Kurdên li Holandayê dijîn sibê wê li ber Balyozxaneya Amerikayê ya li Den Haagê, bi boneya rola Amerîkayê ya di komkujiya Roboskê de bi armanca þermezarkirinê dê mîtîngekê li dar bixin.
Her wiha Qaymeqamê navçeya Helepçe Goran Edhem Rahîm komkujiya li gûndê Roboskê þermezar kir û diyar kir ku hemû bûylerên ku liu Kurdistanê pêk tên wan hemûyan eleqedar dike.
ROLA AMERÎKAYÊ
Kurdên li Holandayê ku ev demeke Komkujiya Roboskêya navçeya Qilebanê ku di encamê de 35 gundî hatin qetilkirin þermezar dikin, bi heman armancê îro wê li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya li Den Haagê, bi boneya rola Amerîkayê ya di komkujiye de mîtînga þermezarkirinê li dar bixin.
Komîteya Amedekar a Mitîngê diyar kir ku îro saet di 10.00’an dê wê mîtîng dest pê bike û li bendê ne ku bi hezaran kes tevli mîtîngê bibin. Komîteyê diyar kir ku bi boneya di komkujiya Roboskê û Geliyê Tiyarê de piþtgiriya îstixbaratê daye Dewleta Tirk di mîtîngê de wê Amerîkayê þermazar bikin û ji bo vî xwest ku hemû Kurdistanî tevli çalakiyê bibin. Komîteyê destnîþan kir ku di mîtîngê de wê dosyayek bidin Balyozxaneya Amerîkayê û dê bixwazin ku êdî amerîqa piþtriyê nede Tirkiyeyê.
JI FED-KOM’Ê KAMPANYA
Di aliye din de Federasyona Komeleyên Kurdan (FED-KOM) ya Holandayê der barê komkujiya Roboskê de kampanyayek agahdarkirine ya berfireh da destpê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de têkildarî, komkujiyên Roboskê û Geliyê Tiyarê ku li hemberî gerîlayan çekên kimyewî hatibûn bikaranîn de wê dosyayên agahdarkirinê bide partiyên siyasî, rêxistinên civakî û çapemeniya Holandayê. FED-KOM’ê daxuyand ku heta niha 40 dosya hatine þandin û heta dawiya mehê ev hejmar de derkeve 400 dosyayan.
KOMKIJI ÞERMEZAR KIRIN
Di vê navberê de, Parlamenterê Partiya Sosyalîst (PS)ya Holandayê Harry van Bommel, piþtî agahiyên ji aliyê FED-KOM’ê ve hatine belavkirin, têkildari komkujiya Roboskê de pêþniyarpirsek da Parlamentoya Holandayê û xwest ku Hollanda komkujiye þermezar bike. Her wiha li Ewropayê çalakiyên þermezarkirinê her ku diçe zêdetirdibe. AMSTERDAM -ANF
Ev nûçe 999 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>