Rizoyê XERZÎ - AMED
Bi pêþengiya BDP, HAK-PAR, KADEP, TEVKURD, OSP, Tevgera Þoreþgerên Demokratên Kurd, Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê de Konferansa bi navê "Bihara Ereban û Kurdistana Sûriyeyê" li Amedê hate lidaxistin. Lê mixabin hundirê wê vikî vala bû û hin kesan ew ji xwe re kir wekî panelekê.
Bi rastî dema mirov navê konferansê û mijara we ya piþtgiriyê dibîne ji bo mirov gelekî balkêþ tê. Balkêþ e ji ber ku bûyerên germ li wî parçeyê welat diqewimin û kurd di pêvajoyeke gelekî giring re derbas dibin û hewcedariya wan bi piþtgiriya kurdên parçeyên din heye. Lê mixabin gelek kêmaniyên vê Konferansê hebûn û li þûna ku behsa rewþa kurdên li wî parçeyî dijîn bê kirin bêtir hinekan ji xwe re kir cihê fitne û fesadiyên xwe û hinekan din jî konferans kir wekî panela ji bo danasîna xwe.
QENCIYÊN BINXETIYAN
Destpêka vê civînê pir germ û xweþ derbas bû dema ku þaredarê Amedê Osman baydemir peymaneke hestiyar û germ û tijî hestên neteweyî yên paqij dest bi vê konferansê bû.
Baydemîr,di axaftina xwe de wiha got: "Li hemû qadên cîhanê dawiya zilmê nîne. Kê zilm li cîhanê kiribe, ew zilmdar hemû têkçûne. Ez hêvîdarim ku wê dem were li Rojhilata Navîn jî dîktator û desthilatdariya zilmê têk biçe." Baydemîr li ser wekhevî û biratiya kurdan rawestiya û pêde çû: Baydemîr, got ku keda kurdên binxetê li ser hemû kurdên serxetê heye û wiha got: Her ku serê yekî ji me êþiyaye me xwe avêtiye Binxetê. wiha axivî: "Lazim e em dijminatiya hev nekin, bila dijmin li ser tifaqa me nebe dijmin.
Lê piþtî wê mêvanên ku ji Sûriyeyê hatibûn dest biaxaftina xwe kirin lê mixabin. Li þûna ku di axaftina xwe de behsa rewþa Sûriyeyê ya niha û rewþa kurdan û pêwîst e ji bo yekitiyê çi bê kirin bikin, wan behsa hin zext û zorên dîrokî ên li ser kurdan kirin ku her kes wan dizane. Behsa kembera erebî û mehrûmkirina kurdan ji gelek mafên wan hate kirin lê rewþa niha ya kurdan nehate kirin û gelekî bê amadebûn hatibûn vê Konferansê. Xwezî mêvanên konferansê yên ku ji Binxetê hatibûn bêtir bi amadebûn û têr û tijî tevli vê konferansê bûbûna wê wateyeke din a vê komcivînê hebûna.
KONFERANS BÛ PANELA VAROJ
Bi her halî axaftina wan çiqasî bê amadebûn û qels be jî dihate daqurtandin lê tiþtê ku bi carekê nedihate daqurtandin paþê bi axaftian Seîd Varoj û Ibrahîm Guçlu dest pê kir. Varoj derkete ser dikê û bi qasî hemû mêvanên Konferansê axivî, bi rastî jî bi qasî hemû kesên ku axaftin kirin dem ji wî re hate veqetandin û gotareke dirêj pêþkêþ kir ku di navê re gelek kes ji konferansê derketin derve. Bi rastî li þûna Konferansa kurdê Sûriyeyê bû panela Seîd Varoj û tevî hiþyariya organîzatorê panelê jî wî gotara xwe kurt nekir û heta dawî berdewam kir.
HELWESTA GUÇLU
Paþê jî dawî di beþa pirs û bersivan de wekî ku di hemû panel û civînan de pêwîrek Ibrahîm Guçlu heye dîsa ew pêwîra xwe pêk anî û kampanyaya xwe an jî peywira xwe ya reþkirina PKK’ê li wir jî kir. Li þûna tiþtekî ku xizmeta yekitiya kurdan bike dîsa fitne û fesadiyek kir û hewldana sabotekirina nêzîkaya partiyên kurd ên Sûriyeyê kir. Guçlu dibêje: Çima PYD li Sûriyeyê di çalakiyan de sloganên li dijî hikûmeta tirk û Erdogan dibêjin. Ji xwe Guçlu ji we bêtir dizane ku alîgirên PKK’ê bi milyonan li her çar parçeyên welat hene û dema bûyerek çêdibe li her çar aliyan çalakî tên lidarxistin û nerazîbûnên xwe tînin ziman, lewra jî normal e ku li Binxetê hin çalakiyên wiha werin lidarxistin. Lê mesele ne ew mesele peywir û helwesta vî mirovî ye, li þûna ku hewl bide di konferanseke wiha de kurdan nêzî hev bike ew hewl dide ku nakokiyan biafirîne. Bi her hal ji xwe ji roja min navê mirovî mirovî bihîstiye di hemû çalakiyên ku tevli bibe mijar çi dibe bila bibe peywîra wî heman peywir e þerê tevgera azadîxwaz a gelê kurd e.
Bêguman lidarxistina konferanseke wiha li Amedê gelekî hêja û watedar e lê mixabin ne ji alî tevlibûnê ne jî ji alî naverokê ve nikaribû bibe bersiva pêwîst û naverokek dagirtî û bi sûd lê dibe ku bibe gava yekemîn ji bo lidarxistina konferanseke têr û tijî.
Ev nûçe 1394 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>