AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

20 Aralik 2011 08:44
LI GIRTÎGEHA ERZIROMÊ GIRTIYÊ NEXWEÞ MEHMET ARAS HAT QETILKIRIN

LI GIRTÎGEHA ERZIROMÊ GIRTIYÊ NEXWEÞ MEHMET ARAS HAT QETILKIRIN Serokomar Abdullah Gul, Wezareta Dadê ya Tirk, burokrasiya Tirkiyeyê ji qetla nexweþê penceþêrê Mehmet Aras berpirsyar in. Rastiyeke din derket holê ku hevsera Aras û 5 zarokên wî jî di sala 94’an de hatine qetilkirin

Ararat ARAS - ERZIROM


Girtiyê nexwþiya penceþêrê Mehmet Aras ku 18 sal in gitrtî bû û ligel nexweþiya xwe ya giran nehat berdan, piþtî ku xwîn çû ser mîda wî û wî rakirin nexweþxaneyê jiyana xwe ji dest da. Parêzer, parazvanên mafên mirovan û malbata Aras ji bo ku Aras serbest bê berdan û bê dermankirin serî li gelek rayedarên dewletê da, lê encam bi dest nexist. Li gelek girtîgehan girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û zextên li girtîgehan bi dawî bibe ji 1’ê kanûnê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem a dorveger kirin.
Parêzran ji bo Aras serbest bê berdan ji Serokomar re rapor þand, lê tu bersiv nehat. Wezareta Dadê bi hinceta rojbûna Aras þaþ nivîsandin, 2 caran rapor li Midûriyeta Girtîgehê û Dozgeriya Komarê vegerandibû û ji nû ve rapora radyolojiyê xwestibû. Li ser vê cara 3’yemîn rapor ji Midûriyeta Girtîgehan a Wezareta Dadê re hate þandin. Rapora der barê Aras a ji bo serbest bê berdan, cara 3’yemîn hate þandin lê dîsa bê bersiv ma. Parêzeran serî li meclisê, dozgeriyê û gelek rayedarên din dan, lê kes nedît.

HETA DAWIYÊ HEWL DAN...
Herî dawî parêzaran rapor ji Serokomar re þandin, lê ew jî tu bersiv neda. Miduriyeta Karên Girtîgehan a Wezareta Dade raporên Aras ê ku rewþa wî her çû giran bû amadekir û cara duyêmîn ji Serokomar re þand. Hate zanîn ku raporên bi hinceta kêm e Serokomar vegerandibû piþtî temam kirin dîsa ji Serokomar re þandibûn. Parezera Aras Þaziye Onder, diyar kir ku berê ewraqên miwekîlê wê bi îdiaya kêm bû hatibû red kirin. Piþtre Nûnertiya ÎHD’a Bazîdê ji bo Aras bê berdan kampanya dan destpêkirin. Herî dawî parêzera Aras ket nav hewldanan ligel 36 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate girtin,Aras bê parêzer ma. Aras piþtî xwîn çû ser mîda wî jiyana xwe ji dest da.
Parêzera Aras û Nûnera ÎHD’ê ya Bazîdê Þaziye Onder, beriya bê girtin, der barê jiyan û serpêhatiya Mehmet Aras de nivîsek amade kiribû û jiyana wî anîbû ziman. Piþtî ku di sala 1992’yan de Îdir bû bajar û ji Qersê qetiya, operasyonên li Îdirê zêde bûn. Di sala 1994’an de Fermandar Cemal Temîzoz bi ser gundê Panîkê yê Îdirê de girt û Mehmet Aras binçav kir. Aras, piþtî rastî îþkenceya giran hate girtin. Aras ku bavê 3 keç û 2 kuran bû, hevsera wî û zarokên wî çûn cem birayê wî Tayfur Aras. Di 1994’an de cerdevan û leþkeran bi ser malbata Aras de girt û hevser û 5 zarokên Aras ji aliyê leþker û cerdevanan ve hatin kuþtin. 8 cerdevanên ku malbata Mehmet Aras qetil kir piþtre di pevçûna bi PKK’ê re hatin kuþtin. Piþtî ku malbata Aras hate qetilkirin Aras bi tenê ma. Aras, piþtî demekê girtî ma, serbest hate berdan. Aras di 1999’an de dîsa hate girtin.
KUJER DEWLET E
Aras piþtî hate girtin ew þandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. Aras ji ber mercên giran bi nexweþiya penceþêrê ket. Parêzera Aras di 4’e nîsana 2010’an de ji bo Aras serbest bê berdan serî li Serokomar da û xwest ji efûyê sûdê bigire. Aras pitî 4 meh þûnde li nexweþxaneyê ji ser xwe çû û rakirin Nexweþxaneya Herêmê ya Erziromê û li vir teþhîsa nexweþiya penceþêrê ya qirikê kirin. Li ser vê Prz. Þaziye Onder ji bo muwekîlê wê serbest bê berdan serî li Dozgeriyê, Serokomar, Saziya Tipa Edlî û gelek saziyên din ên dewletê da. Lê ligel hemû hewldanên parêzer Wezareta Dadê raporên ku hatin amadekirin erê nekir Bi mirina Mehmet Aras re heta niha malbatên 31 girtiyan serî li Serokomar dan, lê ji ber ku bersiv nehat girtin 31 girtî jiyana xwe ji dest dan.

BERPIRSYAR WEZARET E
Hevserokên Giþtî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaþ û Gulten Kiþanak, ji bo Mehmet Aras peyama sersaxiyê weþandin. Di peyamê de hat diyar kirin ku ji mirina Aras Wezareta Dadê berpirsyar e. Di peyamê de wiha hat gotin: “Êdî girtîgeh bûne cihên êþan. Aras ligel raporan di girtîgehê de terkî mirinê hat kirin. Ji mirina Aras Wezareta Dadê berpirsyar e.” DÎHA

Ev nûçe 182 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.