BDP'ê li navçeya navendî ya Mêrdînê, navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, navçeyên Yenîþehîr û Pîranê yên Amedê kongreyên xwe pêk anîn. Di kongreyê de parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 13 sal in di bin tecrîda giran de ye, bi qasî perspektifê bide hemû gelê cîhanê xwedî vîn û hêz e.
BDP'a navçeya Yenîþehîra Amedê li Sumerparkê 2'yemîn Kognreya Awarte pêk anî. Di kongreyê de pankarta ‘Ne tecrîd, ne þer aþtî’ û ‘Em Xweseriya Demokratîk silav dikin’ hate vekirin. Di kongreyê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên þaredariyan, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aþtiyê û gelek kesên din amade bûn. Kongre, diyarî endamê HPG'ê Osman Uzun (Ali Hamza) ê li navçeya Îskenderûnê jiyana xwe ji dest dan kirin.
Di kongreyê de piþtî dîwan hate hilbijartin rêz hate girtin. Piþtre jî axaftin hatin kirin. Di kongreyê de parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 13 salin di bin tecrîda giran de ye, bi qasî perspektifê bide hemû gelê cîhanê xwedî vîn û hêz e. Aydogan, operasyonên siyasî û leþkerî û pêkanînên li dijî girtîgehan þermezar kir.
Piþtî rapor hatin xwendin hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Nihat Yildiz ji bo Serokê BDP'ê ya Yenîþehîrê hate hilbijartin.
BDP’a Pîranê jî 2'yemîn Kongreya Awarte pêk anî. Kongre li Parka Þaredariyê pêk hat. Endam û rêvberên BDP'ê, Rêveberên Komeleya 78'an û gelek kesên din beþdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de pankarta ‘Dest nedin vîna min’ û wêneyê Þêx Seîd hate daliqandin. Kongreyê piþtî rêzgirtin, axaftin û xwendina raporan çû hilbijartinê. Piþtî hilbijartinê Cemal Abdulnasir Sêrt bû Serokê BDP'a Pîranê.
BDP'a Navçeya Navendî ya Mêrdînê jî 1'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Kongreyê piþtî rêzgirtin, axaftin û xwendina raporan çû hilbijartinê. Piþtî hilbijartinê bi 110 dengan Abdulcelîl Þîmdî bû Serokê BDP'a navçeya navendî ya Mêrdînê.
BDP'a Serêkaniyê jî li salona konferansê ya BDP'ê pêk anî. Di kongreyê de endam û rêveberên BDP'ê yên Riha û navçeyên wê amade bûn. Kongreyê piþtî rêzgirtin, axaftin û xwendina raporan çû hilbijartinê. Piþtî hilbijartinê Îbrahîm Ogur bû Serokê BDP'a Serêkaniya Rihayê. AMED - DÎHA
Ev nûçe 3335 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>