Îsal Cejna Qurbanê di nav þîn û xemgîniyê de hate pêþwazîkirin. Cejna ku jigelan re dibe wesileya, aþtî, biratî, wekhevî û xweþiyê ji bo kurdistaniyan jî bû roja þîn û xemgîniyê. Kurdistanî bi erdheja Wanê, bi operasyona siyasî û leþkerî, bi qetilkirina jinê cejn peþwazî kir. Li Kurdistanê hewaya cejnê zêdetir þîn serdest bû.
Îro 3’yê cejne yê û welatiyan di roja yekem piþtî nimêjê goristan ziyaret kir. Her 4 aliyê Kurdistanê welatî êþa welatiyên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne û 36 gerîlayên HPG’ê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane parvekirin.
Heyeta KCD û BDP’ê ku ji Hevserokên Giþtî yên BDP û KCD’ê, parlamenter û þaredarên BDP'ê pêk dihatin hatin Wanê û 3 roj in bi 3 koman li gund û taxên Wan û Erdîþê geriyan. Heyeta ku bû 3 kom û welatî ziyaret kirin hem pirsgirêkên welatiyan tespît kirin û hem jî cejna welatiyan pîroz kirin. Heyetên ku çûn Wanê êþ û azarên van parvekirin.
HEWAYA ÞÎNÊ SERDEST BÛ
Her wiha 36 malbatên endamên HPG'ê yên ku li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê di operasyona TSK'ê de bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan di nav þînê de cejn pêþwazî kirin. Her çar parçeyên Kurdistanê êþ bû yek û li þûna hewaya cejnê þîn serdest bû.
Welatiyên Mexmûrê bi minasebeta Cejna Qurbanê piþtî nimêja cejnê bi serdana Goristana Þehîdên Penabertiyê û Saziya Malbatên Þehîdan ziyaret kir. Gelê li Wargeha Mexmûrê cejna xwe ya Qurbanê bi dilþkestinê pêþwazî kirin. Gelê wargehê di roja yekem de piþtî nimêja cejnê, bi girseyî çûn serdana Goristana Þehîdên Penabertiyê. Welatiyan li goristanê, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn yasîn û dua xwendin, þekir belav kirin.
CEJNA ZAROKAN
Zarokên Amedê yên di nava þer, pevçûn û pêþwazîkirina cenazeyan de mezin dibin di vê cejnê de dîsa pereyên ku ji malbata xwe girtin li çekên pelîstok xerc kirin. Zarokên di nava kuçe û kolanan de digêhij hev, çekên ji bejna xwe meztir dikirin û li nava kolan guleyan diteqînin. Zarokan bi hev re lîstikên þer dilîzin û xuya dike ku þer bandorek li ser çêkiriye. Zarokên Amedê dema kamerayan dibînin çekên destê xwe radikin hewa û guleyan berdidin hewayê. Lîstokên zarokên Amedê bi tevahî li ser mijara þer tê lîstin. Ji dengê teqandina zêde ya guleyan welatiyan jî tengav dike.
QESABÊN ECEMÎ
Îsal dîmenên balkêþ ên cejnê derketin holê. Qesabên ecemî dema qurban didan li þûna qurbanan serjê bikin xwe birîndar kirin. Di nav 3 rojan de 2 kes ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest da û li gelek bajaran jî hezar 745 kes birîndar bûn.
Di roja yekem a cejnê de bi taybetî li Stenbolê cihên taybet ji bo qurban bê dayîn hate amadekirin. Lê welatiyan dîsa nêzîkê xaniyên xwe qurbanên xwe serjekirin û ev dîmenên pir hovane derxist holê. Ev dîmên nexweþ her sal ligel ewqas tedbîran dîsa ji holê ranabe.
Komek heywan hez li dijî serjêkirina heyvanan li qada Galatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Kom li dîwarên qadê pankartên wekî ‘Li þûna ku qurban bidin perê bidin kesên xizan’, ‘Em golên xwînê naxwazin’ daliqandin.
Li ser navê komê Metîn Kiliç daxuyanî da û diyar kir ku ev hez heyvanan dikin û bi taybetî naxwazin ji bo cejnê qurban bê dayîn. Kiliç, destnîþan kir ew ne li dijî cejnan in tenê dixwazin bila heywan neyên qurbankirin. AMED
Ev nûçe 462 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>