AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

20 Aralik 2011 08:36
Li Þamê di nava hewldanên çareseriyê de xwîn diherike

Li Þamê di nava hewldanên çareseriyê de xwîn diherike Di nava kefteleft û hewldanên ku bo lêgerîna li riyekê çareseriyê ji rawestandina xwînê de tê gotin ku hikûmeta Þamê protokola ku ji alî Yekitiya Ereban ve hatibû amadekirin îmze kiriye

Di nava hewldan û lêgerînên çareseriya ku pêþî li rijandina xwînê bigire de bê navber rojane bi dehan xelkên Sûriyeyê tên kuþtin. Êdî wekî berê ne tenê sivîl tên kuþtin lê niha bi dehan leþker û endamên hêzên ewlekariyê jî tên kuþtin. Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Qeterê Hemed Bin Casim da xuyakirin ku li gorî agahiyên gihane wan Esad dê protokolê îmze bike.
Di nava van hewldanên erebî yên lêgerîna li çareseriyê de bi sedan kesên sivîl hatin kuþtin.
Roja yekþemê 24 kes bi destê hêzên ewlekariyê hatin kuþtin di nava wan de 2 jin û zarokek jî hene. Di van maweyên ku Yekitiya Ereban heta niha daye rejîma Sûriyeyê de 771 kes hatine kuþtin, piraniya wan li bajarê Humsê.

HEWLDANA IRAQÊ
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hoþyar Zêbarî wiha got: “Ji bo ku þîdeta li Sûriyeyê bi dawî were di nêz de wê hewldana Iraqê têkeve dewreyê.”
Li gorî nûçeya AFP’ê ji Konseya Neteweyî ya Iraqê Felah el Feyyad daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de destnîþan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka di navbera xelkê Sûriyeyê de bi dawî were bi sekreterê Yekitiya Ereban Nebîl el Erabî re hevdîtin pêk anîne û hevdîtin erênî derbas bûye.
Feyyad destnîþan kir ku ew ê çarçoveya hewldanên Iraqê ji hemû aliyên Sûriyeyê re vebêje û li gorî wê tevbigerin.
Heyetek bi serokatiya Feyyad do çûbû Þamê û bi Beþar Esad re hevdîtin pek anîbû. Di hevdîtinê de helwesta Iraqê ya aþtiyane ji Esad re vegotibû.

KONFERANSA TUNUSÊ
Ji aliyekî din ve li Tunusê konferansa Civata Nîþtîmanî ya Sûriyeyê (Meclisa Stenbolê) bi beþdariya zêdetirî 200 kesên dijber, hiqûqa, çend balyozên ereb, çalakvanên mafên mirovan û dibin serokatiya Burhan Xelyûn dest pê kir. Li gorî daxuyaniyan di vê konferansê de dê li riyên guncav ên çareseriyê were gerîn û nêzîkayên muxalifên Sûriyeyê werin nirxandin. Konferans hewl dide karê xwe yê rêxistinî û rêbaza derkirina biryara di nava civatê de bi rêxistin bike.
Burhan Xelyûn di daxuyaniyekê çapemeniyê de wiha got: “Ew ji bo veqetandina parastina navneteweyî ya ji bo welatiyên sivîl ku heta niha rojane tên kuþtin, di nava hewldanê de ne.”

Ev nûçe 343 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Cîhan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.