyeyê jî her berdewam dikin. Navenda xwepêþandanan dîsa bajarên Hema, Humus, Idlib û navçeyên Þamê bû. Di xwepêþandanên vê rojê de nerazîbûna li hemberî vetoya Rûsya û Çînê jî ji alî xwepêþandêran ve bi rengek,î berz hate ziman.

NERAZÎBÛNA JI VETOYÊ
Piþtî ku pêþnûmeya danekirinên tund ên li hemberî rêveberiya Þamê ji aliyê hin endamên NY’yê ve hatibûn amadekirin, ji aliyê Rûsya û Çînê ve hatin redkirin. Ev yek bi tundî ji alî Amerîkayê ve hate rexnekirin.
Pêþnûmeya, ku ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate pêþkêþkirin ev demeke, ji bo ku hin guhertinên rê li ber vetoyan digire bên peydakin dihate taloqkirin. Ji ber vê jî pêþnûmeya bi pêþengiyara dewletên ewropî yên endamê konseyê ve hatibû amadekirin hinek hatiye nermkirin û li hemberî rêvebiriya Þamê cihê Danekirinan pêþniyara Girtina tedbîrên pêwîst hatiye kirin.
Amerîkayê li ser zimanê wezîra Karê Derve Hilary Clinton ev helwesta Çîn û Rûsyayê wekî piþtgiriya bi tundiyê re nirxand û got ku dê gelê Sûriyeyê hesabê vê yekê ji wan bixwaze.

Ev nûçe 1046 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Cîhan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.